Çîgdem Kiliçgun a HDK’î: Polîs û leşker alavên şerê qirêj in

  • 09:04 5 Sibat 2022
  • Ramyarî
Marta Somek
 
STENBOL- Ji Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê Çîgdem Kiliçgun da zanîn ku dewlet di esasê de pergala xespê ye û wiha got: “Hat lêpirsînkirin ku jinen li Kurditanê çawa bi leşker û polîsan re dikevin têkiliyê lê tişta esas pir cuda ye. Peywira me ya sereke ev e ku divê em bizanibin polîs û leşker li vê herêmê bi çi aramancê tên bicihkirin û vê niqaş bikin.”
 
Di encama polîtîkayên şerê taybet ya li herêmê de tacîz û tecawiza leşker û polîsan jî heye û di demên dawî de nûçeyên hişbir, fuhuş û tecawiza tê kirin zêde bûne. Sala  borî Îpek Er li Qubîn a Êlihê întîxar kir û jiyana xwe ji dest da. Lê ji nameya ku Îpekê li dû xwe hişt derket holê ku çawîşê pispor Musa Oarhan li Sêrtê tecawizî wê kiriye. Piştî vê bûyerên tecawizên leşker û polîsên li Cizîr û Wanê derketin holê.
 
Êrîş zêde bûne
 
 Her wiha di mehên dawî de êrîşên nîjadperest jî zêde bûne û hedefgrtina kurdan ddome. D 17’ê Hezîrana 2021’ê de gumanbar Onur Gencer êrîşê avahiya HDP’a Îzmîrê kir û Deniz Poyraz qetil kir. di Tîrmeha 2021’ê de li Konyayê  malbatek kurd di êrîşa nîjadperest de hat qetilkirin. 10’ê Çile de li Stenbolê penaberê Sûriyeyê Naîl Alnaîf hat qetilkirin û di 22’ê Çile de jî li Bursayê yek jin du Sûriyeyî di êrîşa çekdarî de hatin qetilkirin. 
 
Ji Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê Çîgdem Kiliçgun der barê mijdarê de nirxandin kir û got: “Dewlet di esasê de pergalek xespê ye. Xesp jî ne tenê aborî, xespkirina nirxên demokratîk ên li dora jinê hatine hûnandinê ne. Dîsa dewlet, sazîbûneke tifaqa mêr e. Ji bo erdnîgariya Kurdistanê divê em tiştên hîn bêtir taybet bêjin. Îpek Er, Gulîstan Doku. Ev mînakên derketine pêş in. Lê gelek jin van mexduriyetan dijîn.”
 
‘Leşker û polîs alavên şerê taybet in’
 
Çîgdemê balkişand ser polîtîkayên şerê taybet yê li herêmê pêk tê û destnîşan kir ku leşker û polîsên gumanbar wek alava şer li herêmê hatine bicihkirin û wiha dirêjî dayê dayê: “Divê bicihkirina leşker û polîsan a li herêmê rast bê nirxandin. Li dijî vê jî têkoşîn gelek girînge.”
 
‘Jin deyndarê Emanî El Rahmun in’
 
Çîgdemê balkişand ser  êrîşên li hember penaberên Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Li Sakaryayê jina Sûriyeyî Emanî El Rahmunî bi zaroka di zikê wê de hat tecawizkirin û kuştin. Bêguman jinên ku ev mijar ji bîr nekirine hene. Lê bertekek mezin nehat nîşandan. Ger ev jin ne Sûriyeyî bûna wê rewş cudatir bûna. Ji ber vê li gorî min hemû jin deyndarê Emanî El Rahmun in. Her wiha ji ber zêdetir li ser êrîşên nîjadperest nayê sekinandin û deşîfrekirin ev êrîş zêde dibin.”
 
‘Dewlet hişê civakî ji destê me girt’
 
Çîgdemê bi lêv kir ku Denîz Poyraz, Îpek Er, Gulîstan Doku parçeyek vê rewşê ne û got li Tirkiyeyê kesên ne ji nasnama Tirk û Sunnî bi komkujiyan re tên rû hev û wiha daxuyand: “Yek ji organîzasyona herî mezin ê dewletê ev e ku hişê civakî ji destê me bigire. Ermenî, elewî, tirk, kurd, suriyeyî hemû li vê erdnîgariyê bi hev re li ser sifrê runiştin. Bi hev re govend gerandine. Ji heman nirxan xwedî bûne. Lê dewletê ew li hember hev biyanî kirin. Di vê de jî bi ser ket.  Li sînorê Îranê jinek Afgan qefilî û jiyana xwe ji dest da. Hewldan bêjin ‘ ji ber berfê miriye’. Em navê gelek jinên ku tên kuştin an jî jiyana xwe ji dest didin nizanin. Mixabin ev rewşek bi êşe. Jina Afgan ji bo du zarokên xwe bide jiyîn jiyana xwe ji dest da. Yê jina Afgan qetil kir dewlet e, sînorên dewleta mêr e. Tenê hewaya cemidî mirina wê hinek din leztir kir.”
 
'Têkoşîna jinan mezin bûye'
 
Çîgdemê balkişand ser têkoşîna jinan a di salên dawî de bi awayî cidî mezin bûye û wiha dirêjî dayê: “Ji êrîşên dewletê jî ev tê fêmkirin. Em jin her tim ligel hev sekinin. Ji kîjan nasname û baweriyê dibe bila bibe em ligel hev sekinin. Ev têkoşina jinê ji bo qadên din yên têkoşîna civakî dibe mînak. Jinan tu car kolan terk nekirin. Bersiv dan hemû êrîşên dewletê. Jin wê li kolanan  bi cesaretek mezin têkoşîna xwe bidomînin”
 
‘Hewldana me ya em bi hemû nasnameyan re bên gel hev heye’
 
Çîgdemê her wiha axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî îfşakirina dewletê, divê hatina gel hev a nasnameyan bê nîqaşkirin. Dewlet di pozîsyoneke ku nahêle gel bên gel hev de ye. Ermenî, elewî, kurd ji bo civakê ne tehdîdin. Ji bo dewletê tehdîdin. Ji bo ev agahî bê belavkirin ev peywira me ya esas e. Em wek HDK du sale bi dirûşmeya ‘gel xwe vedibêjin’ bernameyan pêk tînin. Hewldana me ya ku em bi hemû nasnameyan re bên gel hev, heye. HDK di vê mijarê de hewldanên xwe bi israr dimeşîne.”