‘Bi niyeta siyasî ji mirovan tolê digirin’

  • 09:04 10 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku bi niyeta siyasî ji mirovan tolê digirin.
 
Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan her diçe zêde dibe û binpêkirinên nû tên rojevê. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 11 mehên 2021’ê de 915 serlêdanên binpêkirina maf hatine kirin. Li gorî daneyên yekîneya Dokumantasyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di binçavande herî kêm 415 kes bi bipêkirinên xerab û îşkencê re hatine rû hev. Dîsa li gorî daneyên ÎHD’ê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nayên berdan an jî dermankirina wan nayê kirin jî jiyana xwe ji dest didin.
 
Herî dawî girtiyê bi navê Ramazan Turan yê 70 salî ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dima û girtiyê nexweş Turgay Denîz yê li girtîgeha Metrîsê jiyana xwe ji dest dan.
 
Çalakiyên ‘Nobeta Edeletê’ yên malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin dan destpêkirin didomin. Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek der barê rewşa girtiyan de û binpêkirina mafan ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Herder veguheriye îşkencexaneyê’
 
Sevîmê da zanîn ku piştî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bidawî bûye û piştî hewldana darbeya 2016’an şûnde desthilatdariyê rejîmek otorîter tercih kiriye û mafên mirovan hatiye tunekirin. Sevîmê nirxandina xwe wiha domand: “Herderê welat veguheriye îşkencexanê. Li girtîgehan rewş hîn bêtir girane. Di salên dawî de kapasîteya girtîgehan pir zêde bûye. li gorî daneyên meha mijdara 2021’ê di ser kapasîteya 28 hezar û 355’î de nifûs li girtîgehanhê ye. Ev rewş bi tena serê xwe binpêkirin e.”
 
‘Bi pandemiyê re binpêkirin zêde bûn’
 
Sevîmê balkişand ser pandemiyê û got ji ber kapasîteyê di pêvajoya pandemiyê de rê li ber pirsgirêkên cidî vebûye û wiha daxuyand: “Ji girtiyan der barê jimartina li ser piyan, bi kelepçê dermankirin, ferzkirina lêgerîna tazî û pêkanînên xerab û îşkencê de serlêdan hatin kirin. Di pêvajoya pandemiyê de mafên girtiyan hatin sînorkirin û hewl dan normalek nû biafirînin. Koxuşên qelebalix di alî kovîdê de gelek bi rîsk bûn. Lê tevî vê girtiyên siyasî ji sererastkirina înfazê fêde negirtin. Hevdîtin hatin rakirin. Hevdîtina parêzeran hat sînorkirin. Hemû aktîvîteyên wekê spor, çand û civakî hatin qedexekirin.”
 
‘Dermankirina bi kelepçe’
 
Sevîmê her wiha got di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de jî girtiyan pirsgirêkên cidî jiyane, sewqkirina nexweşxaneyan di dema xwe de nehatine kirin û ev jî ji bo girtiyên nexweş tehdîdek cidî bûye. Sevîmê ev nirxandin kir: “Nexweşiyên ku dema xwe de nehatin tespîtkirin, encamên giran afirandin. 605 jê giran hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Ji ber wezareta dadê daneyan parve nake dibe ku hejmar hîn zêdetir be. Di vê mijarê de agahiyek zelal tune ye. Yên bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin hene. Dermankirina van girtiyên nexweşên giran di dema xwe de nayên kirin. Dema dibin nexweşxanê kelepê venakin û wisa derman dikin. Bi rîngê dibin nexweşxanê. Dema vedigerin dikin karantînayê. Ji ber van pêkanînan jî girtî naxwazin biçin nexweşxanê.”
 
‘Ramazan Turan 13 saet şûnde birin nexweşxanê’
 
Sevîmê balişand ser girtiyê bi navê Ramazan Turan yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jiyana xwe ji dest da û got Ramazan Turan tevî pê li butonê dike pewyirdar 13 saet şûnde wî dibin nexweşxanê. Sevîmê di berdewamiyê de wiha vegot: “îdiayên wekê  ku peywiradan ji Ramazan re gotiye ‘Hinek din berxwe bide em ê te sibehê bibin nexweşxanê’ hene. Ramazan di encama van pêkanînan de jiyana xwe ji dest da. Di bin berpirsyariya dewlet û peywirdarên girtîgehê de 13 saet şûnde jiyana xwe ji dest da. Ev rewş nikare bê qebûlkirin. Turgay Denîz jî tevî ku rapora nikare di girtîgehê de bimîne, nikare jiyana xwe bidomîne jî şûnde birin nexweşxanê. Piştre li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da û piştî jiyana xwe ji dest da gitin me tehliye kiriye.”
 
‘Bi hinek niyetan tolê digirin’
 
Sevîmê di mijara rewşa tenduristiya Aysel Tugluk jî nêrînên xwe anî ziman: “Tevî ku rapora ji aliyê 9 doktorî ve hatiye amadekirin û tê gotin nikare jiyana xwe di girtîgehê de bidomîne jî nehat berdan. Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê rapora dikare girtî bimîne da. Bi hinek niyetên siyasî tolê ji mirovan digirin. Di tahliyekirina girtiyên nexweş de tenê raporên ATK’ê qebûl dikin. Raporên ATK didin jî bi alî ne û ji zanistê dur in. Tevî hemu îtîrazan dermankirina Ayselê nehat kirin. Em dizanin ku bi armancên siyasî ev tên astengkirin. Dema ceza tên înfazkirin divê qanûnên ku mafê mirovan diparêzin û peymanên navneteweyî esas bên girtin.”
 
‘Mafê jiyanê pîroz e’
 
Sevînê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Em parêzvanên mafên mirovan naxwazin der barê jiyana mirovan de di vê rewşa bi  fikare de daxuyaniyan bidin. Mafê jiyanê mafekî pîroz e. Parastina wî di bin berpirsyariya dewletê de ye. Divê tiştên pêwist bên cih. Em bang li hemû kesî dikin ku li gorî hiqûqê tevbigerin.”