Berteka li kolanan a li dijî êrişên li ser zimanê kurdî: Nîjadperestî ye!

  • 09:04 8 Sibat 2022
  • Rojane
 
Medya Uren-Derya Ren 
 
AMED - Bi rê û rêbazên cuda astengî û êrişên li ser zimanê kurdî didomin. Em daketin kolanan û me têkildarî astengiyan ji jinên Amedê pirsî. Jinan diyar kirin ku êriş û astengiyên li ser zimanê kurdî  nîjadperestî ye û gotin:"Çiqas were qedexekirin jî em ê ruxmê hemû astengiyan zimanê xwe biparêzin."
 
Di pêvajoyên dawî de li dijî gelê kurd êrişên nîjadperest her ku diçe zêde dibin. Li dijî siyaseta kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî çi li metropolan dibe, çi li bajarên kurdan dibin astengiyên mezin derdikevin holê. Di rojên derbasbûyî de li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê ciwanên ku bi kurdî stran digotin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
 
Têkildarî astengkirina zimanê kurdî me li Amedê ji jinan pirsî. Jinan bertekên xwe bi me re parve kirin.
 
'Em ê bi zimanê xwe bistirên'
 
Asya Yegen da zanîn ku ew ê li her derê bi zimanê xwe bistirên û wiha got:"Qedexekirina zimanekî û biçûkdîtina nîjadekî şerm e. Ev jî şerma wan kesane ku qedexe dikin. Me jî şopand û me êrişa li ser ciwanên li îstiklalê strana kurdî gotine dît. Ew êriş li ser me hemûyan û li ser rastiya me tê kirin. Em qedexeyan şermezar dikin. Pêwîst e her kurdek berteka xwe nîşan bide. Em kurd in û her çi bibe jî ev rastiya me ye. Em ê bi kurdî biaxivin û kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Em ê li her deverê jî bi vî zimanî biaxivin û bistirên."
 
'Divê em yek deng bin'
 
Umran Yegen bal kişand ser yekdengiyê û wiha pê de çû: "Pêwîst e li dijî qedexeya li ser zimanê kurdî em hemû şer bikin û bi bertek bin. Bêdengiya me tu çareserî bi xwe re neanî. Bi yek yan jî du kesan tiştek jî nabe. Pêwîst e em hemû bibin yek deng. Çi bibe jî em ê bi zimanê xwe biaxivin. Em kurd in û bi kurdî diaxivin. Ma wê werin devê me asê bikin êdî. Em dev ji eslê xwe bernadin û pêwîst e di vê armancê de jî em yek bin."
 
'Divê em zimanê xwe bizanibin '
 
Fîrdews Opcî bal kişand ser girîngiya zanebûna zimanê kurdî û wiha lê zêde kir: "Divê em zimanê xwe bizanibin û zimanê xwe bidin fêrkirin jî. Herî kêm em li bajarê xwe hinekî dikarin bi zimanê xwe li kolanan biaxivin. Lê belê ji wir şûnde bûye tirsek zimanê me. Yê ku bi zimanê kurdî diaxive rastî êrişan tên û tên astengkirin. Em nayên dîtin. Li dijî astengiyan divê em xwe rêxistin bikin, divê cihên perwerdeyê werin vekirin û ziman were pêşxistin."
 
'Em azadiyê dixwazin'
 
Gulcan Eren da zanîn ku ew azadiyê dixwazin û wiha got:"Em qedexeyên li ser ziman şermezar dikin. Em azadiyê dixwazin. Em jî dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Em di malê de kurmancî û kirmanckî nîşanî zarokên xwe dikin û em wan bi çanda xwe mezin dikin. Wê ev hertim wisa jî berdewam bike. Em ê ruxmê êrişan jî rastiya xwe biparêzin. Çawa ku zimanê tirkî û yên din li Tirkiyeyê bi serbestî tên axaftin pêwîst e zimanê me jî bi wî rengî were axaftin. Waneyên hilbijartî tenê têr nakin pêwîst e zimanê me bibe zimanê fermî yê perwerdeyê."
 
'Em ê destûra qedexeyan nedin'
 
Betul Tunc da zanîn ku pêwist e zimanê kurdî bibe zimanê fermî û wiha got:"Çawa ku mafê zimanên din yê axaftin, fêrkirin û pêşdebirinê heye mafê zimanê me jî heye. Pêwîst e zimanê me jî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Divê di sedsala 21’emîn de em qala qedexeya zimanekî nekin. Stranên me jî zimanê me jî nayê qedexekirin. Em ê bi zimanê xwe bêjin û bistirên. Em ê bi derdora xwe û zarokên xwe jî bidin fêrkirin. Em destûra qedexeyan nedin."
 
'Ya tê kirin nîjadperestî ye'
 
Ayperî Tokur bi lêv kir ku tehemul li dijî zimanê kurdî tune ye û wiha got:"Ger ku destûra stranên bi kurdî nadin pêwîst e destûra yên din ji nedin. Ma qedexeyek bi vî rengî dibe. Ev nîjadperestî ye. Tê wê wateyê ku tehemûla wan ji zimanê kurdî re nîne. Lewra li Stenbolê jî bi kurdî stran tê gotin. Kes nikare dengê wan stranan qut bike û wê ji îro şûnde jî nikaribin. Lewra giliyê min ji kurdan bi xwe heye. Pêwîst e em bibin yek. Her ku bixwazin dengê me qut bikin em ê bi dengekî xurtir stranên xwe berz bikin. Herî dawî jî ez dibêjim wê hezkirin cîhanê rizgar bike. Ger mirov ji mirovan hez bikin û ji xwezayê hez bikin wê cîhan xweşiktir bibe."