'Armanca êrişan şikandina vîna gelê kurd e'

  • 09:03 3 Sibat 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Aktivîsta TJA'yê Şukran Çiftçî û Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu têkildarî êrişên hewayî yên li ser Wargeha Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye axivîn û gotin: "Ev êriş ne li dijî wan tenê li dijî vîna gelê kurd hemûyan pêk tê. Dewleta tirk dijminatiya xwe û hovitiya xwe nîşan dide. Gelê kurd tucarî serî netewand û wê netewîne."
 
Dewleta tirk di 2'yê Sibatê bi şev saet di saet 22.00’an de hemwext Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir. Piştî bombebaranê Mexmûr di nava dûmana êrişê de ma. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Êlihê Şukran Çîftçî û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu têkildarî van êrişên pêk tên nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Êrişên DAÎŞ'ê bê hevkarî pêk nehat'
 
Şukran Çîftçî wiha dest bi axaftinê kir: "Dewleta tirk bi hişmendiya dijminatiyê bi ser gelê kurd tevahî de tê. Em hemû jî encamên van dijminahiyan bi girtininan, îşkenceyan, tecrîdê, qetlîaman  û komkujiyan dibînin. Her cure kiryarên dijmirovahiyê li hember gelê kurd pêk anîne. Em qala dîrokek nêz bikin. Hemû cîhan bû şahidê qetlîama ji aliyê DAÎŞ’ê ve li ser Rojava pêk hatiye. Rêxistina hovane ya ku hemû cîhan jê pişt ve diçû gelê kurd li hember rawestiya. Gelê kurd li hember wan têkoşîn kir. Lewra dewleta tirk jî hevkariya DAÎŞ’ê kir. Li ku derê hêzek bixwaze li ser xaka kurdan qirkirinê bike dewleta tirk jî piştgiriyê didê. Beriya niha jî li Hesekê êrişa DAÎŞ’ê pêk hat û em baş dizanin ev êriş jî bê hevkarî pêk nehat. Li Hesekê gelek sivîl hatin qetilkirin lê ji destê hovan hate xilaskirin. Piştî wê jî dewleta tirk êrişî Dêrika Hemko, Mexmûr û Şengalê kir."
 
'Dixwazin kurdan ji holê rakin'
 
Şukranê da zanîn cihên êriş li ser pêk tên her yek xwedî wateyek cuda ya girîng in û dixwazin bi vî rengî êrişî vîna gel bikin. Şukranê wiha pê de çû: "Gelê me yê kurd ji ber hovitî û êrişên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn ber bi başûr ve çûn. Zilm qebûl nekirin û li wir jiyanek nû ava kirin. Xwe bi rêxistin kirin û ji bo gelê kurd xwedî wateyek mezin in. Lê li wir jî ji wê êrişa dewleta tirk nefilitîn. Rojava jî bi heman rengî bi bedelên giran re hate bidestxistin û bû kelha berxwedanê. Ev êriş ne li ser wan tenê li ser berxwedana gelê kurd a bi dehan salan e. Dixwazin bi vî rengî kurdan ji holê rakin."
 
'Wê negihêjin armancên xwe'
 
Şukranê da zanîn ku ew ne xerîbê komkujiyên ku pêk tên e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi sed salan e li ser axa me êrişên desthilatdaran bi her awayî tên meşandin. Gelê kurd li hember van êrişana hebûna xwe û vîna xwe bi canê xwe parastine. Ji bo nasnameya xwe wan bedelên giran dan û berdewam jî dikin. Hemû cihên ku niha êriş li ser pêk tên destkeftiyên kurdan e û bi vî rengî hatine girtin. Ya herî dijwar jî heta niha êrişên kîmyewî pêk tên. Çima gelo, çi ji kurdan dixwazin? Çima welatên navneteweyî vê yekê nabînin. Çima ji van êrişan re herkes ker û lal e? Rast e canê me diêşê lê çiqas êriş pêk werin jî nikarin gelê kurd tune bikin. Gelê kurd bi sekna xwe ji hemû gelan re bû nimûne. Di demên dawî de li ser kurdan êrişek giran heye û car din kurd sekna xwe wenda nekirin. Di her êrişê de ev gel rêxistina xwe xurtir dike. Wê nikaribin bi bombebaranan jî bigihêjin armancên xwe."
 
'Binketin qebûl nekirin'
 
Perîhan Agaoglu wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi taybetî jî bi êrişên li ser Kurdistanê pêk tên re em di pêvajoyên giran re derbas dibin. Tê zanîn ku projeya ku birêz Abdullah Ocalan pêş xistiye li Rojava ket meriyetê. Li wir rêxistinek xweser hate avakirin û Rojava ji bo hemû cîhanê bû mînakek mezin. Lewra ev li karê gelek kesan nehat û dixwazin wê rêxistinê tafsiye bikin. Bi vê ve girêdayî em dikarin bêjin ku êrişa li Hesekê pêk hatibû êrişek bi plan bû. Bi hişmendiya xwe ya komplogeriyê dixwazin bi ser Rojava de jî herin. Lewra êrişa wan a Hesekê bin ket û ev binketin jî diyar e qebûl nekirin. Bi heman rengî jî êrişî Mexmûr, Şengal û Dêrika Hemko kirin."
 
'Êriş dewamiya komployê ne'
 
Perîhanê da zanîn ku li herçar hawîrdorê êriş pêk tên û wiha axaftina xwe domand: "Li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên pêkanîna tecrîdê, li Rojava jî planên têkbirina şoreşa xweseriyê di meriyetê de ne. Bi heman rengî jî li ser Şengal û Mexmûrê jî êrişên rûxandina destkeftiyên kurdan hene. Em dizanin armancên wan mezintirin jî. Serhildana gelê kurd destûr nade wan. Em ber bi roja reş 15'ê Sibatê ve diçin û vê êrişê jî em dikarin bi vê ve girê bidin. Ji ber ku komploya rûxandina kurdan û tasfiyekirin rêxistinbûyîna wan bi komployê re berdewam dike. Lewra komplo têk çû û wê têk here jî. Lewra divê em destnîşan jî bikin ku mijara yekîtiya me jî bandorê li ser van êrişana dikin. Divê helwestên me ne ji rêzê bin. Divê hikumeta PDK'ê û bi taybet jî ez dixwazim bang li YNK’ê bikim ku di aliyê yekîtiya neteweyî de gav biavêjin. Divê nebin şîrîkê êrişan û li hember helwesta xwe nîşan bidin."