Ebru Gunay: Hewl didin xwe ji nû ve dîzayn bikin

  • 09:02 7 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebru Gunay der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û da zanîn ku netew dewlet hewl dide xwe ji nû ve li ser DAIŞ’ê dîzayn bike û got: "Sînor û teşeyên birêvebirina dewletê bê wate maye û ji ber vê jî xeta têkoşîna ku sînor bezandine di nokteyek enternasyonal de ye. Dema rewş wisa be jî desthilatdarî hewl dide qadên xwe berfireh bike."
 
Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 1’ê Sibatê de li hember Şengal, Mexmûr û Dêrikê bombebaran pêk anî. Li Şengalê di êrîşên li 21 nokteyê hat kirin de 3 sivîlî jiyana xwe ji dest dan yek jî birîndar bû. Ji sala 2017’an heta niha ji êrîşên pêk hatine ev ya herî berfireh bû. Hat îfadekirin ku êrîşê 4 saet û nîvan berdewam kiriye. Li Mexmûrê jî du endamên Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan. Tevgera hewayî ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hîna didome.
 
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay têkildarî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryarên DMME’ê, tecrîda Îmraliyê û siyaseta welat de axivî.
 
*TSK’ê li hember Şengal, Mexmûr û bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anî. Ev êrîş divê çawa bê xwendin?
 
Derbarê ku Tirkiye li Sûriyeyê piştgiriyê dide DAIŞ’ê de, gelek daneyên berfireh hene. Êrîşa dawî divê ji mijara Hesekê cuda neyê destgirtin. Li Hesekê DAIŞ’iyan ji girtîgeha lê diman, hewl dan birevin. Piştî pevçûna rojan şûnde di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de 121 kesî jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ bi ser neket û li ser vê desthilatdarî ket konseptek din. Şengal, Mexmûr û Dêrik ne cihên tesaduf in. Şengal yek ji cihên ku yekem êrîşa DAIŞ’ê lê hatiye kirinê ye. Şengal navenda baweriyê bû. Êrîşa li hember Şengalê bi zanebûn hatiye kirin. Tişta ku DAIŞ’ê berê temem nekiribû hewl da temam bikin. Mexmûr jî cihekî girîng e. Kurdên ji Tirkiyeyê di salên 90’î de çûbûn wir têkoşîna jiyanê didin. Ev der cihên ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşe ye. 
 
Desthilatdarî dema vê dike jî wiha dibêje; Ez ji bo tişta ku DAIŞ’ê temam nekiriye, temam bikim çûm.’ Rastiya desthilatdariyeke ku digot ‘Kobanê li ber ketinê ye’ heye. Hemû cîhan di têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ’ê de bi kurdan re ketin nava piştevaniyê lê vê desthilatdariyê tunekirina destkeftiyên kurdan kir hedef. Tirkiye hewl dide konsepta şer a li Rojhilata Navîn ji nû ve bike tevgerê. Ji ber ku ji bilî şer tiştekî din di destê desthilatdariya AKP’ê de nemaye. Vî şerî jî bi piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike. 
 
*Di her derfetê de li hember Şengalê êrîş pêk tê û ji 2017’an heta niha ev ya herî berfireh bû. Ev êrîş peyamên çawa dihewîne?
 
Şengal nasnameya kurd bi zimanê herî zelal diparêze û di vê mijarê de civaka ku nasnameya wê ya kurd herî diyarkirî ye. Divê ev ji îro neyê nirxandin. Roja Talîban Afganîstan girt dest, Tirkiyeyê li hember Şengalê êrîş pêk anî. Li Iraqê beriya hilbijartinê bû. Di daxuyaniyên rêveberiya Şengalê de derket holê ku Serokomarê Iraqê li Şengalê serdanek kiriye. Beriya hevdîtinê pêkhatina êrîşek wisa peyamek ji bo hikûmta Iraqê bû jî. Peyama ‘Hûn kurdan muxatab bigirin bi taybet hun kurdên Êzidî muxatab bigirin hûn hedefa me ne’ di esasê de pir aşkera hatiye dayîn. Tirkiye di siyaseta şer a di polîtîkaya derve de dimeşîne, hewl dide teşeyekê bide nêzîkatiyên têkiliyên derve. Şengal cihekî stratejîk e. Nasnameya Kurdistanî lê serdeste. Ji ber berxwedana li dijî DAIŞ’ê bû cihekî ji aliyê rayagiştî ya cîhanê ve tê şopandinê. Bi DAIŞ’ê dixwazin peyamê bidin welatên herêmê û rayagiştî ya cîhanê. 
 
*Li Hesekê berxwedanek cidî hat nîşandan. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna li Hesekê wek ‘serkeftina duyem a Kobanê’ nirxandin. Hem Tirkiye hem hêzên navneteweyî di kîjan pozîsyonê de ne?
 
Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşînek demdirêj dan û piştî vê hêzên navneteweyî ketin dewrê. Li Rojava pêvajoyeke piştevaniyê ya bi kurdan re hat destpêkirin. Kurdan dîsa hemû gelên cîhanê bi berxwedana xwe xistin tevgerê. Mijara em jê re dibêjin DAIŞ di esasê de pevajoya avakirina ji nû ve ya netew dewletan îfade dike. DAIŞ’ê tenê li Rojhila Navîn faliyet nemeşand. Li Belçîka, li Brukselê komkujî kirin. Di carekê de polîtîkayên ewlehiyê ya dewletan derket asta jor. Li Fransayê komekê li dijî kesên çûbûn şanoyê temaşe bikin, teqîn pêk anî. Bi dehan kes qetil kir. Êrîşek terorîst mijara gotinebû. Civakan li dijî polîtîkaya ewlehiyê ya hikûmeta Fransayê deng dernexist.  Sînor êdî bê wate dimînin. Teşeyên birêvebirina dewletan bê wate dimînin. Piştevanî  di nokteyeke ku sînorên xeta têkoşînê bezandiye.
 
Sedemek bêdengiya wan bandorên wisa ne. Hebûna DAIŞ’ê heta cihekî ji berjewendiyên wan re xizmetê dikin. Rewşa Afganîstanê, divê ji vê cuda neyê destgirtin. Di carekê de Talîban Afganîstan girt. Hêzên navneteweyî ji carekê de vekişiyan. Li aliyê din têkoşîna jinên kurd a li Rojava ji bo jinên Afgan bû çavkaniya îlhamê. Çalakiya jinên Ispanyayê, çalakiya jinên Şîîlî ji bo jinên kurd û Tirkiyeyê bû îlham. Ev hev xwedî dikin û hêzek bi bandor derket holê. Desthilatdarî hewl dide vê asteng bike. Di vê mijarê de qadên ku DAIŞ’ê hedef girtine jî girîng in. Ewil ji ser Şengalê dest pê kir. Civaka Êzîdî hîna li zarokên xwe yên keç û jinên xwe digerin.
 
*Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin DAIŞ’ê bikin tevgerê. Hevdîtin hene. Tirkiye ji van pêngavan serbixwe ye gelo?
 
Tirkiye di esasê de dewleteke di pozîasyona karên pratîk ên pêşdetir dike ye. Ji ber xeta xwe ya polîtîk  ne dewleteke ku biryaran dide û der barê pêşerojê de tahulan dide ye. Ne pêkane bi tena serê xwe tev bigere. Sedema esas a trafîka vê hevdîtinê jî ev e. Ji bo li Rojhilata Navîn bibe hêzek bi bandor hewl dide îcazetê bigire. Li Rojhilata Navîn, hûn biçin ku derê li hember Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer û ji ber piştgriya wê ya DAIŞ’ê bertek û nerehetiyek mezin heye. Êrîşa li hember Efrînê hemû cîhanê dît. Tirkiye çû çeteyên DAIŞ’ê li wir bi cih kir. Hevîtinên li ser maseyan zêde wateya wê tune ye.  Dibe ku bibe sedema hilweşîn û texrîbatan.
 
*Rêveberiya herêmî di vê miajarê de peyamên balkêş dide. Hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re bal kişand. Şengal bê tunekirin wê berjewendiya Rêveberiya herêmî çi be?
 
Divê rêveberiya herêmî vê fêm bike; AKP dijminê kurdan e. Her destkeftiya kurdan ji bo vê desthilatdariyê tehdîd e. Ji ber encamên referandûma 2016’an deriyên sînor hat girtin. Piştî evqas tişt Neçîrvan Barzanî hat Tirkiyeyê. Wêneyê hat parvekirin gelek tişt îfade dikir. Ev nîşaneya ku rêveberiya herêmî polîtîkayên AKP’ê erê dike, hevkarê polîtîkayên AKP’ê ye, bû.  Mexmûr hat bombebarankirin yek tiştek nehat gotin. NY’ê daxuyaniya şermezarkirinê da. Şengal di axa Iraqê de ye û yek gotinek nekir. Di esasê de teşeye rêveberina welatê wan a AKP’ê ye. Ya esas yekîtiya neteweyî ya gelê kurd e. Gelê kurd bi rihê yekitiya neteweyî tev digere. Gelê kurd li bajarên cuda jî bijî bi rihê yekitiyê tev digere. Di vê mijarê xebatên wan hene. Lê hinek alî hewl didin pêşî li vê bigirin.
 
*Evqas êrîş li hember destkeftiyên kurd hene, ev polîtîka wê bide qezenckirin?
 
Ev polîtîka tu car nade qezenckirin. Gelê kurd tevî van êrîşan bi berxwedanan destkeftî bi dest xistin. Niha dema parastina destkeftiyan e, mezinkirina destkeftiyan e. Gelê kurd bi vê hişmendiyê tev digere. Komên desthilatdariyê jî li pey parastina desthilatdariya xwe ne. 
 
*DMME’ê 6 salan şûnde der barê rakirina destnedana 40 parlamenterên HDP’ê de biryara binpêkirina maf da. Tevî vê biryarê AKP di dijhiqûqiyê de çima israr dike?
 
Îro hemû Tirkiye û hemû hêzên demokrasiyê realîteyeke ku qebûl dike heye. Tevî hemû zext û zorên AKP’ê rastiyeke partiyê ya ku bi cesaret heqîqetê vedibêje ya HDP’ê heye. Fikriyata HDP’ê nîşan da ku wê AKP winda bike. Hilbijartinên 31’ê Adarê, pêvajoya 7’ê Hezîranê pêvajoyek wisa bû. Ya ku xetên faşîzmê asteng kir HDP bû. Desthilatdariya AKP’ê jî her tim bi êrîşan hewl dide xwe berdewam bike. Niha jî hewl dide vê ji ser parlamentera me Semra Guzel pêk bîne. Dema ev pêvajo dest pê kir hevala me bi daxuyaniyê îfade kir û me jî xeta xwe ya parastinê ava kir. Ev pêvajo giştî di pêvajoya çareseriyê de pêk hatiye. Her kes dikare bi hezkiriyên xwe re  nêz bibe. Bûyer 6 sal berê pêk hatiye û niha tînin rojevê. Ev jî êrîşa li hember partiya me nîşan dide.
 
*Niha yek ji rojeva esas tecdrîd e. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ev 10 meh in agahî jê nayê girtin. Erdogan, Selahattin Demîrtaş qest kir û got ‘Wê hesab bide Îmraliyê’. Gelo ev denklemek polîtîk e?
 
Terzek rêveberkirinê ya AKP’ê heye. Terza ku demên krîzê ji ser xwe bavêje heye. Ev jî bi awayekî  hewaya nakokî û pevçûnan diafirîne. Çîroka herî dawî ku Erdogan hewl dide biafirîne ev e. Tişta ku dike jî ji girankirina tecrîdê wêdetir tiştek din nîne. Sedema tecrîdê ew in û polîtîkayên wan ên şer in. Hemû cîhan vê dizane; hema hevdîtin bi Birêz Ocalan re tê kirin li Tirkiyeyê hewaya aştiyê serdest dibe. Lê desthilatdariya ji şer xwedî dibe ji vê ne rehet dibe û tecrîdê girantir dike.
 
*Girêdayê tecrîdê di demên dawî de li girtîgehan mirin hatin jiyîn. Hûn dixwazin der barê vê de çi bêjin?
 
Guhertina kesan tiştekî îfade nake. Hiqûqek dijminahî heye. Kes biguherin jî yên di mekanîzmaya giştî ya desthilatdariyê de cih digirin li gorî hiqûqa dijminahiyê tev digerin. Wezîrê dadê guherî. Wezîrê nû Bekîr Bozdag peywira xwe dewrê Abdulhamît Gul kiribû.  Pêvajoya 8 salan a wezareta dadê ya Tirkiyeyê heye.  Yanî guherîna kesan tiştekî îfade nake. Ev nêzîkatiyeke li hember pirsgirêka kurd e. Di demên dawî de mirinên pêk hat, hemû li ber çavan bi zanebûn di hucreyan de pêk hatin. Ev ne mirinên ji rêzê bûn. Ev polîtîkayeke taybet e. Li vî welatî rewşa girtîgehan nîşaneya mafê mirovan û demorasiyê ye. Li girtîgehan ne pêkan e mirov behsa mafê mirovan bikin. Em di vê mijarê de dizanin ku bi dijwarî nêz dibin. Ji aliyê rayagiştî ya demokratîk ve bertek mijara gotinê ye. Li Wan û Amedê malbat nobetê digirin. Li hinek cihan çalakiyên aktîf hene. Yên xwedî wijdan wê destûr nedin van mirinan.
 
*Di hefteyên borî de bi banga HDP’ê 8 partî bi ‘tifaqa demokrasiyê’ hatin gel hev. Girîngiya vê ji bo pêvajoyê çiye?
 
Di dema nêz de me civîna Meclîsa Partiyê (PM) pêk anî. Yek ji mijarên girîng a rojeva me nîqaşên Tifaqa demokrasiyê bû. Yek ji xala rojevê ya girîng; Tespîta rastiya deshthilatdariyeke ku faşîzmê li gelan ferz dike bû. Li dijî vê jî rastiya muxalefeteke ku hêza çareseriyê nayne û avê ji desthilatdariyê re dikşîne heye. Gel ne mahkumê van her du rêbazan e.  Ji ber vê jî avakirina xeta sêyem pêkan e. Em wek partî di ferqa berpirsyariya xwe de ne. Em difikirin ku ji bo gelan alternatîfa sêyem biafirînin. Ya bi me bide qezenckirin rêya sêyem e. Ya faşîzmê beralî bike jî ew e.
 
*Ligel tifaqa Demokrasiyê, ‘tifaqa jinê’ jî tê nîqaşkirin. Herî dawî Gultan Kişanak di ve mijarê de bangek kir. Hûn çawa dinirxînin?
 
Hemû kesên têkoşîna jinê dimeşînin vê dibêjin; Jinbûn, nasnameya piştevaniya jinê û tifaqê ye. Em partiyeke di mijara jinê de pêngavên girîng avêtiye. Pergala hevserokatiyê, nûneriya wekhev wê xeta têkoşin û tora piştevaniya jinê bi her kesî bide qezenckirin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, piştevaniya jinê hêzê dide hev. Yên sînoran bibezînin wê  bi rihê tifaqê tev bigere. Ev rih ji bo civaka Tirkiyeyê jî derbasdar e. Her jina li Tirkiyeyê dijî mexdûrê çavsoriya desthilatdarî û mêr e. Nasnama jinê her tim di bin tehdîdê ye. Ya esas ev e em ligel hev cih bigirin.
 
*Di pêvajoya dawî de ji Semra Guzel bigirin heta Sezen Aksu jin di hedefê de ne. Bi taybet çend sal in hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî tê de gelek siyasetmedar tên tehdîdkirin. Sedema vê polîtîkayê çiye?
 
Her desthilatdarî di esasê de mêr e. Ji mêr û mêjiyê mêr xwedî dibe. Ji ber vê jî ne pêkan e jina li pêş wê xurt dibe qebûl bike. Li Tirkiyeyê kuştinên jinan tên rewakirin û gumanbar tên parastin. Ew dizanin ku piştevaniya jinan ji bo wan xetere ye. Ji bo desthilatdariya xwe bimeşînin jî ji şer xwedî dibin.  Em behsa rastiyeke jinê ya di her şert û mercî de têdikoşe dikin. Ev realîteyeke ku faşîzmê şûnde dixîne ye. Di pandemiyê de jin bi şîdetê re anîn rû hev. Lê tevî van jinan li berxwe dan.