‘Li dijî komployê em ê têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 09:07 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
WAN - Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli da zanîn ku di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de 23 sal derbas bûye û got: "Komplo li aştî, edelet û wekheviyê hatiye kirin. Em wek partiya herêmî wek jinên kurd vê komployê qebûl nakin.”
 
Komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji Seferatxaneya Kenyayê ya Yewnanîstanê hat revandin û teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Di ser komployê de 23 sal derbas bû. Tevî vê polîtîkayên şer, tecrîdê hîna jî didomin. Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli  der barê komployê de nirxandin kir.
 
‘Em ê têkoşînê mezin bikin’
 
Gulderenê got di ser komployê de 23 sal derbas bûye û komplo wiha şermezar kir: “Em jinên kurd tu car komployê qebûl nakin û diyar dikin ku wê li dijî komployê heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin wê têkoşîna xwe bidomînin. Dema mirov li komploya 15’ê sibatê dinêrin, dibînin ku komplo di encama hevkariya hêzên navneteweyî de pêk hatiye.”
 
‘Em qebûl nakin’
 
Gulderenê wiha dirêjî dayê: “Komploya navneteweyî ya li hember Abdullah Ocalan wê vala derkeve. Em sedema pêvajoya komployê dizanin.  Rêbertî xwedî paradîgmaya ku ji bo Rojhilata Navîn bû hêvî, ye. Bi vê komployê jî xwestin darbeyê li gel bixin. Komplo li aştî, edelet û wekheviyê hatiye kirin. Em wek partiya herêmî wek jinên kurd vê komployê qebûl nakin.”
 
‘Çareserî Îmraliye’
 
Gulderenê got navnîşana çareseriya pirsgirêkên tên jiyîn Îmraliye û ev tişt anî ziman: “Em hemû dizanin ku çareserî Îmraliye. Em dibînin ku gel li dijî her zilm û zextê dubare radibin ser piyan. Em vê komployê şermezar dikin. Divê hevdîtinên bi Îmraliyê re pêk bên.”
 
‘Îşkence li rûmeta mirovahiyê dikin' 
 
Gulderenê dawiya axaftina xwe de balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û tecrîdê û wiha dawî lê anî: “Tecrîda li ser Rêbertiyê di esasê de li ser hemû civakê pêk tê û bi taybet jî li ser kurdan. Li girtîgehan li rumeta mirovahiyê îşkence tê kirin. Divê wezareta dadê demildest peywira xwe bîne cih.”