‘Divê deriyen Îmralîyê bên vekirin’

  • 09:03 8 Sibat 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak-Şîrîn Çinar
 
AMED/MÊRDÎN - Jinan bal kişandin ser tecrîdê û destnîşan kirin ku heya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe, wç gel jî azad nabe. Her wiha jinan diyar kirin ku komploya navneteweyî û tecrîd girêdayî hevdû ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê derîyê Îmraliyê bê vekirin.
 
Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her roja ku derbas dibe girantir dibe. Biryarên nû ên wekê qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re asta tecrîdê nîşan dide. Ji Abdullah Ocalan ev 10 meh in tu agahî nayê sitendin. Li hemberî tecrîdê bertek û nêrazîbûnên gel zêde dibin. Her wiha tecrîda ku li Tirkiyê û herêmê xwe wek rêbazek tundiya li dijî gel dide nîşandan her diçe rewşa civakê aloztir dike. Bi taybetî jî qeyrana aborî û polîtîkayên desthîlatdariya AKP-MHP’ê ku tên meşandin, dibe sedema nerazîbûnên gel. Tecrîda ku xwe herî zêde li ser girtiyan nîşan dide, zext û êrîşên li dijî girtiyan jî her diçe zêdetir dike.
 
Jinên ku bertek nîşanî tecrîdê û binpêkirina mafan li girtîgehan dan ji ajansa me re nixandin kirin.  
 
‘Her roj bi binpêkirinek nû re çavê xwe vedikin’
 
Ji xizma gitiyan Ayşe Akin, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û diyar kir ku lawê wê 8 sal in di girtîgeha Amedê ya Tîpa F de girtî ye. Ayşe, anî ziman ku girtî her roj bi binpêkirinek nû re şiyar dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa wan qet baş nîne. Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de hene. wan nabin tedawî nakin. Ava germ nadin wan û cihê wan sar e. Girtiyên ku di nava çar dîwaran de ne zilmeke mezin li wan tê kirin. Em li gorî pêdiviyên wan alavan ji wan re dişînin lê belê heta ku ew alav digihîjin wan herî kêm 7 caran ji lêgerînê derbas dibin. Dîsa gava em diçin hevdîtinê 10 caran ji lêgerîna wan derbas dibin. Bi ser qawîşên gitiyan de digirin. Lêgerîna tazî li wan tê  kirin û kêzik û parçeyên şûşeyan dixin nav xwarinên wan. Ev dijmirovtî ye û bi tu awayî em vê qebûl nakin. Ji ber rewşa girtiyan kezeba me dişewite.”
 
‘Bi salan e ji bo biçin girtîgehê li ser yêya me’
 
Ayşe destnîşan kir ku bi salan e ji bo biçe girtîgehan hedîtinê li serê rêya y û wiha pêde çû: “Di destpêkê de hevjinê min hate girtin. 30 sal ji bo wî çûm û hatim. Piştî ku kurê min hate girtin niha jî 8 sal in ji bo wî li ser rêya girtîgeha me. Gava diçim hevdîtina wî ji ber rewşa wan nikarim xwarina bixwim û xew nakeve çavên min. Bi rastî jî rewşekê gelek zor e. Çima vê zilmê li malbatan dikin. Heke edalet û mirovahî hebûya wê ewqas zilm nebûna. Gelek girtîyên ku cezayên wan qediyane nayên tehlîyekirin hene. dibêjin bila girtî bêjin em poşman in. Lê belê girtî ji bo maf û doza xwe li ber xwe didin.”
 
‘Heta birêz Ocalan azad nebe em jî nikarin azad bibin’
 
Ayşe, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku heke tecrida li ser brêz Abdullah Ocalan neyê ranekin tecrîda li ser gel jî ranabe. Ayşe, got: “Birêz Ocalan di bin zilmekê mezin de li ber xwe dide. Tecrîda li ser wî girêdayî tecrîda li ser me ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe em jî nikarin azad bibin. Wî her tişta kiriye ji bo azadiya gelan kiriye.  Ji ber vê yekê jî em dixwazin birêz Ocalan û hemû girtî  azad bibin. Çareserkirina aloziya li  Tirkiyê û rewşa şer bi rakirina tecrîdê pêkan e.”
 
‘Komplo û tecrîd girêdayî hevdû ne’
 
Rêvebera navçeya Artûklû ya Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Makbule Okmen jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bilêv kir ku komploya navneteweyî û tecrîd girêdayî hevdû ne. Makbûle, wiha axivî: “ Em dixwazin ew tecrîd ji ser hemû girtiyan rabe. Em dibînin ku êdî ji girtîgehan her diçe cenazeyên dertên zêde dibin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye û divê li hemberê vê tu kes bêdeng nemîne. Ji ber vê  alozî û kaosê çareeriya yekser rakirina tecrîdê ye û divê deriyê Îmraliyê vebe. Heke deriyê Îmraliyê vebe wê ev şer jî biqede. Komplo û tecrîd girêdayî hevdû ne. Pêwist e ku em niha ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.”
 
‘Bila derîyên Îmralî vebin’
 
Makbûle, wiha axivî: “Ez di heman demê de wek dayikek bang dikim ku bila êdî ew şer biqede, aştiyek mayînde pêk were û girtiyên nexweş serbest werin berdan. Bila dîsa pêvajoya aştiyê dest pê bike û deriye Îmraliyê vebe. Ji bo me ligel berxwedanê yekitî pêwist e. Lazime ku hemû dayik destê xwe bidin hev û li hemberê vî şerî bisekinin. Bila bes êdî xwîn bê rijandin. Daxwaza me tenê aştîyek mayînde ye. Bi şer tu tiştek nayê çareserkirin. Ev rewşa şer a di nav Tirkiyê ji ber tecrîda heyî ye.  Heta ku em aştiyê bînin vî welatî em ê li ber xwe bidin.”