Dayikên Aştiyê: Li dijî tecrîdê hewcedarî bi tifaqê heye

  • 09:01 25 Çile 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên Şirnexê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Tecrîd bandorê li tevahiya jiyanê dike. Ji ber vê jî divê têkoşîneke hevpar li dijî tecrîdê bê dayîn."
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di hav heftê de 2 caran serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê parêzeran di 22'yê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana "hevdîtina lezgîn" kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12'yê cotmehê de ji bo 6 mehan li Abdullah Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18'ê tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Her wiha herî dawî jî ji ber îdiayên li ser hesabên medya dijîtal ên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê Emîne Alkiş û Rihan Arsoy derbarê tecrîdê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Hevdîtin nayê kirin' 
 
Emîne Alkiş, di destpêka axaftina xwe de tecrîd şermezar kir û got: "Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin bandora xwe li tevahiya jiyanê dike. Serokê me tenê daxwaza aramî, aştî û wekheviyê dike. Serokê me jiyaneke aştiyane dixwaze bê avakirin. Ji ber vê yekê em tecrîda li ser serokê xwe tu carî qebûl nakin. Bila demildest tecrîd bê rakirin. Divê jin û ciwan li dora serokê xwe bibin xelek û em vê tecrîdê bişkînin. Ev çend sal in ne malbat û ne jî parêzer dikarin biçin hevdîtinê."
 
'Bila CPT'ê peywira xwe bîne cih'
 
Emîne, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bêhelwestbûna dewletên navneteweyî: "Ez bang li dewletên navneteweyî dikim ku li hemberî tecrîdê bi helwest bin û bêdeng nebin. Bi taybetî divê CPT peywira xwe bi cih bîne. Ligel her tiştî divê em kurd xwedî li hevdû derkevin. Wekî din rêyek din nîne."
 
‘Divê kurd bi tifaq bin' 
 
Emîne, destnîşan kir ku li hemberî kurdan êrişeke topyekûn heye û wiha axivî: "Her ku diçe şer, girtin û binçavkirin zêde dibin. Ev tişt parçeyek ji tecrîdê ye û bandorê li civakê dike. Her wiha ev tecrît bi taybetî li hemû girtîgehan tê domandin. Girtî bi îşkence, zilm û zordariyê re rûbirû ne. Di nava mehekê de 7 cenaze ji girtîgehê derketin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Li dijî her cûreyên êrişan a li hemberî kurdan divê tifaqa kurdan li pêş bikeve. Li dijî zilmê divê em bi hev re rabin. Her wiha em ê bi her awayî xwedî li serokê xwe derkevin û em azadiya wî dixwazin." 
 
‘Tirs û fikarên me zêde dibin' 
 
Rihan Arsoy jî wiha bal kişand ser tecrîdê: "Dewleta Tirk destûrê nade ku malbat û parêzerên biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Ji bo hevdîtin pêk neyê hincetên cuda derdixin pêşberî malbat û parêzeran. Astengiyên ku li hemberî hevdîtinê tê derxistin tirs û fikarên me mezin dike. Edaleta vî dewletî tuneye û her ku diçe tecrîdê girantir dike."
 
'Li hemberî êrişan çav û guhê xwe girtine'
 
Rihan, daxuyand ku bi her awayî li hemberî kurdan êrişek heye û girêdayî êrişan jî tecrîd tê girankirin û wiha dom kir: "Divê bêzanîn ku em bi saya serokê xwe hatin vê astê. Me xwe bi rêxistin kir û em siyasetê dikin. Ji ber vê sedemê jî êrişên li hemberî kurdan zêdetir dibin. Ligel êrişên ku pêk tên jî dewletên navnetweyî çav û guhê xwe girtiye. Her li hemberî tecrîda li Îmraliyê jî CPT'ê bêdengiya xwe diparêz e."
 
'Divê demildest parêzer biçin Îmraliyê'
 
Rihan, da zanîn ku divê demildest parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin serokê me jî wekî hemû serokên welatên din azad be û di nav gelê xwe de be. Li dijî zilma heyî divê yekitiya kurdan pêş bikeve. Heke em bi hev re rabin serpiyan em dikarin tecrîdê bişkînin. Em kurd tenê jiyaneke azad û aram dixwazin."