‘Çîroka Erenê çîroka me hemûyan e’

  • 09:03 4 Sibat 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Rojnameger nivîskar Bîrcan Degîrmencî ku jiyana hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn nivîsî ji bo pirtûka nivîsî got ‘çîroka me hemûyan e’ û got ev tiştên hatine jiyîn gelek girîng e ku derbasî nifşê pêşerojê bibe.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku di temenê biçûk de biryar da ku bibe parêzer, di qada jiyana xwe de têkoşîn meşand. Piştî darvekirina Denîz Gezmîş bû parêzer û di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku kesî cesaret nedikir parezeriya wî bike, parêzeriya gelek dozên din kir. Erenê ku di heman demê de Gerîndeya Giştî ya Ozgur Gundemê kir, der barê wê de heta niha gelek caran doz hatiye vekirin.
 
Rojnameger nivîskar Bîrcan Degîrmencî ku ji nêz ve şahidiya jiyana Erenê kir, pirtûkek bi navê ‘Eren Keskîn, Keskîn Bîr Hayat’ nivîsî. Bîrcanê der barê pirtûka nivîsiye de nirxandin kir.
 
‘Bi salan e em hev nas dikin’ 
 
Bîrcanê got ji sala 1996’an heta niha rojnamegeriyê dike û ewil di Ozgur Gundemê de xebitiye û got: “Min li Stenbolê li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Stenbolê  (DGM) nûçegîhaniya darazê dikir. Min wê demê Eren Keskîn nas kir. Dozên diketê pir girîng bû. Piştre di çalakiya xizmên windayan, Dayikên Şemiyê, çalakiyên dema anîna Ocalan a Tirkiyeyê û daxuyaniyên der barê şîdetê de me ev hev dît. Ez di 2005’an de hatim Amedê û min li Şaredariya Bajarê Mezin dest bi xebatê kir. Lê her cara ez diçim Stenbolê Erenê dibînim.”
 
‘Fikarên min hebûn’
 
Bîrcanê got di 2018’an de dema Eren Gerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê bû der barê dozê lê hatibûn vekirin de roportaj ji bo Gazete Duvar kiriye û got: “Piştî wê sohbeta bi kêf fikra pirtûkê derket holê. Derdora Erenê her tim pêşniyar kirine ku bîranînên xwe binivîse. Wê jî xwest bi kesekê re vê bike. Pêşniyarî min kir ez kelecanî bûm. Ev ji bo min rûmet e. Min bi fikarên mezin dest pê kir. Ji ber tiştên min dixwest bêjim hebûn. Lê min nizanibû çawa bikim çawa Formula wê danim, rêbaza wê çawa bikim. Piştî demekê bi vegotinên şîrîn yên Erenê beyî ku zêde agahî û belgeyan tevlî bikim me rêya xwe meşand.”
 
‘Ev çîroka me hemûyan bû’
 
Bîrcanê pêvajoya nivîsandina pirtûkê wiha vegot: “Me her tim hevdîtin û hevpeyvîn kir. Hîna jî Eren hevseroka giştî ya ÎHD’ê ye. Ji ber dozên wê dema wê zêde tunebûn. Ji ber vê di alî demê de me zehmetî dikişand. Em li bajarên cuda dijiyan. Ev jî dezavantaj bû. Pandemî jî ket navberê. Jiyan rawestiya. Piştî şert hinek normal bû, li cihên ku civîn, rûniştin hebûn li bajarên Amed, Stenbol, Enqere û Bodumê me hevdîtinên xwe kirin. Bêguman bi vegotinên wê sînor neman. Belê ew vedibêje lê li pişt jiyanek diherike. Siyaseta Tirkiyeyê di çi rewşê de bû, wê demê çi hatin jiyîn?Ev ne tenê çîroka wê çîroka me hemûyan bû.”
 
‘Hêvîdar im me armanca xwe vegotibe’
 
Bîrcanê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi xebatên arşîvê em dîsa çûn wan rojên berê. Ev ji bo me herduyan jî zehmet bû. Em lê vegeriyan û mirov dibêjin ev tişt li vî welatî hatine jiyîn. Min xwest ev pirtûk ji bo nifşên pêşerojê bibe çavkanî. Bila hişê wan teze bimîne. Hewcedarî bi tiştekî wisa hebû. Ji ber her tişt pir zû tê jibîrkirin. Pirtûk 25 roj berê derket. Niha bertekên gelek erênî hene. Ger ku me armanca xwe vegotibe ev vê me kêfxweş bike. "
 
'Ev tiştên hatibûn jiyîn, derbasî nifşê pêşerojê bibûya'
 
Bîrcanê daxuyakirin ku gelek bûyerên di pirtûkê de cih digirin tê zanîn lê bi taybet çîroka jinên di bin çavan de hatine tecawizkirin mirovan dike xofê û ev tişt daxuyand: "Di dema nivîsandinê de gelek bi bandor bûm. Li aliyekî din jî min hewl da rewşa rihê xwe saxlem bigirim. Her wiha dîsa kuştinên kiryar nediyar ên salên 90’î. Musa Anter, Medet Serhat, Vedat Aydin yê nêzî Erenê bûn. Tevî ku gef li Erenê hat xwarin jî, pir saxlem li ser piyan sekinî. Yanî divê ev tiştên hatibûn jiyîn, derbasî nifşê pêşerojê bibûya."
 
‘Sekna wê cesaretê dide’
 
Bîrcanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku tevî hemû tiştên ku Eren Keskîn jiyaye dest ji têkoşîna maf bernedaye û cesareta wê bawerî daye mirovan û got: “Mirovan dema ku tiştek hat serê wan, meşandina têkoşînê ji Erenê fêr bûn. Sekna wê cesaretê dide mirovan.”
 
‘Baş e ku me nivîsî’
 
Bîrcanê di dawiya axaftina we de cih da van îfadeyan: "Zelalbûna ziman, herikbariya vegotinê û xurtbûna vegotinê ji bo min girîng e. Min nedixwest ku çend rûpel bê xwendin û piştre bê danîn. Dibe ku 374 rûpel mirovan bitirsîne, ji ber ku em ji xwendinê pir dûr ketine. Lê yên girtine û xwendine dibêjin naxwazin ji destê xwe deynin. Bûyerên giran jî têde hene lê tevî her tiştî baş e ku min ev pirtûk nivîsiye."