Di sala 1999'an de di greva birçîbûnê de bûn: Gel serî netewand

  • 09:02 5 Sibat 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Jinên ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî komploya navneteweyî dest bi greva birçîbûnê kirin gotin: "Em hem di şînê de bûn û hem jî di serhildanê de bûn. Gel li qadan bi çalakiyên xwe hersa xwe anîn ziman û xwedî li doza xwe derketin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî ku Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê hat kirin li her deverê cîhanê çalakiyên curbicur hatin lidarxistin. Gelek çalakî bi pêşengiya jinan hat lidarxistin. Jinên ku wê demê ketibûn greva birçîbûnê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Cizîra Botan ji îxanetê re bêdeng nema’
 
Medîne Aksoy, bi rêya televîzyonê agahiya dîlgirtina Abdullah Ocalan bihistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serok piştî ji aliyê dewletên derve ve teslîmê Tirkiyeyê hat kirin vir ve destûr nayê dayîn ku hevdîtin bên kirin. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin biçin hevdîtinê. Piştî ku serok hat girtin ji vir ve li Tirkiyê her tişt xirap bû."
 
'Wek lehiyê daketin qadan'
 
Medîne di axaftina xwe de wiha bal kişand ser çalakiyên ku hatî lidarxistin: "Li dijî komployê li her deverê cîhanê gel rabûye li ser piyan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Cizîra Botan jî li dijî vê îxanetê bêdeng nema û rabûn li ser piyan. Me li taxan konên xwe veda û dest bi greva birçîbûnê kir. Wê demê gelek kes piştgirî da greva birçîbûnê. Polîsan bi tund êrişê li çalakiyên me dikir. Ligel her cureyên êrişan me greva xwe ya birçîbûnê li malan berdewam kir û her roj em diçûn malekî. Ji her taxê xelk dihat serdana greva birçîbûnê. Ligel şîngirtinê, gel çalakiyên xwe jî pêk dianî. Greva birçûbûnê ya bi pêşengiya jinan ve hatî destpêkirin nêzî salekî berdewam kir. Lê ji bo hemû çalakiyan xwedî derketineke mezin hebû. Ji bo gel binçavkirin û girtin ne xem bû. Gelê Cizîrê wekî lehiyê daketibû qadan."
 
‘Ji bo çareseriyê tifaq hewceye' 
 
Medîne, di dawiya axaftina xwe de behsa tecrîdê kir û got: "Divê kesên ku îxanetê dikin dev ji vê tiştê berdin û bên li ser rêya rast. Piştî serok hat girtin tu tişt êdî ne wek berê bû. Şer her ku çû zêde bû û gel îxanetê li hevdû kir. Bi kûrbûna tecrîdê re girtin zêde bûn. Divê gelê me rabe li ser piyan û tifaqa xwe ava bike. Ger ku tifaq hebe dê hemû tişt çareser bibe. Em xwedî li serok derkevin û vê tecrîdê bişkînin. Em êdî jiyaneke azad, aram û aştiyane dixwazin. Em êdî kuştin, girtin û qetlîaman naxwazin.”
 
‘Gel daket qadan’
 
Hatîce Dûrmûş jî destnîşan kir ku dema ew bihîstiye Abdullah Ocalan hatiye girtin jê bawer nekiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dema serok hat girtin gel wê demê gelek zêde qehirî. Gel li dijî girtina serok rabû ser piyan û dest bi çalakiyan kir. Wê demê gelek kes dest bi greva birçîbûnê kir. Jin, zarok û ciwan bi şev û roj di nav çalakiyan de bûn. Gelek kesî bedena xwe da ber agir.”
 
‘Gel serî netewand' 
 
Hatîce, bi bîr xist ku ew jî li dijî girtina Abdullah Ocalan wê demê ketiye greva birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Bi pêşengiya jin, dayik û ciwanan kon hatin vedan û greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Dayik cilên reş li xwe kirin û dest bi greva birçîbûnê kirin. Ciwan jî bi cilên reş li kolanan di nav çalakiyan de bûn. Polîsan bi awayeke hovane êrişê çalakiya me ya greva birçîbûnê kirin. Êdî li malan greva birçîbûnê hatin berdewamkirin. Çalakî nêzî salekî dom kir. Gel tu carî li hemberê zilmê serî netewand.”
 
‘Li her derê qerekol hatin avakirin' 
 
Hatîce, destnîşan kir ku dema Abdullah Ocalan hat dîlgirtin li Cizîrê şîn dest pê kir û got: “Me nizanibû çawa dibe şev û çawa dibe roj. Ew qas qehra me mezin bû. Ji wê rojê heta îro di jiyana me de gelek guhertin çêbûn. Zilm, êrîş, girtin, binçavkirin, kuştin û komkujî zêdetir bû. Zilmek mezin li ser gel hat meşandin. Di dema pêvajoya çareseriyê de jî dewlet li her deverê welat qereqol avakirin. Dewletê di vê pêvajoyê de planên xwe kir meriyetê û piştî ku pêvajo jî qedand dest bi şer kir." 
 
‘Li dijî tecrîdê xwedî li girtiyan derkevin' 
 
Hatîce, da zanîn ku li dijî tecrîdê gelek caran grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya serok li her derê çalakî û grevên birçîbûnê hatin lidarxistin û heta îro jî ev çalakî tên domandin. Ji ber ku zarokên me li girtîgehan li dijî tecrîdê derketin niha bi zor û zilmê re rûbirû ne. Divê bê zanîn ku em tu carî dev jî doza xwe bernadin. Heta dawiya emrê xwe ez ê li ser vê rêyê bim. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî tecrîdê divê em xwedî li girtîgehan derkevin."