Zarokên 15’ê Sibata 1999’an: Em wê roja reş ji bîr nakin

  • 09:07 4 Sibat 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dîroka 15’ê Sibata 1999’an, di hişmendiya kurdan de xwedî cihekî cuda digire. Axaftina her jinekê her tim bi gotina “Em wê roja reş ji bîr naklin” dest pê dike. 15’ê Sibatê ji aliyê sîyasî de bi “Komploya navneteweyî” hat binavkirin. Jinên ku îro di nav xebatên partiyê de cih digirin û wê demê zarok bûn, anîn ziman ku ji wê rojê gelek bandor bûne û wiha gotin: “Bi wê bîr û baweriyê em di nava xebatên partiyê de cih digirin. Têkoşîn û berxwedana me heta vê rojê berdewam dike.”
 
Kesên ku 15'ê Sibat'ê ya 1999'an ku  Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan  bi komployek navneteweyî hatibû girtin û teslîmî Tirkiyeyê hatibû kirin bi bîr tînin, derûniyek  kûr dijîn. Hevokên wan her  tim bi gotina 'Ew roja reş' dest pê dike. 15 Sibatê ji aliyê sîyasî de wek ' Komployek navneteweyî' hat binavkirin. Di 15’ê Sibata 1999’an de dema komplo pêk hat li hemû deverên Kurdistan, Tirkiye û cihanê gel rabû li ser piyan û herikîn qadan.
 
Jinên ku ji wê demê zarok bûn û ji tiştên hatin jiyîn bandor bûne îro di nava xebatên siyasî de cih girtine û berxwedana xwe didomînin û dibêjin: “Em tu carî wê roja reş ji bîr nakin.”
 
‘Ew roj wekî xewnek şevan bû’
 
Meryem Eşkara, anî ziman ku dema ew dibêje 15’ê Sibatê rojek reş û tarî tê bîra wê û got ku Abdullah Ocalan dema di 15’ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê hatiye kirin bi awayek bêbextî hatiye teslîmkirin. Meryem, got ku di 15’ê Sibata 1999’an de ew 11 salî bûye û ew roj wekî xewnek şevan tê bîra wê û wiha domand: “Her çiqasî ez di nav malbatek welatparêz de mezin bûme jî şahidiya ku min wê demê kiriye wekî xewnek şevan e. Wê demê ez her çiqwasî biçûk bûm jî bandorek mezin li ser min kir. Min ji xwe re digot ‘ev kes kî ye û çima ev komplo lê hatiye kirin û ev qas mirov rabûne li ser piyan.’ Wê demê kaosek hat jiyîn. Tê bîra min ku wê demê malbata min hemû xemgîn bûn û şîn kete mala me. Mirovan hefteyekê xwarin nexwarin. Mirov biçûya kîjan taxê jiyan hatibû rawestandin. Dilê mirovan gelek dişewitî. Wê demê dayik li kolan û kuçeyan hêstirên çavan dibarandin. Ew roj û dem bandorek mezin li ser min kir. Min jî digot ‘rêberê me ew qas kesekî bi nirx û nav û deng e ku ev mirov ketine şînê.’ Hemû kesî paçikên reş di şaneşînê xwe de daliqandin. Dayikan li dijî komployê rojî digirtin. Dayika min jî bi xwe rojî digirt. Hemû kesan cilên reş li xwe kiribû. Ji bo ku komployê nelet bikin dayikên me rojî digirtin.”
 
‘Wê demê hemû kes rabû li ser piyan’
 
Meryem, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan dema bi komployek teslîmê Tirkiyeyê hatiye kirin, tiştên hatin jiyîn bandorek mezin lê kiriye û bi van gotinan behsa wê demê kir: “Ji wê rojê heta niha bandorek mezin li min kir û girêdayînbûnek min bi Rêber re çêbû. Ev tişt tim berdewam kir. Li her deverê Tirkiyeyê gel rabûbû ser piyan û komplo şermezar dikirin. Wê demê kaosek mezin hatibû avakirin. Dinya tevlîhev bû. Ji ber vê komployê li her derê roj reş bû. Rêberê Gelê Kurd ne rêberekî ji rêzê bû. Ji ber vê yekê bi awayek bêbextî radestî Tirkiyeyê hat kirin. 55 mîlyon kes girêdayî Rêber in. Wê rojê li hemû deveran gel li ser piyan bûn û gotin ‘Rêberê me ne bê xwedî ye.’ Gelê kurd wê demê xwe li hemû kesan da qebûlkirin ku gelê kurd heye û li pişt Rêberê xwe ne. Gelê kurd ji wê demê heta îro li ser piyan e û vê komployê tim şermezar dike. Her qewmek bi rêberê xwe ve heye. Bi Rêber ve bîrdoziyek hat destpêkirin. Hemû gel bi bîrdozî û felsefeya Rêber xwe perwerde dikin. Ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd ditirsiyan hemû dewletan vê komployê pêk anî. Rêberê Gelê Kurd ne wek dewletên dinê dîkdator e, bi fikr û ramanên xwe li hemû dinyayê xwe da qebûlkirin. Di dinyayê de yekemîn rêberek hebe ew jî Rêberê Gelê Kurd e. Hemû cihan li pey Rêber e û dixwazin rêberê wan jî wekî rêberên welatên dinê azad be. Ji ber ku rêberê tu welatekî di hûcreyan de 23 sal in di bin tecrîdê de nayên girtin. Daxwaza gelê kurd û Tirkiyeyê ew e ku jiyanek azad û wekhev ava bibe û Rêberê wan bê berdan.”
 
‘Bi wê bîr û baweriyê min di nava xebatan de cih girt’
 
Meryem, di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber girtiyan Abdullah Ocalan bandorek mezin lê kiriye, piştî wê du salan şûnde di nava xebatên siyasî de cih girtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez di 11 saliya xwe de bi wê bîr û baweriyê vî tiştî didomînin û di temenên biçûk de nav xebatan de cih girtim. Dema Rêberê Gelê Kurd hat girtin wîcdana min qebûl nedikir ku ez li şûna xwe rûnêm. Di aliyê hişmendiyê de bandorek mezin li ser min kir. Piştî komployê du salan şûnde tevlî xebatên siyasî bûm û ji wê demê vir ve bi awayek aktîf tevlî xebatan dibim.  Ji bo azadî û aştiya gelê xwe, ji bo nasnameya xwe ez jî ketim nava xebatên siyasî. Bi taybetî jî di nav xebatên jinê de cih girtim. Xebatên min jî ji bo azadiya jinê civak û Rêberê Gelê Kurd e.”
 
‘Hemû kesan kincên reş li xwe kir’
 
Fatma Tunç jî ku dema komplo pêk hat 16 salî bû, diyar kir ku di wî temenê xwe de hîn tevlî xebatên partiyê nebûye. Fatma, bi lêv kir ku dema Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê hatiye kirin hemû gelên Tirkiyeyê û cihanê rabûye li ser piyan, çalakî li dar xistin û wiha domand: “Dema Serok teslîmê Tirkiyê kirin dayika min gelek xemgîn bû û şîn digirt. Min ji dayika xwe pirsî çi bûye û wê jî digot ‘Serokatî hatiye girtin, dinya xirap bûye û rojek reş e ji bo me.’ Dema ez 7 salî bûm wê demê wêneyê wî nîşanê me dabûn û min wê demê Serokatî nas kir. Dema dayika min diqeherî em jî pê re diqehirîn. Wê demê hemû kes rabû li ser piyan û daketin qadan. Dayika min wan dest bi greva birçîbûnê kirin. Hemû kesan perdeyên reş di malên xwe de daliqandin. Wê rojê dinya ji bo me bûbû wekî zindanê. Wê demê min fêm dikir ku girtina Serokatî ji bo me kurdan tiştekî cuda ye. Wê demê gelek ciwan tevlî refên azadiyê bûn. Ciwanan di nava bajêr de rabûbûn ser piyan û çalakî li dar dixistin.”
 
‘Hemû kes rabûbû ser piyan’
 
Fatma, da zanîn ku ji wê demê heta îro tu tiştî ji bîr nekiriye û hîn wekî wê rojê zindî ye û ev tiştan got: “Min fêm kir ku ev neheqî ye li me kurdan tê kirin. Piştî Serok teslîmê Tirkiyê hat kirin em jî tevlî xebatên partiyê bûn. Jixwe malbata min di nav xebatan de bûn. Roja ku Serokatî teslîmê Tirkiyê hat kirin hemû kesan kincên reş li xwe kirin û rojî digirtin. Hemû kes rabûbû ser piyan. Gel digot piştî Serok hat girtin rehetî êdî tune ye û em gelê kurd tu carî rûnanên û digotin ‘girtina Serok mirina me hemûyan e.’ Wê demê ez hêj zarok bûm, lê ew tiştên hatin jiyîn tê bîra min. Ciwanan tekelên erebeyan dişewitandin.”
 
‘Berxwedan û têkoşîna gel didome’
 
Fatma, diyar kir ku dema zarok bûye ji vê rojê û çalakiyên ku hatine kirin gelek jê bandor bûye û wiha vegot: “Bi vê komployê min baş fêm kir ku neheqiyek mezin li kurdan tê kirin. Ji wê demê vir ve ziman, çand û nasnameya me bindest e. Min di zarokatiya xwe de vê zilmê zanibû, lê piştî ku Serok hat girtin şûnde min ev tişt baştir fêm kir. Gelê kurd li hember vê zilmê serê xwe netewand û li berxwe da û hîn jî li berxwe didin. Dibe ku Serok ev çend sal in di girtîgehê de bê girtin, lê berxwedana gelê kurd berdewam dike. Ger ku Serok li derve bûya û ev gel wisa li berxwe bidaya belkî dê heta niha gelê kurd bigihîşta mafên xwe. Serok her çiqasî nava çar dîwaran de bê giritn jî gelê kurd dev ji berxwedana xwe bernade û vê têkoşînê didomîne.”
 
‘Dema 15’ê Sibatê tê ji bo me ew roj rojek reş e’
 
Fatma, di dawiyê de diyar kir ku piştî komployê wê jî di nav xebatan de cih girtiye û ev tiştan anî ziman: “Ji xwe malbata min ji berê ve di nava xebatan de cih digire. Lê ji ber ku ew roj bandorek mezin li ser min kir, piştre ez tevlî xebatên siyasî bûm. Her ku me dîtiye zilm li ser me kurdan hatiye kirin. Divê gelê kurd çi pêwîst be wê bike. Divê gelê me xwedî çand, ziman û nasnameya xwe derbikeve. Kesên ku neheqî li wan nehatiye kirin li vir nemaye. Hemû kesan êş kişandiye. Em tu carî wê roja reş ji bîr nakin. Dema 15’ê Sibatê tê ji bo me ew roj rojek reş e. 15’ê Sibatê ji bo me şîn e. Em ê heta dawiyê di nava xebatên siyasî de cihê xwe bigirin.”