Niştecihên Kaynartepeyê: Em veguherîna bajêr naxwazin

  • 09:02 1 Sibat 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Li gelek taxên Amedê projeyên veguherîna bajarvaniyê hatin destpêkirin. Lê niştecihên taxan ji ber tecrûbeyên ku ji taxên din girtine bi guman in û naxwazin ev veguherîn pêk were. Gelek welatiyan anîn ziman ku niştecihên Sûrê ji vê veguherîna bajarvaniyê zirarên mezin dîtine û gotin pêwîst e ne di berjewendiyên xwe de di berjwendiyên gel de gav bên avêtin. 
 
Li gelek bajarên kurdan û bi taybetî li cihên dîrokî û çanda cîrantiyê lê hene projeyên veguherandina bajarvaniyê hatin destpêkirin. Li gelek navçeyên Amedê ev xebat hatin kirin û niha jî li taxên Benûsen, Fîskaya, Kaynartepeyê û li navçeya Peyasê projeya veguherandina bajarvaniyê ketiye meriyetê. Di derbarê mijarê de niştecihên taxa Kaynartepeya girêdayî navçeya Rezanê ya Amedê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Derbarê veguherandinê de agahî nedane me'
 
Yek ji nişteciha taxa Kaynartepeyê esnafa bi navê Remziye Aygun derbarê veguherandina taxê de diyar kir ku ew ne xwedî agahî ne û wiha got: "Derbarê projeyê de tiştek ji me re nehatiye gotin. Li taxê nivîsek hatibû daliqandin û me li ser van agahiyana xwe gihand keyayê taxê. Keya jî baş nehatiye agahdarkirin. Hûn bi rastî bixwazin li taxê xaniyên baş tune ne, jixwe cihê xizanan e. Di çend salên dawî de jî ji ber bûyerên çetetî, tiryakê, diziyê û weke din vê taxê nirx wenda kiriye. Ne tên astengkirin ne jî ewlehî tên girtin. Ev jî dibe sedem ku kes nexwaze li vir bimîne yan jî neyê li vir bi cih nebin. Lê çima heta niha wisa ye jî cihê nîqaşê ye. Em nehatine agahdarkirin lê di nîqaşên ku em li taxê bi hev re dikin de ev encam derdikeve."
 
'Wê têkiliyên me winda bibin'
 
Remziyeyê da zanîn ku vebijêrkên li ber wan hêviyên wan pêşwazî nakin û wiha pê de çû: "Li gorî me bihîstiye 3 vebijêrk hene û hersê vebijêrk jî hêviyên me pêşwazî nakin. Ya yekem ger dirav bidin me wê têr neke ku em li cihekî din xanî bistînin. Ger li cihê xaniyê me xanî bidin me jî wê bi ser de pere ji me bistînin. Rast e xaniyên me ne xweş in, lê me bi zorê ev xanî sitendine. Em kesên xizan in û kes nikare bi hêsanî ji destê me derxe. Çiqasî qala nexweşiyên taxê tên kirin jî têkiliyek me ya cîrantiyê heye. Ev têkilî jî xurt e û em naxwazin xira bibin. Bifikirin êdî wê avahiyên bilind, marketên mezin bikevin jiyana me û wan têkiliyên civakî tune bibin. Ev jî bi serê xwe me dixe nava gumanan."
 
'Min bi zorê xanî stend'
 
Zuhriye Kîreçlî ji bo debara xwe bike di karên avakirina avahiyan de dixebite her wiha paqijî û nobedariyê dike. Hemû zarokên xwe bi vî awayî mezin dike û bi keda destên xwe li taxa Kaynartepeyê xanî girtiye. Zuhriyeyê da zanîn wê xaniyê xwe bi zorê girt û kes nikare wê derxe. Zuhriyeyê wiha têkildarî veguherandinê axivî: "Ger min ji vir derbixin derfeta min nîne ku li cihekî din xanî bigirim. Em mirovên xizan in. Em ê çawa biçin cihekî din? Jixwe ger derfetên me hebana em ê biçiyan xaniyên xweştir."
 
'Ez bi tu awayî erdê xwe bernadim'
 
Zuhriyeyê bi lêv kir ku her çiqasî xaniyên wan ne xweş bin jî têkiliya wan a cîrantiyê beramberî her tiştî ye û wiha pê de çû: "Ez bi tu awayî erdê xwe bernadim. Pêwîst e xaniyên me qayîm bikin. Ji derveyî wê ez nikarim di sîte û avahiyan de bimînim. Hevjînê min astengdar e û ger ne ji cîranên me be kes nikare dengê wî bikişîne. Ez derdikevim kolanê, du cîranan dibînim sihbetê dikim, aciziyên xwe parve dikim. Ev ji min re bi dinyayekê ye."
 
'Bila berjewendiyên niştecihan were fikirîn'
 
Hedye Orak jî diyar kir ku ew bi mûçeya teqawîtbûna ji kar debara xwe dike û wiha pê de çû: "Li vir li pişt kesekî diravekî mezin nîne. Em hemû xizanin in. Ger li vir veguherandina bajêr çêbibe em di cihê xwe de xaniyên xwe dixwazin. Her wiha pêwîst e me nexin bin deynan. Divê qeyrana aborî û xizaniya me li ber çavan were girtin. Di aliyê aboriyê de em pê dizanin ku wê me mexdûr bikin. Lewra ne tenê di  aliyê aboriyê de di aliyê civakî de jî em ê bikevin nava valatiyekê. Em bi cîranên xwe re weke malbatekê ne û veqetîna me wê zehmet be. Em dixwazin berjewendiyên niştecihan werin fikirîn."
 
'Ew li pey berjewendiyên xwe yên aborî ne'
 
Rahîme Duman jî da zanîn wê bi zehmetiyên mezin xaniyê xwe girt û wiha berdewam kir: "Min bi deynan xanî girt. Me deynê xwe jî bi zorê bi dawî kir. Niha jî em 6 kes in û kes ji me naxebite. Dahateke me tune ye. Ger niha di nava veguherîna bajêr de xaniyê min bigirin pêwîst e bihayê wê bidin me. Li dijî wê em ê mexdûr bibin û li kolanan bimînin. Ger veguherîna bajêr di bin berjewendyên civakê de bin, divê van şert û mercan li ber çavan bigirin. Lê em baş dizanin, ew ji bo feydeyên xwe yên aborî kar dikin."
 
Ji derveyî van jî me li deriyê gelek niştecihên taxê da û me nêrînên wan girtin. Her çiqasî di aliyê dîmen de xwe pişt ve kişandibin jî hêrsa xwe parve kirin û daxawaza bilindkirina dengê xwe kirin. Gelek ji wan jî bertekên xwe nîşanî van projeyan dan û gotin kesên dibêjin em ê veguhertina bajêr pêk bînin ji bo berjewendiyên xwe van projeyan derdixin. Ango wan mînaka Sûrê dan û gotin kesên behsa veguhertina bajarvaniyê dikin li wir belaş xanî girtin û bi tirilyonan difiroşin.