Bi hinceta strana kurdî gotiye înfaz hat şewitandin

  • 09:15 5 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Girtiyê bi navê Hamza Yildiz bi hinceta strana kurdî gotiye tahliyeya wî hat taloqkirin. Dayika Hamza, Turkan Yildiz da zanîn ku divê tecrîd û binpêkirina mafan ya li hember girtiyan bidawî be û xwest kurê wê bê tahliyekirin.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û li hember girtiyên li Tirkiyeyê û herêmê jî binpêkirinên mafan roj bi roj zêdetir dibin. Girtiyan bi hevkariya malbat û parêzerên xwe ev binpêkirin ragîhandin, lê tevî vê rayedar bêdengiya xwe didomînin. Li aliyê din jî girtiyên ku cezayên wan qedyane bi hinceta cezayên dîsîplînê înfaza wan tê şewitandin û nayên tahliyekirin.
 
Girtiyê bi navê Hamza Yildiz yê 5 sal bû li girtîgeha Tîpa D a Amedê girtibû û piştre sewqî girtîgeha Tîpa F ya Amedê hat kirin, tevî ku cezayî wê di 28’ê çile de bidawî bû jî nehat berdan.
 
Dayika Hamza, Turkan Yildiz destnîşan kir ku biryara tahliyeya kurê wê hatiye dayîn lê tevî vê nehatiye tahliyekirin û wiha dirêjî dayê: “Kurê min roja înê li min geriya û got biryara tahliyeyê hatiye dayîn, ji parêzerê min re ragîhane. Ez li parêzer geriyam û min got biryara tahliyeyê hatiye dayîn. Piştre ez li girtîgehê geriyam. Min got divê bihata tahliyekirin çima nehatiye berdan. gotin ‘Heta roja sêşemê ez nikarim bersiv bidim’. Ez roja duşemê çûm hevdîtinê. Min ji gardiyan re got ez dixwazim biçim cem dozger. Ez çûm cem dozger û gotin ji ber Hamza di koxuşê de li sazê xistiye û strana kurdî gotiye cezayê dîsîplînê li wî û hevalên wî hatiye birîn.”
 
Poşmanî lê hat ferzkirin
 
Turkanê daxuyakirin ku ji aliyê dozgeriya girtîgehê ve bi hinceta ‘Strana kurdî gotiye û di telefonê de kurdî axiviye’ lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: “Rûniştina kurê min hebû em çûn edliyeyê. Lê ne li salona edliyeyê bû. Ez tirsiyam. Piştre kurê min geriya û got bi SEGBÎS’ê tevlî bûye. Kurê min pir bi hêrs bû. Got ‘ji bo me bernedin hincetan diafirînin. Me bernadin. Ez birim cihekî poşmanî ferz kirin. Min qebûl nekir û min got ez nakim.’ Zilmê li girtiyan dikin.”
 
‘Bila malbat bibin yek’
 
Turkanê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku divê demildest bên berdan û wiha bang li malbata kir: “Li ser girtiyan tecrîdek giran heye. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Nayên berdan. Bila êdî dayik negirîn. Bila xwîn nerêje. Bila malbat bibin yek û têbikoşin.”