Li Wanê polîtîkayên şerê taybet di dewrê de ne: Kuştin, şîdet û fuhuş

  • 09:04 4 Sibat 2022
  • Hiqûq
WAN - Parêzer Jiyana Ozkaplan balkişand ser şîdet, kuştin û fuhuşê ya li jinan tê ferzkirin û da zanîn ku polîs vê li ser jin û zarokên keç bi hêsanî dikin û wiha got: “Di doza Îpek Er de gumanbar çawîşê pispor Musa Orhan nehatiye girtin û ev encama polîtîka qirêj ya dewletê ye. Di encama pêknehatina pergala darazê de  fuhuş, kuştin û êrşa zayendî li hemberî jinan zêde dibe.”
 
Polîtîkayên şerê taybet hema hema li her qada jiyanê jin û zarokan hedef digire. Di encama polîtîkayên tên meşandin de bi destê polîs, leşker û cerdevanan, bûyerên fuhuş, tecawiz û qetilkirina jinan zêde dibin.
 
Derket holê ku  li Wanê eywaneke sipa û fikandinê ku jinan berbi fuhuşê ve dibe heye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; li bajêr di 16’ê Çile de Emniyetê bi ser eywanê de girtiye. Di serdegirtinê de du jê pewyirdarên cemawerî, 6 kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniya ji aliyê emniyetê ve hatiye dayîn de kamerayeke ku xemla ampulê danê jî hatiye desteserkirin. Piştî daxuyaniya emniyetê derket holê ku herdu xebatkarên cemaweriyê polîs bûne. Walîtiya Wanê jî der barê rastiya bûyerê de daxuyaniyek nivîskî da û got yek ji polîsan hatiye girtin yek jî hatiye berdan.
 
Seroka komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Polîtîkaya qirêj ya dewletê’
 
Jiyanê daxuyakirin ku li bajarên herêmê bikaranîna hişbir û fuhuşê gelek zêde bûye û der barê eywana misdanê ya li Wanê ku li wir fuhuş li jinan tê ferzkirin de axivî û wiha got: “Li Kurdistanê bikaranîna hişbir û fuhuşê zêde bûye. Li Wan, Amed û Colemêrgê, di demên dawî de navendên sipa û firkandinê zêde bûne. Ev cihên wisa wek cihên fuhuşê dertên pêşberî me. Li Wanê li vê navendê polîs jî hebûn. Polîs vê li jin û zarokan vê bi rehetî dikin. Di doza Îpek Er de gumanbar Musa Orhan nehatiye girtin û ev jî encama polîtîka qirêj ya dewletê ye. Di encama pergala darazê de fuhuş, kuştin û êrîşa zayendî zêde bûye.”
 
‘Polîsan bi taybet hildibijêrin û dişînin’
 
Jiyanê di berdewamiya axaftina xwe de sedema zêdebûna hişbir û fuhuşê wiha vegot: “Polîsên li herêmê peywirê dikin bi taybet tên hilbijartin û şandin. Polîsên divê ewlehiyê bigirin bi ferzkirina fuhuşê dertên pêş. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê kuştin û şîdet zêde bû. Her roj herî kêm du an jî sê jin tên qetilkirin. Ji bo kujerên jinan ji tehrîka bêmaf fêdeyê bigirin hinceta namûsê didin pêş. Sedema zêdebûna êrîşên demên dawî ji ber hewlesta darazê pêk tê.”
 
‘Sedema kuştinan pergala edeletê ye’
 
Jiyanê destnîşan kir ku 29’ê Çile de li Wanê mêrê bi navê Veysî Şenguler, Zeynep Şenguler ya pê re zewicandî û mêrê bi navê Veysel Coşku qetil kiriye û wiha dirêjî dayê: “Cînayetê plankirî dikin. Li gorî îdiayan dema plan dike hedefa wî Veysel Coşkun bûye. Lê jinê jî gelek hêsan dikuje. Kujer dema plan dike dibêje ‘Ez li ser navê namûsê bikim wê cezayê min bê daxistin’.  Ji ber vê jinê jî dikuje. Sedema vê jî pergala darazê ye.”
 
‘Daraz bi zîhniyeta mêr tê meşandin’
 
Jiyanê balkişand ser rola biryarên darazê ya di kuştinên jinan de û bi lêv kir ku ji ber lêpirsînek bi bandor nayê kirin, ji ber polîtîkayên bêcezahiştnê û tahliyekirina gumanbaran kuştinên jina zêde dibe û wiha dawî lê anî: “Jin li dijî şîdetê daxwaza destberdanê dikin. Tevî ku destberdan mafek jî, jin ditirsin ku îfade bikin. Zextan li ber çavan digire û wisa tevdigere. Her wrih darazake bi zîhniyeta mêr tê meşandinê heye.Di mijara biryara parastin û durxistinê de jî kêmasî hene. Ji hêzên ewlehiyê bigirin heta dozger heta dadgehên ceza û dadgehê malbatî qelsî heye.”
 
‘Divê têkoşîn bê meşandin’
 
Her wiha Jiyanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşînê û daxuyakirin kul i dijî polîtîkayên tên meşandin divê jin û zarok bibin xwedî hişmend û têkoşîna xwe bimeşînin.