Jinên Botanê: Aysel Tugluk vîna gel e heta bê berdan wê têkoşîn bidome

  • 09:05 3 Sibat 2022
  • Rojane
Roda Aydin
 
ŞIRNEX -Jinên Botoanê anî ziman ku di şexsê Aysel Tûglûk de li hember hemû girtiyên nexweş zilm tê kirin û wiha got: “ATK biryarek siyasî dide. Divê Aysel Tûglûk demildest bê berdan. Ew ne bi tenê siyasermedar e, her wiha vîna civakekê ye. Heta ku Aysel û girtiyên din ên nexweş bên berdan wê têkoşîna me bidome.” 
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Di girtîgehê de girtiyên ku rewşa wan giran dibin nayên dermankirin û bi mirinê re rûbirû tên hîştin. Ji aliyekî dinê ve jî ji bo girtiyên nexweş hikûmet tu tiştekî nake û bêdengiya xwe didomîne. Ji van girtiyên nexweş yek jê jî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk e ku ji sala 2016’an de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê girtî ye. Her wiha tê zanîn ku Aysel pirsgirêkên tendûristiyê yên giran dijî û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Der barê rewşa Aysel de rapora “nikare li girtîgehê bimîne” hat dayîn lê Saziya Tipa Edlî (ATK) jî berovajî vê biryarê dide û nahêle ku Ayselê bê tahliyekirin.
 
Li her derê jin balê dikişînin ser rewşa tendûristiya Aysel û banga tahliyekirinê dikin. Jinên Botanê jî ji bo Ayselê banga wê serbest berdin kirin.
 
‘Li ser girtiyan êrîşek hovane heye’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag, anî ziman ku li ser girtiyan êrîşek hovane heye û wiha got: “Hevalên me yên girtî di nava çar dîwaran de ne. Bi tacîz, îşkence û zextan re rûbirû dimînin. Em li dijî îşkence û binpêkirina mafên girtiyan bêdeng namînin. Divê em zilma li ser girtiyan û bi taybet a li ser girtiyên nexweş bi  têkoşîna xwe bi dawî bikin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Roj bi roj rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Ji ber ku ev hevalên me yên girtî kurd in, li berxwe didin ev êrîş û zilm li  wan tê kirin. Dewlet bi awayek kêyfî tevdigere û gûh nade girtiyên nexweş. Ev zilm ne bi tenê li ser girtiyan tê meşandin, di heman demê li ser hemû gelê kurd tê meşandin.”
 
‘Aysel Tûglûk vîna civakekê ye’
 
Sabûha, bal kişand ser rewşa tendûristiyê ya Aysel Tûglûk û diyar kir ku bi taybetî li ser jinan êrîş tên kirin û wiha dom kir: “Di raporan de cih digire ku ‘nikare di girtîgehê de bimîne.’ Lê ATK berojavê vê biryarek siyasî dide. Rewşa Aysel Tûglûk ne başe. Em dixwazin hevala me Aysel Tûglûk demildest bê berdan. Dijminekî hovane heyê li ser serê me. Aysel Tûglûk dema çû ser cinazeyê dayika xwe, êrîşî wê kirin. Piştî wê şûnde nexweşiya Aysel Tûglûk girantir bû. Aysel Tûglûk bû şahidê van êrîş û bê ehlaqiyan. Nexweşiya wê her ku diçe giran dibe. ATK ne li gor rewşa girtiyan, li gor biryara siyasî wê raporê dinivîse. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hîştin. Em dixwazin ev êrîş bi dawî bibe. Aysel Tûglûk ne bi tenê siyasetmedarek e. Her wiha vîna civakekê ye.”
 
‘Bila Aysel Tûglûk demildest bê berdan’
 
Sabûha, destnîşan kir ku Gelê Kurd ji salên berê heta îro bi zilmek mezin re rûbirû ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd ne niha, ji berê heta îro bi zilmê re rûbirû dimîne. Me di jiyana xwe de tim zilmê dît. Gelê Kurd tu carî li hember zilmê serê xwe natewîne û li berxwe dide. Em têk naçin. Heta girtiyên nexweş azad bibin em ê berxwedana xwe bidomînin. Banga me ji Wezîrê Dadê ew e ku gûh bidin girtiyên nexweş û demildest berdin. Em naxwazin hevalên me yên nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin bila Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş demildest bên berdan. Heta heval Aysel Tûglûk azad bibe, em jin li  ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Girtî bi mirinê re rûbirû hîştine’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Asya Tay jî daxwaza berdana Aysel Tûglûk kir û wiha pêlda axaftina xwe: “Daxwaziya me dayikan ew e ku demildest Aysel Tûglûk bê berdan. Aysel Tûglûk jinek siyasetmedar e. Hevala Aysel ji ber nexweşiya xwe hemû tiştan ji bîr dike. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Bi alîkariya hevalên girtîgehê pêdiviyên xwe pêk tîne. Em dixwazin demildest bê berdan. Hikûmetê çav û gûhên xwe girtine. Girtî bi mirinê re rûbirû hîştine. Divê Aysek Tûglûk bê berdan ku tedawî bibe.”
 
‘Divê edalet û hiqûq pêk bê’
 
Asya, destnîşan kir ku ji girtîgehan cenazeyên girtiyan dertê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû dihêlin. Cenazeyên girtiyan ji girtîgehan dertên. Garîbe Gezer bi awayek bi gûman jiyana xwe ji dest da. Hikûmet berpirsyarê vê  ye. Ji ber ku wan çav û gûhên xwe girtiye. Em naxwazin cinazeyên girtiyan ji girtîgehê derbikeve. Divê hikûmet ji vê rewşê re çareseriyek bibîne. Bila deriyê girtîgehan bê vekirin. Em mirinê naxwazin. Em daxwaziya azadî û aştiyê dikin. Em şer û mirinê naxwazin. Em dayik şer naxwazin. Em naxwazin rondikên çavên dayikan birijên. Ji ber vê yekê jî divê Aysel Tûglûk a ku vîna me kurdan e, demildest bê berdan. Em dayik daxwaza edaletê dikin. Divê edalet û hiqûq pêk bê. Kesên ku dibêjin em mafê mirovan dixwazin îro mafê girtiyên nexweş pêk naynin. Divê Aysel û girtiyên din ên nexweş bi lez û bez bên berdan. Em hemû Aysel Tûglûk in. Heta girtiyên nexweş neyên berdan em  bêdeng namînin.”
 
‘Ger tiştek bi Aysel Tûglûk bê berpirsyar Erdogan e’
 
Nermiye Îverendî jî destnîşan kir ku Aysel Tûglûk vîna Gelê Kurd e û zilmek mezin li ser vê vînê tê meşandin û wiha got: “Aysel Tûglûk kesek gelek girînge. Em dixwazin demildest bê berdan. Ji ber nexweşiyê rewşa wê her ku diçe giran dibe. Bi tena serê xwe êdî nikare li xwe binêre. Hevalên girtîgehê alîkariya wê dikin. Hemû tiştî ji bîr dike. Bijîjk dibêjin nikare di girtîgehê de bimîne, lê hikûmet vê biryarê pêk nayne. Daxwaziya me ji hikûmetê ew e ku Aysel Tûglûk serbest berdin. Bila hemû girtiyên nexweş berdin. Girtiyên nexweş di girtîgehê de bi mirinê re rûbirû hatine hîştin. Heta Aysel Tûglûk bê berdan em bêdeng namînin. Bi hezaran wekî Aysel Tûglûk îro di girtîgehan de tên girtin. Du zarokên min jî di girtîgehê de nexweşin û nayên berdan. Girtiyên nexweş li ber mirinê ne jî bernadin. Heta niha 8 cenaze ji girtîgehan de derketin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin. Wekî ku tolê ji girtiyên me digirin. Ew çi ji girtiyên me dixwazin. Îro ew hemû bê sûc û sedem hatine girtin. Ger tiştek bi Aysel Tûglûk bê berpirsyarê wê Erdogan e, hikûmeta AKP û MHP’ê ye. Bi awayek kêyfî bernadin. Bila hemû kurd ji bo girtiyên nexweş rabin ser piyan û dest bidin destên hevdû.”
 
‘Divê hemû kes dengê xwe bilind bike’
 
 Nafiye Küçük jî bi lêv kir ku Aysel Tûglûk û zarokên wan bêsûc û sedem tên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên me yên nexweş di girtîgehan de tên darizandin. Girtiyên nexweş bernadin. Aysel Tûglûk jî ev çend salin nexweşe û bernadin. Kesên ku tiryakê bi kar tînin, tacîz, tecawiz û tundiyê dikin tên berdan. Lê girtiyên ku ji ber fikrên xwe hatine girtin nayên berdan. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Aysel Tûglûk gelek nexweşe û hevalên wê alîkariyê dikin. Divê ev girtiyên nexweş bên berdan. Bijîjk dibêjin nikare di girtîgehê de bibîne, lê hikûmet bernade. Mafê wan tuneye ku girtiyan wisa bêsûc û sedem digirin û bi mirinê re rûbirû dihêlin. Ji ber ku em kurd in ev zilm li ser me tê meşandin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Em daxwaza berdana Ayselê dikin û dixwazin bê tedawî kirin. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de li ber mirinê ne. Heta niha gelek cenaze derketin. Îro hikûmet zarokên me dikûje. Zilm û îşkenceyek mezin li ser me tê meşandin. Hem Aysel Tûglûk û hem jî girtiyên nexweş bernadin. Divê tu kes bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike.”