Rêvebera MED-TUHAD-FED Suna Aslan: Şertên girtîgehan giran dibin

  • 09:04 7 Sibat 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Rêvebera MED-TUHAD-FED'ê, Sunay Aslan balkişand ser polîtîkayên tecrîdê yên ji girtîgehan de hatine destpêkirin ku li ser hemû civakê bi bandor bûne û wiha got: “Bi qanûna înfazê ya li girtîgehan re pêşî li tahliyekirina girtiyan tê girtin û şert û merc roj bi roj girantir dibin. Tecrîd, îzolasyon û binpêkirinên mafan bandorek mezin dikin. Girtiyên di serê salên 90’î de heta niha girtî ne û cezayê muebetê girtine, di şertên giran de li dijî nexweşiyan têdikoşin.”
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Xizmên girtiyan bi armanca girtiyên nexweş bên berdan û astengiya li pêş tahliyekirina girtiyan bê rakirin li baroya Wan û Amedê dest bi ‘Nobeda Edeletê’ kirin û nobed didome.  Rêvebera Federasyona Komeleya Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran ya Med (MED-TUHAD-FED) Sunay Aslan der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Li ser girtiyên nexweş polîtîkayek cuda tê meşandin’
 
Sunay destnîşan kir ku hinek rêbazên diyarkirî yên mafên girtiyan dihewîne hene û her welat neçare li gorî van rêbazan tevbigere. Sunay wiha dirêjî dayê: “Lê ev rewş li girtîgehên Tirkiyeyê pêk nayên. Ji ber polîtîkayen dewlet pek tîne, ev pêk nayên. Li girtîgehan nêzî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Ji van girtiyan 200 heb di lîsteya nexweşên giran de ne. Tevî vê em dizanin ku şertên girtîgehê ji bo tenduristiyê qet nebaşin. Ji ber vê ev şert rê li ber nexweşiyên cuda vedike.  Dewlet ji bo girtiyên nexweş polîtîkayek cuda pêk tîne.”
 
‘Parçeyek polîtîkaya li hember Kurdan e’
 
Sunay anî ziman ku di encama têkoşîna hat dayîn de girtiyên birin nexweşxanê dermankirina wan nîvco hatiye hiştin û wiha pê de çû: “Astengiya li pêş dermankirina girtiyan parçeyeke polîtîka li hember Kurdan e. Li aliyekî din gotinên nefret û kinê yên dewletê yen li hember Kurdan hene. Ev jî rewşê aloztir dike. Vê nefrete jî li ser girtiyên nexweş dimeşînin. Di meha kanûnê de 7 girtiyên nexweş bi guman jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘Di şertên hîjyenîk de nayên dermankirin’
 
Sunayê balkişand ser sewqkirina girtiyên nexweş ya nexweşxaneyan û got girtî bi binpêkirinên dij mirovahî re tên rû hev û got divê ev nêzîkatî neyê qebûlkirin. Sunay ev tişt daxuyand: “Di serdegirtina koxuşan de mudaxaleyên qadê jiyana taybet ya girtiyan dikin. Girtiyêndibin nexweşxaneyan devê wan lêgerîn dikin.Ev rewş jî rê li ber nexweşiyên nû vedike. Li aliyê din li şûna bi ambulansan bibin bi rîngê dibin. Ev rê li ber enfeksiyonan vedike. Di şertên ne hîjyenîk de bi kelepçeyan tên dermankirin.”
 
‘Tîpên S xistin dewrê’
 
Sunayê balkişand ser ‘Nobeda Edeletê’ ya ku xizmên girtiyan li baroyên Amed û Wanê dane destpêkirin û wiha anî ziman: “Ne tenê malbatên girtiyan dive hemû kes xwedî li nobedê derkeve. Ji bo girtiyên nexweş divê têkoşîn bê mezinkirin. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tecrîdeke li ser civakê mijara gotinê ye. Di salên 2000’î de Tîpên F zêde kirin. Niha jî li Tîpên S rewşa girtiyan girantir dikin. Tê plankirin ku Tîpên S heta 2025’an li her derê bikin jiyanê.
 
‘Divê em bêdeng nemînin’
 
Sunayê di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku piranî polîtîkayên li girtîgehan pêk tên, di îbareya ‘ne li gorî rêziknameyê ye’ pêk tên û got girtîgeh birîna hevpar a hemû kesî ye û wiha dawî lê anî: “Tecrîda li ser girtiyan çiqas bê şikandin wê ya derve jî bê şikandin. Divê em li dijî van zextan demildest dengê xwe bilind bikin.”