Xizmên girtiyan: Kêr gihiştiye hestî

  • 09:01 31 Çile 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Xizmên girtiyan yên tevlî Nobeta Edeletê ya li Stenbolê hat destpêkirin bûn,diyar kirin ku bi têkoşîna yekbûyî divê bibin dengê girtiyan.
 
Malbatên girtiyan bi armanca tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe û girtiyên nexweş yên rewşa wan giran bên berdan, li Wan û Amedê dest bi Nobeta Edeletê kirin û herî dawî jî li Stenbolê bi dirûşma ‘Em li girtîgehan mirinê naxwazin, em jiyanê diparêzin’ li ÎHD’a Stenbolê û bi dirûşmeya ‘Em destur nadin mirinê’ li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) nobetê digirin.
Dayika girtiyê bi navê Yakup Akman ê li girîgehaTîpa F ya Hejmar 3 a Sîlîvriyê dimîne, Fînce Akman ku tevlî çalakiya nobetê bû û xwişka girtiyê bi navê Îdrîs Degîrmencî yê li girtîgeha Tîpa T ya Seydîşehîr a Konyayê tê girtin, Keziban Dal der barê rewşa girtiyan de axivîn.
 
Agahiya şewatê da cezayê muebetê lê hat birîn
 
Yakup Akpman di 19’ê îlona 2019’an de dema ku şewat li Daristana Aydos ya Pendîkê derketibû li îtfayê û polîsan geriya bû û ji ber vê hat binçavkirin û hat girtin.  Li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê  doz hat vekirin û bi îdiaya ‘yekitiya dewlet û welat xerakirine’ cezayê muebetê, bi îdiaya ‘di çarçoveya faliyetê rêxistinê de şewitandina daristanan’ 25 sal û 20 hezar pereyê edlê hat birîn. Hinceta girtinê jî parvekirina ‘Ji aliyê yekîneyên me ve li daristanan Kurtkoy a Pendîkê çalakiya şewatê pêk hatiye’ ya  li ser hesabê Twîtterê ya ‘Ciwanên bi hêrs yên Kurdistanê’ hatiye parvekirin bû. Du roj şûnde ku  Yakup dema dema di binçavan de bû tweeta duyem hat kirin lê dadgehê ev li ber çavan negirt.
 
‘Piştî gotina Erdogan muebet dan kurê min’
 
Fîncê da zanîn ku beyî sedem kurê wê hatiye cezakirin û sedema cezayê muebetê jî gotinên serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan yên wekê ‘PKK daristanan dişewitîne’ bû. Fîncê wiha daxuyand: “Kurê min bo îfadê çû qerekolê û piştî hînbûn ku kurê min ji Qosera Mêrdînê ye dibêjin ‘te şewitandiye, tu terorîstî.’ Hîna salek wî tije nebû muebet danê. Di gelek televîzyonan de gotin ‘Yakup Akman û malbata wî terorîstin.’
 
‘Bi ava qirêj serê xwe dişon’
 
Fîncê daxuyakirin ku kurê wê di 12 salî de li Qoserê li cihê dixebitî, di şewata derketî de hemû bedena wî şewitiye û gelek emelyat derbas kiriye û wiha dirêjî dayê: “Ev du sal û nîve girtî ye. Li ser ceza ceza tê birîn. Nexweş dikevin nabin nexweşxanê. Dema dibin jî nayên dermankirin û derman nayên dayîn. Bi hinceta karantînayê di vegerê de dikin hucreyên yek kesî. Wan tî û birçî dihêlin. Ev du sal e boriya avê teqiyaye û  av bi ax e. Bi ava qirêj serê xwe dişon.”
 
Lêgerîna tazî
 
Fîncê  balişand ser lêgerîna tazî ya di hevdîtinên vekirî de û bi lêv kir ku di dema hevdîtinê de gardiyan zexta psîkolojîk dikin û ev tişt daxuyand: “Gardiyan bi tevgerên xwe hewl didin girtiyan tahrîk bikin. Armanca wan ev e ku girtî tiştekî bikin û ew jî zextê bikin û wan bavêjin hucreyê. Me bi çavên xwe şahidiya vê kir.”
 
‘CPT bêdeng e’
 
Fîncê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di mehekê de 7 cenaze ji girtîgehê derketin. Girtî ji ber zext û şîdetê întîxar dikin. Êdî bese. Canê me dişewite. Kêr gihiştiye hestî.  Zarokên me di bin zilmê de ne. Zarokên me dimirin. Erdogan dibêje ‘Ez we diqedinim tune dikim.’ Gelo mafê me yê jiyanê tune ye li vî welatî. CPT û welatên Ewropa jî bêdengin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû girtiyan bandor kiriye.  Sûcê wan tune ye. Em kurd hatine û em ê kurd biçin. Ez bang li hemû kesî dikim ku xwedî li 'Nobeta Edeletê' derkevin. Bila her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe.”
 
‘Hat surgunkirin û îşkencekirin’
 
Girtiyê bi navê Îdrîs Degîrmencî li Mêrsînê di 2018’an de hat girtin û bi sê hevalên xwe re ji girtîgeha Tîpa T ya Tersusê surgunê girtîgehên din hat kirin. Xwişka wî Kezîban Dal da zanîn ku birayê wê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Seydîşehîr a Konyayê hatiye kirin û di dema surgunê de gardiyanan îşkence lê kiriye . Kezîbanê wiha destnîşan kir: “Ev du mehe zextên mezin li ser wan hene. Ji aliyê gardyanan ve hatiye îşkencekirin. Niha em rewşa wî nizanin. Em mereq dikin. Tu wijdan vê qebûl nake. Nexweşiya fitqê ya Îdrîs heye. Lê bi tu awayî nabin nexweşxaneyê.”
 
‘Divê em pêşî lê bigirin’
 
Kezîbanê balkişand ser Nobeta Edeletê û anî ziman ku armanca wan ya tevlibûnê ev e ku balê bikşînin ser zext û îşkenca li ser girtiyan û wiha dawî lê anî: “Em edeletê dixwazin. Bila zarokên me êşê nekşînin. Di nav çar dîwaran de nemirin. Çi dibe bila bibe, çi hewce bike divê em çareyê bibînin. Dayik jî ji bo çareyekê bibînin tevli nobetê dibin. Edelet wijdana mirovahiyê ye.  Divê kesekî xwedî wijdan derkeve û bêje êdî bese. Divê em hemû bi hev re li pêş vê zextê bisekinin û bêjin êdî bes e.”
 
Xuşka girtiyê bi navê Sertaç Kiliçaslan ê ku di greva birçîbûnê de ye Nsîhat Kiliç jî got, "Sertaç 13 kîlo daye û rewşa girtiyan geleke krîtîk e.
 
'Divê em piştgiriyê bidin nobedên edaletê'
 
Nasîhat bal kişand ser nobeda edaletê jî û got, "Divê em piştgiriyê bidin nobetên edaletê û herdem di lêgerîna edaletê de bûn.  Deyikên ku li edaletê digerin mafdar in. Mirov mafên xwe dixwazin. Tiştekî zêde naxwazin.  Ez bang li Gelê Kurd dikim û dibêjim êdî bes e. Divê em dayik dest bidin hev û li dijî bê edaletî û û neheqiyê serî rakin. Ev ne mijareke kesane ye ev zarok ên  gelekî ne."