Li dijî giştînameyê bertek: Em natirsin ku pêşiya rojnamegeriya rast vekin

  • 09:04 1 Sibat 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Seroka Komeleya Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî  ‘Giştînameya Çapemenî û Weşanê’ ya wek ‘giştînameya sansurê’ tê venasîn nirxand û li dijî zextên li ser çapemeniyê banga yekitiyê kir û peyama ‘heta dawî berxwedan’ da.
 
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 2021’ê ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di navbera 180 welatî de Tirkiye di rêza 153’emîn de ye û bi giştînameya dawî re ev rêz daket astên hên bêtir dawî. Giştînameya Serokomariyê ya Der barê Faliyetên Çapemenî û Weşanê di 28’ê Çile de di rojnameya fermî de hat weşandin. Di giştînameyê de îfadeyên wekî  ‘bernameyên televîzyonê yên li dijî nirxên esas ên civakî  tên dîtin û di rojên dawî de di televîzyonan de li ser ekranan tê nîşandan û ji bo beralîkirina van wê gav bên avêtin’, bernameya ‘Maske Kîmsîn Sen’ ya li ser FOX'ê tê nîşandan bîne hişan jî, di giştînameyê de bê navber îbareyên ‘ faliyetên weşandê yên li ser weşanan yên ne li gorî nirxên manewî û neteweyî, ji bo ciwan, zarok û malbatê bi xetere û pêşîgirtina vê esas e’ cih girtin. Seroka Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê Dîlek Gappî der barê giştînameyê de nirxandin kir.
 
‘Armanca wan ev e ku pergala xwe ava bikin’
 
Dîlekê destnîşan kir ku giştîname bi armanca ku çapemeniyê li gorî xwe bimeşînin hatiye amadekirin û pergala ku tê xwestin bê pêkanîn, nîşan dide. Dîlekê wiha vegot: “Derdê wan ev e ku li ser nêrînan pergala xwe bidin rûniştandin. Derdê wan ne ku pergalek nû yan jî kêmasiyan temam bike ye. Bi taybet hemû krîterên der barê çapemeniya civakî de subjektîf in. Ne diyar e kî mudaxaleyê çi dike û çiqas mudaxale dike. Venasînek tune ye.”
 
‘Em natirsin, pêşiya rojnamegeriya rast vekin’
 
Dîlekê bi lêv kir ku di alî çapemeniya ku di salên dawî de bi zextan re hatiye rû hev de, pêvajoyeke anîna formatek nû heye û ev tişt bi lêv kir: “Ji serdestiya deshtilatdariyê wêdetir, çapemenî avêtine têkoşîna hebûnê. Divê serdem jî baş bê xwendin. Wek rêzefîlmên biyanî ciwanên we jî welatiyên we jî van rêzefîlman temaşe nakin. Kanalên temaşekirinê yên mirov dikarin ji her derê bikevin û temaşe bikin hene. Hûn bi serdestiyê nikarin civakê biafirînin. Hele ku pêvajoyek çapemeniyê hûn qet nikarin biafirînin. Ger ku bihata afirandin wê we biafiranda. Lê her tişt fêdeya wê ji yên diafirîne re tune ye. Ji ber ne hêmaya baweriyê ne jî normên wê hene. Ji ber vê divê ji krîterên subjektîf dur bikevin. Ger ku şaşiyê we tunebin, hûn netirsin hûn ê pêşiya rojnamegeriya rast vebikin.”
 
‘Sererastkirinên ne objektîf kesî nabe hedefê’
 
Dîlekê her wiha ev tişt daxuyand: “Krîterên berê wê encama ew dixwazin neyne. Lê her diçe doza zextan zêde dibe. Ji ber ku dibêjin ‘hêz, çavkaniya cemawerî destê me de ye, rayeya her tiştî destê me de ye’. Ne serdem ne jî rûmeta mirovahiyê, ne li gorî van nêrînên etîka pîşeya çapemeniyê ye. Heta ku hûn dikarin rejîma zextê tund bikin, di konjoktura cîhan hatiyê de, hûn nikarin bigihêjin hedefa xwe. Ew dibêjin qey bûyeran çiqas ji jor de çareser bikin wê bigihêjin armancê lê di cîhanê de gelek mînakên vê hene. Tu welat negihişt vê armancê. Sererastkirinên ji krîterên objektîf dûr, desthilatdariya siyasî tu car nabe hedefê.”
 
‘Welat wê ji demokrasiyê dûr bikeve’
 
Dîlekê bal kişand ser giştînameyê û diyar kir ku mixabin ev hewldanên wisa encamê nadin û welat ji demokrasiyê dûr dixe û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê jî wek demên berê bi rejîma zextê afirandina nêrînan tu fêde û encamek wê tune. Di giştînameyê de li ser ‘malbatê’ tê sekinandin. Hemû subjektîf in. Hûn bi vî awayî nikarin welat biparêzin. Ya girîng ev e ku, modelên rast bidin civakê û bi vê hinek tiştan bikin.”
 
Berxwedan
 
Dîlekê got ku ev sererastkirin divê bi pêkanînên li hember jinê bi feshkirina Peymana Stenbolê re bê fikirîn û di vê mijarê de jî ev nêrîn anî ziman: “Pêkanîna pîşeyê jî bûye wek serkeftin. Li aliyekê hewldana hebûnê heye, di alî şertên aborî û siyasî de dibêjim, li aliyê din jî pirsgirêka pêkanîna ku çawa îdealên xwe pêk bînim heye. Ya esas yekbûyîn e. Em li welatekî ku êdî her tişt tevlihev bûne de dijîn. Divê belkî jî mirov hinek krîstal bibin. Tişta divê em lê binêrin, çareseriya pirsgirêkên pîşeyî ne. Ji bo vê jî divê em heta dawî li berxwe bidin. Ji bo vê em dikarin bi rêxistin û mafên pîşeyî re têbikoşin.”
 
Zextan tu encam nedaye
 
Dîlekê dawiya axaftina xwe de bi taybet carek din anî ziman ku tu zextên ji jor de tên kirin encamê nadin û wiha dawî lê anî: “Em ê nava xwe de têkoşîna xwe zêde bikin. Em ê bi pirsgirêkan re têbikoşin. Riya vê jî bi taybet di yekitiyê de derbas dibe. Divê xwediyên saziyên çapemeniyê rojnameger bin. Dema ne wisa be derdên wan jî nabe azadî. Azadiya çapemeniyê, maf, ahlaq û etîka wan nabe. Em dikarin saziyên xweser bên gel hev û riyên serkeftinê biafirînin. Baweriya min bi ciwan û pêşerojê heye.”