Parêzer Rûşen Seydaoglu: Leşker û polîsan bi zanebûn dişînin herêmê

  • 09:14 11 Sibat 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Rûşen Seydaoglu bal kişand ser polîtîka şerê taybet û şîdeta polîs û leşkeran a li herêmê û got dewlet bi awayekî plankirî leşker û polîsan tîne herêmê.
 
Li bajarên herêmê ji salên 1990’î heta niha bûyerên destdirêjî, tecawiz, qetilkirina jin û zarokan ên ku polîs û leşker dikin bê ceza tên hiştin an jî gumanbar bi cezayên wek xelatê tên xelatkirin. Jinên ku li dijî şîdeta polîs û leşkeran rêxistinbûna xwe mezin dikin jî cezayên giran li wan tên birîn.
 
Di pêvajoya dawî de hinek sûcên ku leşker û polîsan kirine:
 
*Gulîstan Doku ji sala 2019’an heta niha winda ye û der barê gumanbar Zaînal Abarakov û bavê wî yê polîs Engîn Yucel de lêpirsînek bi bandor nehat meşandin.
 
*Li Sêrtê Çawîsê pispor Musa Orhan tecawîzê jina bi navê Îpek Er kiribû û piştî vê Îpekê întîxar kir. Der barê gumanbar de tevî 10 sal ceza hat dayîn, serbest hat darizandin.
 
*Di 1’ê Sibatê de li taxa Ulubaxê ya Çewlîgê jina bi navê Merve A. ya 18 salî li mal bi guman mirî hat dîtin. Hat îdiakirin ku Merveyê întîxar kiriye û piştî otopsiyê li gundê Kuşburnu hat definkirin. Der barê bûyerê de pêşketinek çênebû. Der barê çawîşê pispor ku hat îdiakirin reviyaye jî tu agahî nehat girtin.
 
*Li Gevgerê der barê çawîşê pispor Alî Dalgiran ku der barê qetilkirina Surmî Înce de doz lê hatibû vekirin, heyeta dadgehê ji rewşa baş ceza daxist û 3 sal û 10 meh û 20 roj ceza dayê.
 
*Li navçeya Beşîrî ya Êlihê jina bi navê Zeynep Sevîm ji aliyê mêrê pê re zewicandî û birayê wî çawîşê pispor  ve hat îşkencekirin û tehdîdkirin. Çawîşê pispor bi ser mala ku Zeynep lê diman de girt û tehdîda ‘em ji bo xwînê birîjînin hatin vir, em dewlet in’ malbata Zeynebê tehdîd kir.
 
*Li Cizîr a Şirnexê di 8’ê Nîsanê de polîs Enes A. tecawizê jina bi navê S.S kir.  S.S ku polîsan întîxar lê ferz kir, gilî kir lê ji dozger bigirin heta bijîşk û polîsan her kesî hewl da bûyerê veşêrin.
 
*Li Qoser a Mêrdînê di 2013’an de malbata Ayşe Çeçen a 17 salî îxbara windabûnê kirin lê derket holê ku Ayşe hatiye qetilkirin. Di 2019’an de cenazeyê wê li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê definkirî hat dîtin. Malbatê cenaze teşhîs kir. Derket holê ku bavê Ayşeyê ew qetil kiriye. Derket holê ku Ayşe li Qoserê ji aliyê çawîşê pispor E.T ve hatiye tecawizkirin û piştre şandine stargehê, bavê wê ew ji wir girtiye û qetil kiriye. Piştî vê dozgeriyê xwest gumanbar bên cezakirin lê dadgehê bi îdiaya kêmasiya delîlan berata gumanbaran da.
 
Parêzer Rûşen Seydaoglu der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Polîtîkaya asîmîlasyonê xistin dewrê’
 
Rûşenê da zanîn ku şîdeta leşker û polîsan  parçeyek polîtîkaya şerê taybet e û got: “Li hemû welatên cîhanê bi destê leşkeran li hember jinan ev teşeyên şîdetê pêk tên. Bi van teşeyên şîdetê polîtîkayên asîmîlasyonê dikin dewrê. Li Tirkiyeyê ji salên 90’î û vir de ev polîtîka tê meşandin. Mirov divê tenê di çarçoveya hiqûqa lîberal pozîtîf de li vê bûyerê nenêrin. Ji ber piştperdeya vê heye. Yanî ev leşker û polîs bi plankirî tên şandin. Bi taybet li ser jinên ciwan polîtîkayek tê meşandin.”
 
‘Mirinên sivîl pêk tên’
 
Rûşenê daxuyakirin ku divê kesên unîformayî tenê wek leşker û polîs neyên nirxandin û di hemû saziyên dewletê de kesên ku bi teşeyên jinan bandor li ser jiyana jinan dikin hene. Bi hevkariya polîtîkayên asîmîlasyonê re, asîmîlasyon, bi rêya qutkirina ji ziman û nasnameyê ya jinan tê ferzkirin. Di heman demê de li gel jî tê ferzkirin. Dem bi dem di vê polîtîkaya şer de jin bi hezkirin û evînê dikarin bên xapandin. Piştre jî tişta em jê re dibêjin mirinên sivîl pêk tên. Em li dosyayan dinêrin bi israr dibêjin ‘daxwaz hebû’, ‘delîl çine’ ‘em bişînin ATK’ê ka li ser beden xesar heye an na’. Divê em îtîrazî vê bikin.”
 
‘Her jinek ji ber mejiyê dewletê di bin rîskê de ye’
 
Rûşenê her wiha ev tişt anî ziman: "Ez dixwazim vê bêjim. Li aliyekî qanûnên ku hiqûqa lîberal ferz dike hene li aliyê din jî rastiya şerekî heye. Sosyolojiyeke ku rastiya şer afirandiye heye. Em ji xwe dizanin ku şer çi bi jin û zarokan dikin. Em dizanin ku ev parçeyê polîtîkaya şerê taybet e. Ji ber vê jî divê em hêza xwe mezin bikin. Ger em di jiyaneke rêxistinkirî de bi hev re nekevin nava piştevaniyê mixabin her jinek di bin rîska dewletê ye."
 
‘Dewlet her derê li gorî xwe bi teşe dike’
 
Rûşenê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dewlet bi destê mêr xwe heta nav malbatê biriye û wiha vegot: “Dewlet xwe dike nav malbatê dibe sî, deng û bîhna malbatê. Ev jî jinan tengezar dike. Kolanan, saziyan li gorî xwe bi teşe dike. Ji ber vê jî jinên dengê xwe bilind dikin jî dibin hedef. Dibêjin ‘tu bêdeng be tiştekî nebêje, mafê te tune ye tu biaxivî’. Ji ber dewlet xwe xwediyê her tiştî dibîne.  Mêrê tecawizî jinê dike jî dizane ku di bin parastina dewletê de ye.  Her tiştê bi fikara dewlet mêr tê kirin polîtik e. Ji ber vê jî her cureyê şîdet û tecawiza li hember jinê polîtîk e.”