Jinan bertek nîşanî êrîşên li ser muzîka kurdî dan: Ziman hebûna me ye

  • 11:55 3 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL -Jinan bertek nîşanî tundiya li ser hunermendên kolanan ên ku li Kolana Îstîklalê muzîka Kurdî pêşkêş dikin ku ji aliyê polîsan ve hatin kirin dan û gotin, “Bi van êrîşan nikarin pêşiya Zimanê Kurdî bigirin, ev çand bi ti awayî nayê bêdengkirin. Zimanê Kurdî rûmet û hebûna me ye, kurd li ku derê cîhanê bin dê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.”
 
Êrîş û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî roj bi roj zêde dibin, di demên dawî de li Taksîma Stenbolê mînakek din a tundiya li ser Zimanê Kurdî  hat jiyîn. Hunermendên kurd ên li kolanana  Îstîklalê ya Taksîmê ku li gel gelek hunermendên kolanan stranan pêşkêş dikin, di 29'ê Çile de polîsan tundî li wan kir û gelf li wan xwaribûn. Ji gelek aliyan ve bertekên li dijî êrîşa li hunermendên ku polîsan ew binçav kirin û amûrên wan desteserkirin dewam dikin.
 
'Ev çand nayê bêdengkirin'
 
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nuray Balîk, diyar kir ku êrîşên li hemberî Gelê Kurd bê tehamûliya li hemberî Gelê Kurd û Çanda Kurd E, Nûrayê got, "Her çendî li Kolana Îstîklalê gelek kes bi çand û zimanê xwe stranan dibêjin jî çima kurd tên binçavkirin?  Bi vê em dibînin ku li hemberî kurdan û Çanda kurd nerazîbûneke mezin heye.” Nûray a ku li hemberî hemû polîtîkayên êrîşê bêbersiv namîne û xwest bi her awayî hesasiyet bê nîşandan, xwest pêşî li van êrîş û nêzîkatiyan bê girtin. Nuray, diyar kir ku ew bûyerê şermezar dikin û wiha got: “Ev çand bi ti awayî nayê bêdengkirin, stranan jî nikarin asteng bikin. Werin em dengê xwe bilind bikin û pêşî li bûyerên wiha bigirin."
 
'Em bi zimanê xwe hene'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Felek Erdem jî ku bûyer weke 'êrîşa li ser Zimanê Kurdî' nirxand, diyar kir ku polîtîkayên pêşîgirtin û şîdetê ne yekemîn in û bi van êrîşan re hewl tê dayin Zimanê Kurdî bê tunekirin. . Felek, peyama ku ew ê bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe bidomînin da û got, “Ev êrîş nikarin pêşiya zimanê kurdî bigirin. Zimanê Kurdî rûmet û hebûna me ye. Em bi zimanê xwe hene û em ê bi zimanê xwe bijîn. Êrîş bi sedsalan e li bajarên mezin ên Tirkiyeyê li dijî ziman û çanda kurdî hene. Kurd her tim bi zimanê xwe jiyane. Dê di pêşerojê de jî wisa be."
 
'Zimanê me hebûna me ye'
 
Hevseroka Navçeya Ûskudarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Ozbey, diyar kir ku zilm û zordariya li ser çand û hunera Kurdan her tim tê kirin û diyar kir ku ev zilm bi sedsalan e didome. Ayselê anî ziman ku ew ê tu carî dev ji zimanê xwe yê zikmakî bernedin û wiha got: “Dema ez zarok bûm dema avêtin ser gundê me dayika min kasetên bi kurdî vedişart. Ti carî çand û hunera me nayê qedexekirin. Ew çi bikin jî em ê zimanê xwe winda nekin û ji bîr nekin. Zimanê me hebûna me ye." Ayselê anî ziman ku zilm tu carî gav paşde navêje û got, “Li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, bi kurdî rûnin û rabin û jiyana xwe bi kurdî bidomînin. Li aliyê din ev zext tu carî nikarin me paşde gav bavêjin.”
 
‘Kurd li ku derê cîhanê bin dê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin!’
 
Dengbêj Xalide ku zext, astengî û hemû polîtîkayên li ser Kurdî weke “qirkirina ziman” dinirxîne û got, “Ciwanên Kurd ên li Taksîmê bi Kurdî stranan distrên, rastî êrîşa dewletê hatin. Ev êrîş jî weke her carê bi êrîşa dewletê ya ji bo hebûna Kurdan a bi zimanê xwe tê bersivandin.” Xalide ev nêzîkatiya li hemberî Kurdan şermezar kir û got, “Bi sedsalan e êrîş li ser zimanê Kurdî tê kirin, em vê felsefeyê çi dibe bila bibe, qebûl nakin. Li hemberî vê yekê em dibêjin ku kurd li kuderê dinyayê bin dê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin."