Welatiyên ku di jêrzemînan de hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 13:25 7 Sibat 2022
  • Rojane
ŞIRNEX -  Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, welatiyên ku di jêrzemînan de hatin qetilkirin bi bernameyekî hatin bibîranî.
 
Piştî îlankirina rêveberiyên xweser a li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14'ê adara 2015'an de, qedexeya derketina li derve hat îlankirin. Di 7'ê sibata 2016'an de di jêrzemînan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê têkildarî salvegera 6'emîn a komkujiyê de li eywana avahiya HDP'ê de bernameyeke bi bîr anînê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan tevlî bernameyê bûn. 
 
Li salonê pankarta navê kesên ku di jiyana xwe ji dest dayî bi sernavê “Lehengên Cizîra Botan” hat daliqandin. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
Di serî de Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît axivî û komkujiyê şermezar kir û gotina Mehmet Tûnç “Me çok danenî û em ê daneynin” bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin.
 
Parlamenter Hasan Ozgûneş jî bi lêv kir ku heta ku kesên azadiyê bixwazin hebin dê xwedî li têkoşîna kesên jiyana xwe dest dane derbikevin û ev got: “Em ê heta dawiyê xwedî li vê têkoşînê derkevin.”
 
Bername, sînevîzyona ku derbarê jêrzemînan de hatî amadekirin hat demaşekirin.  
 
Bername, bi mevlûdê bi dawî bû.