'Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe'

  • 09:04 28 Çile 2022
  • Rojane
 
Şîrîn Çinar
 
AMED - Ramazan Tanriverdî 30 sal in girtiye û di lîsteya nexweşên giran de ye, hevjînê wî Hanim Tanriverdî da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş krîtîke û rayagiştî ya navneteweyî li dijî vê bêdenge û got: “Bila ez zilm bidawî be.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî li girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan roj bi roj zêde dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a sala 2020’an li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.Yek ji girtiyên nexweş yê di lîsteya nexweşên giran deye Ramazan Tanriverdî yê 63 salî ku neweşê şekir, dil û mîdeyê ye. Ramazan Tanriverdî yê 30 sal in girtiye li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Amedê tê girtin.
 
Hevjîna Ramazan Tanriverdî û rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bismila Amedê Hanim Tanriverdî balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û zor û zehmetiyên ku dikşînin vegot.
 
‘Gelo bi çi mafî eziyet li girtiyan dikin?’
 
Hanimê daxuyakirin ku binpêkirinên mafan û cezayên dîsîplînê yên li girtîghan zêde bûne, girtiyên nexweş nayên dermankirin û wiha pê de çû: “Hevjînê min du caran ji mîdeyê emeliyet bû. Ji dilê xwe jî anjiyo bû. Nexweşiya şekir jî heye. Ez diçim hevdîtinan, destê wî cemidînîne. Rewşa wan qet nebaşe. 8 meh maye cezayê hevjînê min biqede. Tevî vê ji bo wî û hevalên wî salek û 2 meh cezayê dîsîplînê dane û înfaz şewitandine. Çi mafê wan heye vê eziyetê bi girtiyan dikin? Em diçin hevdîtinê em jî rastî pêkanînên nebaş tên. Nahêlin em bi girtiyên din re silavê bidin hev. Di hevdîtina vekirî de nahêlin em wêne bikşînin. Yanî îşkencê dikin. Her kesî dît ku çi hat serê Kadafî û Saddam yên zilm li gel kiribûn. Gelo qet vê nafikirin.”
 
‘Em li malên xwe ne rehetin’
 
Hanimê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Çima nayên berdan? Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan. Dema dibin jî bi kelepçê dibin. Ev rewş nikare bê qebûlkirin. Bila ev zilm bidawî be. Gelo wê heta ku derê wisa bidome? Em li ser axa xwe em li mala xwe nerehetin. Ji ber xizmên me di bin tecrîdê de ne.”
 
‘Mirovahiyê tiştek wisa nedîtiye’
 
Hanimê balkişand ser rewşa Aysel Tugluk ya nexweşa Demansê ye û tevî rapora wê ya ‘nikare girtî bimîne’ heye û nayê berdan jî û wiha nirxandin kir: “Divê Aysel demildest bê berdan. Şertên girtiyan qet nebaşin. Bila ew du mehan biçin li zindanan bimînin. Wê demê wê şertên zindanan fêm bikin. Di dîrokê de mirovahiyê tiştek wisa nedîtiye. Kezeba dayikan dişewite. Dayik tevî temen û nexweşiyan diçin li baroyan rudinin. Çima kujerên jinan, firoşkarên hişbirê û kesên sûcên edlî dikin tên berdan, çima girtiyên nexweş yên siyasî nayên berdan. Wan tu sûc nekiriye. Wan tenê ziman û mafên xwe parastin. Ji bo vê jî niha girtîne.”
 
Ji bo girtiyên nexweş bang
 
Hanimd di dawiya axaftina xwe de di serî rayagiştî ya navneteweyî, bang li hemû kesî kir ku li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bêdeng nemînin û wiha dawî lê anî: “Ez bang li serokomar û hemû mirovan dikim. Di heman demê CPT jî bêdeng e. Bila ew jî di vê mijarê de piştgiriyê bidin girtiyan û malbatên girtiyan.”