Jinên Amedê: Em tecrîdê naxwazin, em edaletê dixwazin

  • 09:06 29 Çile 2022
  • Rojane
Medya Uren-Şirin Çinar 
 
AMED - Jinên Amedê têkildarî tecrîd, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û edaletê axivîn. Jinên daxwaza edaletê kirin wiha gotin: "Li Tirkiyeyê ne edalet, ne azadî ne jî wekhevî heye. Em tecrîdê naxwazin, em edaletê dixwazin."
 
Tecrîda girankirî ya di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser hemû girtiyên siyasî tê meşandin her ku diçe mezin dibe. Girtiyên siyasî yên nexweş rûxmê rapora nikare di girtîgehê de bimîne nayên berdan û di şert û mercên giran de tên hêlan. Têkildarî tecrîdê, girtiyên siyasî yên nexweş û  edaletê me ji jinên Amedê pirsî.
 
'Em li dijî tecrîdê ne'
 
 Ayşegul Kaya da zanîn ku ew li dijî tecrîdê ne û wiha got:"Dema em dibêjin dad wekheviya hemû gelan tê bîra me. Tu baweriya min jî bi hebûna dadê nîne. Ne li Tirkiyeyê ne jî li cihekî din dad nîne. Li Tirkiyeyê tecrîd tê meşandin û em li djî tecrîdê ne. Weke mirov em dibêjin pêwîst e tecrîd neyê pêkanîn. Ji bo hebûna welatekî û civakekê pêwîstî bi dadê û wekheviyê heye. Ger dad hebe jî wê hemû pirsgirêk bigihêjin çareseriyê."
 
'Divê nêrînên girtiyan berçavan were girtin'
 
Jina ku nexwest navê xwe bêje jî da zanîn bal kişand ser girtiyên nexweş û wiha pê de çû:"Pêwîst e em di her mijarê de bi edalet bin. Lê belê em di welatekî bê hîqûq bê dad de dijîn. Girtiyên nexweş û temenê wan mezin pêwîst e werin berdan. Pêwîst e li girtîgehan werin temaşekirin. Divê li rewşa wan were temaşekirin û nêrinên girtiyan bi xwe werin girtin. Ez cardin dibêjim pêwîst e girtiyên nexweş werin berdan û tiştekî din nabêjim."
 
'Bila girtiyên nexweş werin berdan'
 
Muslume Akît da zanîn ku divê girtiyên nexweş bên berdan û wiha got:"Ma edalet maye? Edalet nemaye û sedema wê jî yên ku dewletê bi rê ve dibine. Ger dad li welat heba ma wê kesên nexweş di girtîgehan de hatiban hiştin? Heta di demek nêz de rojnamevanek ji ber fikir û ramanên xwe hate girtin. Ger li vir dad heba ma wê rojnamevanek ji ber karê xwe hatiba girtin? Em dixwazin ku girtiyên siyasî yên nexweş werin berdan. Em bi malbatên wan girtiyan re ne û dilê me bi nobeta dane destpêkirin re ye. Banga me ji dewletê re, bila werin berdan. Jixwe nexweşiyên wan giran in. Herî kêm bila van rojên xwe yên zehmet li gel malbata xwe derbas bikin. Em êdî nizanin çi bêjin jî. Ne edalet maye, ne merhemet maye û ne jî wijdan. Xweda alîkarê me hemûyan be."
 
'Tecawizkaran berdidin lê wan bernadin'
 
Mizgînê da zanîn ku girtiyên nexweş ji ber fikir û ramanên xwe nayên berdan û wiha lê zêde kir: "Ez nikarim bêjim ku li Tirkiyeyê edalet heye. Sedema bêedaletiyê jî sistem e û yên ku rêveberiyê dikin e. Di girtîgehan de tecrît tê meşandin. Gelek girtiyên siyasî yên nexweş nayên berdan û di şert û mercên xerab de tên hêştin. Ez bawer im ku li şûna alîkariya girtiyên nexweş bikin, ji bo rewşa wan hîn xirabtir bibe jî hewil didin. Tecawizkaran berdidin lê wan bernadin. Ji ber fikir û ramanên wan ew nayên berdan. Dilê ewqas dayikan diêşe û ne di xema kesî de ye. Lê belê ger dayikek ji ber zarokên xwe dilêş be pêwîst e di xema me hemûyan de be. Pêwîst e em jî bi wijdan nêz bibin."
 
'Pirsgirêka herî mezin neyekbûna me ye'
 
Gonul Bozkuş bal kişand ser yekîtiyê û wiha got: "Bi giştî li Tirkiyeyê edalet, azadî û wekhevî tune ye. Ger ev yek hebana min ê îro bi awayekî azad fikrên xwe bi we re parve kiriban. Ger ku ez nikaribim axaftina xwe bi dilê xwe bikim, wê demê tiştek tune ye li vir. Ji bo li dijî vê em azad û di nav edaletê de bin ji pêwîst e sîstem were guhertin û yên li ser jî werin guhertin. Bi hestên mirovahî û wijdanî ez dibêjim pêwîst e ku girtiyên siyasî yên nexweş werin berdan. Ger ku me bikaribana em xwe bixin şûna wan mirovan û malbatên wan me yê hinek tişt baştir fêm kiribana. Ango ger me xwe xistibana şûna hev jî jixwe wê cîhanek aramatir hebûna. Pirsgirêka me ya herî mezin neyekbûna me ye. Ger em di nava hevkariyê de ban belkî em ne di vê rewşê de ban an jî me yê van pirsgirêkan çareser kiriban."
 
'Li Tirkiyeyê di tu aliyan de edalet tune ye'
 
Mervenûr Aslan da zanîn ku divê girtiyên nexweş werin berdan û wiha got: "Li Tirkiyeyê di tu aliyan de edalet tune ye. Li kolanan em êdî mirovên bê cil û berg, mirovên xizan û bê xanî dibînin.  Pêwîst e dewlet dest bide van kesan lê mixabin. Wekî din jî li ser rewşa girtîgehan em dibêjin pêwîst e girtiyên siyasî yên nexweş werin berdan."
 
'Ji bo edalet hebe pêwîst e sîstem were guhertin'
 
Songul Aras da zanîn ku rewşa edalet û civakê li ber çavan e û wiha got: "Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Rewşa perwerdeyê, rewşa civakê em dibînin. Sedema vê rêvebirin e. Li gorî min ji bo edalet hebe pêwîst e sîstem were guhertin. Pêwîst e ji her 20 sal carekê serokomar were guhertin. Divê ji 5 salî carekê ev sîstem were guhertin û xwe nû bike. Wê fêr bibin ka wê çawa nêzî civakê bibin. Wê demê edaletê pêk were."