'Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan'

  • 09:03 30 Çile 2022
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
WAN - Dayika girtiyê nexweş Rojhat Aydin, Hemê Aydin da zanîn ku helîna hestiyên destê kurê wê roj bi roj girantir dibe û bang kir ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hemê wiha vegot: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Gelek nexweşên temenê wan zêde hene. Yekî jî naşînin malên wan. Derman nakin û ji ber vê dimrin. Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera salên 2015-2016’an de piştî berxwedana rêveberiyên xweser şûnde 17 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin û yek ji van Rojhat Aydin bû. Rojhat dema pevçûnan de birîndar bû. Rojhat ku rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bêyî dermankirina wî temam bibe, hat derxistin û ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Di encama doza hat vekirin de bi îdiaya ‘yekitiya dewletê xera kiriye’ cezayê muebetê lê hat birîn. Rojat ku 7 sal in li girtîgeha Tîpa T ya Tokanê girtiye, pirsgirêkên tenduristiya wî her diçin giran dibe. Ji ber parçeyên şarapnelê yên îsabetê bedena wî kiriye, di alî meşê de zehmetiyan dikşîne, tiliya wî ya destan a biçûk jê bû, di destên wî de hestî dihelin û her wiha çavên wî windabûnê dijîn.
 
Dayika wî Hemê Aydin da zanîn ku ji ber dermankirina wî tam nehat kirin helîna hestiyên destê wî her diçe giran dibe û Hemê jî di Nobeta Edeletê ya 51 roj in li Baroya Wanê didome cih digire.
 
Bêyî dermankirina temam bibe birin girtîgehê
 
Hemê bi lêv kir ku dermankirina Rojhat nîvco hiştine û birine girtîgehê û ev tişt bi lêv kir: “Ji me re gotin ne li nexweşxaneyê ye û em çûn girtîgehê. Me ji peywirdaran pirsî wan jî got li nexweşxaneyê ye. Ji bo nîşanê me nedin her tim em ji nexweşxaneyê şandin girtîgehê ji wir jî şandin nexweşxaneyê. Herî dawî li nexweşxaneyê polîs hatin gel me. Gotin ‘çi karê we heye li vir? Hûn niha hemû di bin çavdêriyê de ne. Herin ji vir, tiştek bibe berpirsê wê hûn in’. Me jî got ‘kurê me li vir e, em rewşa wî mereq dikin’. Gotin ‘biçin mala xwe niha wê bibin girtîgehê’. Piştî birin girtîgehê me di hevdîtina girtî de ew dît, rewşa wî pir giran bû, birîn giran bûn, perîşan bû. Hîna dermankirina wî temam nebûbû bi wan birînan şandin girtîgehê.”
 
‘Kurê min nehat dermankirin’
 
Hemê destnîşan kir ku kurê wê ewil li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bûye û piştre surgunê girtîgeha Tîpa T ya Tokatê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya girtîgehê ji bo dermankirina Rojhat ew şandine Tokatê. Lê dema ez çûm girtîgehê min dît ku dermankirina wî nekirine. Rewşa kurê min nebaş bû. Birîn nehatibûn dermankirin. Ji destpêka pandemiyê de me nedît. Rewşa wan çawa ye em nizanin. Divê ji destê xwe emeliyat bibe. Divê dermankirina wî bê kirin.”
 
‘Em edeletê dixwazin’
 
Hemê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin û wiha dawî lê anî: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Yên temenê wan mezin hene. Yekî jî tehliye nakin. Derman nakin. Di salekê de 8 cenaze ji girtîghan derketin. Yek jî dermankirina wan nehatibû kirin. Bila êdî girtî nemirin. Girtiyên cezayên wan qediyane jî bernadin. Bi hincetan cezayên wan dirêj dikin. Ev 51 roj in em li vir in. Em edeletê dixwazin. Em ê çalakiya xwe li vir bidomînin. Em ji vir ranabin. Heta edalet pêk neyê em ê ranebin. Bila hemû malbatên girtiyan tevli nobetê bibin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Bila gelê kurd ligel me cih bigire. Bila piştgiriyê bidin me.”