Gulîzar Îpek: Di şexsê jinê de dixwazin hemû civakê pasîfîze bikin

  • 09:03 29 Çile 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Ji Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê Gulîzar Îpek diyar kir ku desthîlatdariya AKP-MHP’ê  bi van êrîşan armanc dike ku civatek muhafizekar ava bike û destnîşan kir ku sazkirina vê jî bi êrî û îlegalîzekirina jinan tê kirin. 
 
Di pêvajoya dawî de desthîlatdarî her ku diçe êrîşên xwe yên li dijî jinan zêde dike. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê, tundî û zextên li ser jinan jî derketin lutkeyê. Jinan ew êrîşên li dijî siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û rojnamegeran bertekên xwe hin mezintir dikin. Endama Platforma Jinan a Şahmaranê yê Mêrdînê Gulîzar Îpek têkîldarî mijarê axivî.
 
'AKP-MHP dixwazin civakek muhafazakar ava bikin'
 
Gulîzar di destpêka axaftina xwe de daxuyand ku desthîlatdariyê êrîşên xwe yên li dijî jinê derxistine lutkeyê û destnîşan kir ku di van êrîşan de bi taybetî jinên pêşengtiyê ji civakê re dikin tên hedefgirtin. Gulîzar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthîlatdarî tim hewil dide hebûna xwe bi êrîşen li dijî jinê biparêze. Pergala desthîlatdariyê hebûna xwe li ser nasname, ked û bedena jinê ava kiriye. Ji ber vê yeke jî kengê derfetê bibîne bi hemû hêza xwe êrîşî hemû destkeftiyên jinan dike. Mirov dikare êrîşa li dijî Semra Guzel ku bi awayê demokratîk siyasetê dike nîşan bide. Her wiha hunermend Sezen Aksu û rojnameger Sedef Kabaş ku  ji ber mafê xwe yê azadiya fikr û ramanê bi kar anîn li dijî van polîtîkayên linçkirinê hatin pêşxitin. Divê em di çarçoveya van êrîşan de van tiştan bibînin ku desthîlatdariya AKP-MHP’ê  bi van êrîşan armanc dikin civakek muhafizekar ava bikin. Sazkirina vê helwestê jî bi rêya êrîşkirin û îllegalîzekirina jinê tê kirin. Me ew helwesta îqtîdarê li hemberî Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Aysel Tugluk jî dît.”
 
‘Di şexsê jinê de dixwazin civakê pasîvîzebikin’
 
Gulîzarê diyar kir ku ku êrîşên desthîlatdariyê yên li hemberê jinê xwe li derve bi cûr bi cûr şêwazan nîşan dide û li hundirê jî bi zext û binpêkirina mafan xwe nîşan dide. Gulîzar, got: “Em rewşa girtîgehan ji Aysel Tûglûk dizanin ku girtîgeh di çi astê de ne.  Li Leyla Guven bi rêya gotinê gardîyanêk tundî kir. Her wiha cezayê li Ayşe Gokkan 30 sal cezayê girtîgehê hat birîn û ev hemû jî nîşan didin ku dijminatiya desthîlatdariyê ya li dijî jinên pêşeng di çi astê de ye.  Ev êrîş û hedef girtin di heman deme de ji bo çavtirsandina têkoşîna jinan e. Her wiha peyamek ji bo têkoşîna jinan a hevgirtî ye. Di şexsê jinê de dixwazin hemû civakê pasîvîze bikin. Bi tirsandina jinan dixwazin li gorî şêwaza xwe civakekê dîzayn bikin. Ji ber ku di vê pêvajoya heyî de herî zêde jin li dijî polîtîkayên desthîlatdariyê derdikevin û wan polîtîkayên ku civatê her diçe dixin qeyranek kûr qebûl nakin. Niha li Tirkiyê qeyranekê pir cidî ya aborî heye û xizaniya gel her diçe zêde dibe. Desthîlatdar li şuna ku wan pirsgirêkan çareser bikin, êrîşî jinan dikin.”
 
‘Ji jinên li qadan ditirsin’
 
Gulîzar destnîşan kir ku desthîlatdar ji jinên ku li qadan têkoşînê didin ditirsin û wiha pêde çû: “Ji bo îfşakirina polîtîkayên desthîlatdarê cihê herî bibandor qad û kolan in. Lewra desthîlatdar jî dixwaze jinê ji qadê dûr bixînin. Jina ku di nav çar dîwaran de bû û jina ku tenê di malde ye û rastî hemû kedxwariyê were tê xwestin pêş dixe. Dixwazin jinan bikin nava çardîwaran, keda wê binpê bikin û jina bindest biafrînin. Lê belê têkoşîna jinan têkoşînek rêxistinkirî ye. Jin li qadane û têkoşîna xwe didomînin. Lê desthîlatdariya AKP-MHP’ê ji vê rewşê gelek aciz in. Wekî mînak; êrîşên li dijî parlementera HDP’ê Semra Guzel êrîşek li dijî îllegalîzekriina sîyaseta kurdan bû. Her wiha êrîşa li dijî siyasete demokratîk bû. Herî zêde jin di HDP’ê de cih digirin. Loma herî zêde êrîşên xwe jî li dijî parlementerên jin ên HDP’ê dikin. Li qada sîyasetê jî bi îllegalîzekirina HDP’ê û êrîşên li dijî siyasetmedarên kurd siyasetê dikin.  Bi her cûreyê zext û êrîşan polîtîkaya xwe dimeşînin. Lê bêguman jinan ew polîtîka qebûl nakin û dê di her qadê de gotinên xwe bibêjin.”
 
‘Armanc  tunekirina deskeftiyên jinan e’
 
Gulîzar di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku desthîlatdar bi daraza xwe ya mêr jî êrişên li dijî jinan rewa dikin û wiha axivî: “Herî zêde di vê pêvajoyê de êrîşên li dijî deskeftiyên jinê zêde bûn. Desthîlatdar bi daraza xwe ya mêr jî destkefityên jinan desteser dikin. Di pakêta darazê ya 5’yemîn de mafê zarokan tune hate hesibandin. Jinan bi salan bi berdelên gelek mezin deskeftiyên xwe qezanc kirin. Lê niha desthîlatdariya AKP-MHP’ê hemû polîtîkayên xwe li ser tunekirina deskeftiyên jinan didin meşandin. Di peymana Stenbolê de navbeynkariya malbatê nayê qebûlkirin. Ji ber ku di vê maseyê de divê jin û mêr wekhev bibe.  Piştî feshkirina Peymana Stenbolê niha jî diwazin di qanûna 6284 ê de jî guhertinan çêkin. Em wek jin van tiştan qebûl nakin.  Bi vê tê xwestin tundî, destdirêjî û tecawûza li jin û zarokan tê kirin rewa bixin.  Nayê xwestin ku jin di qadên civakî de bixebitin. Me ew nêzikatiya di rejîma qeyûman de jî dît. Gelek hevalên me yên jin hatin îxrackirin û peymanên wan ên ji bo kar hatin feshkirin.”   
 
‘Tevî van hemû zoriyan jin têkoşîna xwe mezintir dikin’
 
Gulîzarê anî ziman ku jin hêza xwe ji têkoşîna jinan û rêxistina jinan digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rastî jî jin gelek xebatên xweş û pîroz dikin. Jin li her dere nerazîbûna xwe ya li dijî polîtîkayên zextê li her qadên civakê tînin ziman. Jin rêxistina xwe li herderê mezin dikin. Pergal dema ku wê rêxstinbûnê dibîne bi hemû hêza xwe êrîş dike.   Tevî ewqas êrîş, zext, girtin û xespkirinê jin xwe ji qadan venakişînin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Ew jî pergalê dide tirsandin. Me di mînaka Sezen Aksû de dît ku  niha rêxistin û sazîyên jinan bi hevre tevdiger in û bi hêzeke hevgir li dijî polîtîkayên desthîlatdariyê derdikevin. Rêbaza pergalê ya parçe bike, dabeş bike û bi rê ve bibe ku bi salan dimeşîne, êdî jin nas dikin. . Heke jin bibin yek dizanin ku wê li dijî vê pergalê bi ser bikevin. Niha jinên li her derê bi jinên kurd re gelek xebat û kampanya didin meşandin. Desthîlatdarî jî dema ku vî tiştî dibîne bi hemû hêza xwe êrîş dike. Lê jin têkoşîna xwe mezintir dikin.”