'Jin afrînera jiyana nû ye'

  • 09:14 5 Sibat 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Xezalê Şêxmûs derbarê rewşa aboriya jinê de axivî û ev tişt anî ziman: "Li Efrînê jinan her tim li derdora xwe baxçeyek çêdikirin û tê de çandinî dikirin. Ji ber vê yekê pêwîstiya jinê bi derve tune bû. Li gor derfetên kêm me ji bo jinan hin pirojeyên biçûk ava kirine. Pirojeyên me hemû jinan hembêz dikin."
 
Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, jin derketin qadan û cihekî mezin di nav xebatê de girtin. Yek ji qadên civakî ya girîng qada aborî ye, jinê rolek mezin di vê qadê de lîst û tê de cihekî mezin girt. Qada aboriya jinê li Efrînê gelek li pêş bû, ji ber ku jinan pirojeyên mezin ava kiribûn. Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe, gelê Efrînê koçî Kantona Şehbayê û hin ji wan koçî Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê bûn. Ji ber ku Kantona Şehba û Taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve dorpêç kirine, jin di aliyê avakirina pirojeyan de gelek astengiyan dibînin. Ev yek jî bandorê li jiyana jinan dike, ji ber vê jin di civakê de asteng dimînin. Lê dîsa jî jinan hin pirojeyên biçûk û li gor derfetan ava kirine. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê Xezalê Şêxmûs ji ajansa me re axivî.  
 
'Qada aboriya jinê li Efrînê gelek li pêş bû'
 
Xezalê di destpêka axaftina xwe de behsa cudahiya rewşa aboriyê ya li Efrînê û li taxa Şêxmeqsûdê kir û wiha anî ziman: "Ger mirov hinekî vegere dema berê, li Efrînê jinê her tim li derdora xwe baxçeyek çêkirine û tê de çandinî dikir. Ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi derve tune bû. Ji bilî wê jî weke aborî jinê erdek xwe digirt dest û li ser dixebitîn, bi vî awayî xwe di aliyê aboriyê de pêş dixistin. Weke jin li Efrînê gelek piroje hatibûn avakirin, bi taybet weke jin di demên dawî de aboriya me pir li pêş dibû. Piştî dagirkirina Efrînê rastî  jinê di aliyê aboriyê de gelek astengî kişand. Piştî ku jin koçî Şehbayê bûn, di wir de jî gelek astengî dîtin lê disa aboriya xwe ji nû ve ava kirin. Li kêleka wê jî weke taxa Şêxmeqsûd ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye. Kantona Şehbayê û bajarê Helebê pir nêzî hev in, lê em û Kantona Şehbayê ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve dorpêçkirî ne. Mirov weke taxa Şêxmeqsûdê bigire dest, gelek pêdiviyên civakê tune ne. Pir ji kargehên ku li vê derê hene hatine sekinandin, ji ber ku derfet gelek kêm in. Em jî weke aboriya jinê derfetên me tune ne ku em ewqas pirojeyên mezin vekin. Ji ber rejîmê me dorpêç kiriye, ji ber vê yekê bazirganî tune ye."
 
'Li gor derfet kêm in jî, me hin piroje ji jinan re ava kiriye'
 
Xezalê di axaftina xwe de bal kişand ser pirojeyên ku di taxa Şêxmeqsûd de dane avakirin û wiha pê de çû: "Em weke komîteya aboriya jinê ya taxa Şêxmeqsûdê, li gor derfetên kêm jî me ji bo jinan hin pirojeyên biçûk ava kirine. Pirojeyên me dane avakirin weke dikanên mûnetê, dikanên cil û berg, Ofîsa qurtasî û tiştên ku bi destan tên çêkirin e, li gor derfetên ku di destên me de em pirojeyan ava dikin. Niha jî me weke aboriya jinê me pirojeyek ji bo jinan ava kiriye. Karê jinê jî di vê pirojeyê de li ser textan morik û pîlikan direşînin, wekî wêneyan çêdikin em jê re dibêjin "Nal" e. Li gor derfetên kêm û girêdana jinê ya bi mal û zarokan ve lê dîsa jin hewl didin ku pirojeyan ava bikin, li hember van astengiyan jin têdikoşin. Barê jinê pir giran e bi taybet di vê şoreşê de jin berê herî giran hildaye ser milên xwe. Lê li beramberî hemû alozî û astengiyên jiyanî jin kar û xebatên xwe di hemû qadên civakî de, dimeşînin."
 
'Jin afrînera jiyana nû ye'
 
Xezalê wiha xaftina xwe bi dawî kir: "Pirojeyên me ji bo pêşerojê hene lê derfet tune ne, lê li gor derfetan niha pilanên me ji bo pêşerojê ew e ku em pirojeya nal mezin bikin û çend beşên din vekin. Di vê pirojeyê de ji temena 12 salî heya 40 salî em hembêz dikin. Zêdetir em dixwazin jin di her alî de xwe rêxistin bikin û pêş bixin, ev jî weke erkekê ye dikeve ser milê me milê Komîteya Aboriya Jinê. Jin her tim afrînerên jiyana nû ne, ji ber vê pirojeyên jinê her tim li pêş in û bi ser dikevin. Ji ber vê yekê jî em bang li jinan dikin ku berê xwe bidin pirojeyên ku me dane avakirin, da ku em bi hev re bi yek destî kar û xebata xwe xurtir bikin."