Feleknas Uca: Xwestin komkujiya ku DAÎŞ'ê nekir ew bikin

  • 11:27 3 Sibat 2022
  • Rojane
EQNERE - Feleknas Uca ya HDP'yî diyar kir ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyê de Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî, ji bo ku Peymana 9'ê Cotmehê bike meriyetê êzîn xwe yên leşkerî bi ser gelde şandine. Feleknasê diyar kir ku Ewropa jî bi bêdengiya xwe "qirkirin erê kiriye."
 
Balafirên şer ên tirk di 1’ê Sibatê de bombe li Şengal, Mexmûr û Dêrîkê barandin. Di êrîşên li ser 21 noqteyên Şengalê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. Hate diyarkirin ku ev êrîşa Tirkiyeyê ji sala 2017’an û vir ve êrîşa herî berfireh e û êrîş 4 saet û nîvan dewam kiriye. Li Mexmûrê 2 endamên Fermandariya Erka Xweparastinê jiyana xwe ji dest dan.
 
Cîgira Seroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Feleknas Uca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê nirxandin.
 
Dixwazin Êzidiyên kole biafrînin'
 
Feleknasê, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên ji nû ve destpêkirin ji êrîşên berê cudatir in û got, qirkirina ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hewl da bike û nekir, îro hewl tê dayîn bê kirin. Feleknasê, da zanîn ku her carê pêşengên Êzidî bûne hedef û ew qetil kirine û got, “Dihat xwestin ku şêniyên Şengalê bê îrade bikin. Piştî fermana anîn serê şêniyên Şengalê êdî destûr nayê dayîn ku êzidî xwe ji nû ve biafirînin û xwe biparêzin. Dixwazin , Êzidiyên ku çi dibêjin bikin û îradeya wan tune be, lê Êzidiyan li ber xwe dan û xwe ji nû ve afirandin. Êzîdî bûne pêşengê şerê li dijî DAIŞ’ê.”
 
'Kazim bi peymana bi Tirkiyeyê re leşker şand'
 
Feleknas, anî ziman ku êrîşên li dijî Êzidiyan di rojên taybet û pîroz ên Êzidiyan de pêk tên û wiha got: “Ji bo tinekirina Êzidiyan dijminatiyek wisa nîşan didin. Ne tesaduf e ku Peymana 9ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlerê de hatiye îmzekirin, di bin çavê Amerîka û hêzên navneteweyî de ye. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hêzên xwe yên leşkerî ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê êrîşî gel dike. Dibêjin ji bo parastina gel leşker şandine, lê Kazimî leşker neşandiye ji ber ku pêwîstiya gelê Şengalê bi wan heye. Bi Tirkiyeyê re peyman çêkir û leşker şand wir. Leşkerên li wir gel neparastin."
 
‘Daxwazin êzidiyan bikin kole’
 
Feleknas, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên ji nû ve destpêkirin ji êrîşên berê cudatir in û got, qirkirina ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê hewl da bike, îro hewl tê dayîn bê kirin. Feleknas, da zanîn ku her carê pêşengên êzidî bûne hedef û qetil kirine û got, “Dihat xwestin ku şêniyên Şengalê tune bikin. Piştî fermana Şengalê êdî destûr nayê dayîn ku êzidî xwe ji nû ve biafirînin û xwe biparêzin. Dixwazin êrzidiyên kole biafrînin, Êzidiyên ku çi dibêjin bikin û îradeya wan tune be, lê êzidiyan li ber xwe dan û xwe ji nû ve afirandin. Êzîdî bûne pêşengê şerê li dijî DAIŞ’ê.”
 
'Kazim piştî bi peymana bi Tirkiyeyê re leşker şand'
 
Feleknas, anî ziman ku êrîşên li dijî êzidiyan di rojên taybet û pîroz ên êzidiyan de pêk tên û wiha got: “Ji bo tunekirina êzidiyan dijminatiyek wisa nîşan didin. Ne tesaduf e ku Peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlerê de hatiye îmzekirin, di bin çavê Amerîka û hêzên navneteweyî de ye. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi hêzên xwe yên leşkerî ji bo Peymana 9’ê Cotmehê bike meriyetê êrîşî gel dike. Dibêjin ji bo parastina gel leşker şandine, lê Kazimî leşker neşandiye ji ber ku pêwîstiya gelê Şengalê bi wan tune ye. Bi Tirkiyeyê re peyman çêkir û leşker şand wir. Leşkerên li wir gel neparastin."
 
‘Têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê ji bo Tirkiyeyê bûye derd’
 
Feleknas amaje bi wê yekê kir ku 2 meh berê Mistefa El Kazimî xwest çeteyên DAIŞ'ê yên li Kampa Holê li derdora Şengalê bi cih bike, Feleknas diyar kir ku berxwedana gel a li Şengalê ev yek rawestand. Feleknas amaje bi wê yekê jî kir ku bi fermaneke nû tê xwestin bi vê yekê were zindî kirin û got, “Ev ax li Hesekê jî dît. Êrîşa li ser Hesekê piştî hevdîtinên bi îdîaya Wezîrê Parastinê Hulusî Akar li Şirnexê kiriye pêk hat, ne tesaduf e. Wan jî xwe deşîfre kirin. Li hemberî van hemûyan jî êrîşeke nû hat destpêkirin. Têkçûna DAIŞê li Hesekê ji bo Tirkiyê bû derd. Sedema ku ev êrîş ji êrîşên din cudatir e jî, ji ber ku qetlîam e. Li cihekî weke Şengalê 20 caran balafirên şer hatin rakirin, li Mexmûrê ku 12 hezar koçber lê ne 15 caran bombebaran kirin, li Dêrik û Qamişlo jî bomberdûman kirin, ne tesaduf e."
 
‘Çi eleqeya çekên NATO’yê  ku bi DAIŞ’ê re ne heye?’
 
Feleknas, anî ziman ku li Mexmûrê gelek birîndar hene, lê ji ber ambargoya 3 salan birîndaran nikari rakin nexweşxaneyê, Feleknas anî ziman ku birîndarek li ber çavê her kesî hat qetilkirin. Feleknas amaje bi wê yekê jî kir,ku yekane rêya birîndaran ew e ku di ser Mûsilê re biçin Bexdayê, Feleknas diyar kir ku birîndar beriya ku bigihêjin wir jiyana xwe ji dest didin. Feleknas got, “Bêyî ku daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tirkiyeyê ve derbarê êîrîan de bê dayîn dezgehên ragihandinên li Başûrê Kurdistanê, li şûna wan rapora xalên bomberdûmanê pêşkêş kirin. Çawa bêyî haya Iraqê cihekî weke Mexmûrê 15 caran were bombebarankirin? Iraq an Şengalê an jî Mexmûrê dike cihê provokasyonê. Ji ber ku her du cih jî li dijî van hemû zextan parastina neteweya demokratîk dikin û jiyaneke nû ava dikin. Ji ber vê jî bi tundî êrîş li ser wan tê kirin. Ji ber ku civakek azad nayê xwestin. Bê hêzek li pişt perdê, bêyî çekên NATO’yê ev êrîş nirkaribûn bihata kirin. Çekên NATO’yê yên di destê çeteyên DAIŞ’ê  yên li Rojava de çi dikin? Hêzên Sûriye û Iraqê di bin çavdêriya hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê de ne. Balafirên şer ên tirk bêyî haya Kazimî çawa dikarin li wir bifirin? Ev dijqanûnî ye. Tirkiye sînorên welatên cuda xera dike û hemû cîhan jî li hemberî vê bêdeng e. Çekên NATO'yê bi hîleyên Tirkiyeyê di destê DAIŞ'ê de n, lê NATO li hemberî vê yekê bêdeng e."
 
'Teyrê Tawûs hat kuştin'
 
Feleknasê bal kişand ser hevdîtina Mustafa El Kazimî ya bi Tirkiyeyê re ya beriya êrîşê û hevdîtina Tirkiye-DYA’yê û wiha dewam kir: “Teyrê Tawûs ji bo Êzidiyan bi qîmet e. Êzidiyan di dîrokê de Tawûs parastiye. Dîmenê Teyrê Tawîs ku di êrîşên duh de hatin qetilkirin di çapemeniyê de cih girtin. Herî dawî jî goristanên êzidiyan hatin bombekirin. Balafirên şer ji bo qirkirin û fermanê hatin rakirin. Hedef ne tenê Mexmûr û Şengal bû, hedef tunekirina hemû kurdan bû. Divê ev yek baş bê zanîn. Li Şengalê kesek tenê bimîne jî dê li Şengalê xwedî derkeve. Êzidî vê rewşê tu carî efû nakin.”
 
'Bêdengiya Ewropayê tê wateya erêkirina vê qirkirinê'
 
Feleknas, da zanîn ku çend roj berê li Konseya Ewropayê qala DAIŞ, Şengal û Hesekê kiriye û got, tevî vê yekê jî ferman nehate astengkirin. Feleknas, anî ziman ku wan bal kişand ser xeteriyên ku bên jiyandin û got, "Çima welatên Ewropayê yên dibêjin 'Em qirkirina êzidiyan qebûl dikin', balafirên şer ên ku li ber çavên xwe radibin mîna ku bikevin şer nabînin. welatekî din? Çima Ewropa, NATO, hêzên navneteweyî hene? Ma hûn ji bo temaşekirina Fermana Êzidiyan li wir in? Kî dê berdêla vê bide? Îro tenê dîrokek, bawerîyek nayê tunekirin. Herêmek tev wêran dibe. “Bêdengiya Ewropayê tê wateya erêkirina vê qirkirinê."
 
'Ev hêz kî ne?'
 
Feleknas anî ziman ku wê HDP vê mijarê di rojeva xwe de bihêle û diyar kir ku di êrîşan de hemû kurd bûne hedef. Feleknasê got, “Êrîşa DAIŞ’ê ya li Hesekê careke din nîşan da ku wê komkujiyên mîna Kobanê û Şengalê careke din pêk werin. Ji ber vê yekê weke HDP'ê em ê çi ji destê me bê bikin. Me xwest hêzên li pişt êrîşa DAIŞ’ê ya li Hesekê lêkolîn bikin. Kesên ku li Şengalê agahî parve kirin, kesên ku çekên NATO’yê dane çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojava divê bên eşkerekirin. Yên ku ji hewayî û bejayî DAIŞ’ê diparêzin hene. Ev hêz kî ne? Koalîsyona navneteweyî çima lêkolînê nake? Çima bêdeng e? Bi çekên we li ber çavên we komkujî pêk tê."
 
'Tişta ku wê gelê me sax bihêle rêxistin e'
 
“Li Hesekê 121 şehîd hatin dayîn. Ew kî bûn? Feleknasê ev tişt anî ziman: “Gelên ku bi têkoşîna mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, şehîd bûn. Lê cîhan li hemberî vê bêdeng e. Piştî ku kurd li dijî kesên ku sûcê mirovahiyê dikin şer dikin çi dibe? Dinya tenê temaşe dike. Dê heta ku derê bi vî rengî biçe? DAIŞ ne tenê pirsgirêka kurdan e, dijminê mirovahiyê ye. Li çar aliyê cîhanê, li Ewropayê êrîşî gel kirin. Tenê êrîşî kurdan nakin. Ji ber vê yekê divê em deng bidin. Heta ku hûn li dijî van êrîşan dengê xwe nekin, hûn berpirsyar in. Berdêla van êrîşan pir giran bû. Dê û bavên wan li ber çavên zarokan serjê kirin. Ma ne bes e? Tê xwestin ku fermana 3'ê Tebaxê bê dubarekirin. Ev berpirsiyariya her kesî ye. Me fêm kir ku yekane tişta ku wê gelê me zindî bihêle rêxistinbûna wan e. Ji ber vê yekê tê hedefgirtin. Êzidî serî natewînin. Ev dê ji bo wan bibe derd. "