Ciwanên Êlihê: Divê em di bin banê HDP'ê de êrişan vala derxin

  • 09:03 23 Çile 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
ÊLIH - Ciwanên Êlihê têkildarî polîtîkayên êrişên taybet ên li herêmê tên meşandin nirxandinên xwe parve kirin û gotin: "Ji bo tunekirina gelê kurd serî li rêbazên bişaftinê dane û êrişa herî zêde jî li ser ciwanên kurd pêk tê. Pêwîst e em di bin banê Meclîsa Ciwanan ya HDP'ê de xwe bi rêxistin bikin û êrişan vala derxin."
 
Bi rêbazên polîtîkayên şerê taybet re sîstema heyî hewil dide ku ciwanên kurd ji têkoşînê dûr bixe û wan fêrî sîxurtî, fihuş û tiryakê bike. Bi vê yekê re xwekujî û komkujiyên li ser jinan jî zêdetir rû didin. Bi taybetî Êlih ji salên 90'î ve weke bajarekî ku herî zêde xwekujî lê çêdibe hate naskirin. Ciwanên Êlihê têkildarî van polîtîkayên tên meşandin berteka xwe nîşan dan û gotin çareserî wê bi rêxistinbûyînê pêkan be.
 
'Em tune tên hesibandin'
 
Hanîfe Aydin nîjadperestî û zayendperestiya li ser herêmên kurdan tên kirin nirxand û wiha got: "Ez 18 salî me û ji jiyana xwe bi guman im. Ez ne di ewlehiyê de me û her tim vê metirsiya li ser jiyana xwe hês dikim. Sedema vê jî ew e ku zimanê îqtidarê cudaker e. Cudahiyê dixin navbera me hemûyan. Em weke ciwanên kurd û weke jin jî tên çewisandin û êriş li me tên kirin. Li Dêrsimê tecawiz li Gulistan Doku hat kirin û hat windakirin. Hîna aqûbeta Gulîstanê ne diyar e û ji bo dîtina wê jî hewildanek baş tune ye. Ev rastiya ciwanên kurd e. Her tim êrişên nîjadperest û zayendperest li me tên kirin.  Çanda me zimanê me û hebûna me tune tê hesibandin. Dixwazin bi ciwanan civakê ruxînin. Em wekhevî û dadê dixwazin."
 
'Ez kurd im û dixwazim bi kurdî bijîm'
 
Hanîfeyê da zanîn ew dixwaze bi kurdî bijîn û herî dawî wiha axivî: "Ez kurd im û dixwazim bi kurdî bijîm. Ji bo bişaftina çand, ziman û hebûna me her rêbaz tê bikaranîn. Ger kurd werin qetilkirin jî li ber çavên wan ên sûcdar cardin kurd in. Em mehkûmî sîstemek nîjadperest û zayendperest hatine kirin. Pêwîst e demildest ciwan xwe ji vê qirêjiyê rizgar bikin. Pêwîst e ji bo bîrewerkirina ciwanan gavên girîng werin avêtin. Têkildarî vê jî dikare di sazî û dezgehan de perwerdeyên taybet bên dayîn."
 
'Bi rêxistinê em ê êrişan vala derxin'
 
Merve Tapkan jî bi lêv kir ku di demên dawî de li ser ciwanên kurd êrişên polîtîkayên taybet her ku diçin zêde dibin û wiha pê de çû: "Êrişkar pê zanin ku ji bo tunekirina gelê kurd wê êriş têr nekin û dest bi polîtîkayên bişaftinê kir. Ciwanan ber bi fihuş, tiryak, sîxurtî û jiyanek aloz ve dikişînin. Divê ciwananên me nekevin vê kemînê. Ango gelek ji ciwanan jî ne di vê ferqê de ne. Pêwîst e ew werin bîrewerkirin û ev pêvajo baş were nirxandin. Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan jî di vê mijarê de xebat da meşandin û gelek çalakî li dar xistin. Pêwîst e em xwedî li wan jî derbikevin û çalakiyên wan xurt bikin. Em ê encex bikaribin bi hev re, bi rêxistinbûyînê êrişan vala derbixin."
 
'Em gelekî qedîm û xwedî çandek delal in'
 
Sîs Aktaş bal kişand ser dûrxistina ciwanan a ji çandê  û wiha got: "Bi taybetî di serî de dest bi bişaftina çand, ziman û nasnameya me dikin. Dixwazin kurdan ji hebûna wan dûr bixin. Em niha bi awayekî azad nikarin cil û bergên xwe li xwe bikin û derbikevin. Êdî hatiye wê rewşê ku em bi xwe şaş dimînin. Ez niha bi van cilan ve dakevim kolanê belkî gelek ciwanên me bi xwe şaş bimînin. Ev jî êrişek qirêj e ku kurdan ji rastiya wan dide dûrxistin. Ew me biçûk dixin û wisa dikin ku ciwan ji zimanê xwe, cil û bergên xwe şerm bikin. Lê bila baş were zanîn ku em gelekî qedîm û xwedî çanda herî delal in. Pêwîst e em ji cil û berg, ji zimanê biyanî şerm bikin."
 
'Ciwan ji rastiya xwe dûr dikevin'
 
Sîsê da zanîn ku polîs û leşkerên li herêmên kurdan hemû hilbijartî ne û wiha got:"Dema ciwan ji xwe û ji rastiya xwe şerm dike vê carê ber bi jiyanek din ve diçin. Ev jiyan jî bê guman dibe jiyanek aloz û seqet. Em li herêmê dibînin ku polîs û leşkerên kar dikin hemû hilbijartî ne. Weke ku ji bo xapandina ciwanan hatine perwerdekirin. Di aliyê fîzîkî de jî baldar nêz dibin. Pêwîst e em bikevin ferqa van lîstokan û ji bo valaderxistinê xwe bi rêxistin bikin."
 
'Em ê bi hev re êrişan vala derxin'
 
Dîcle Gullu û Xecê Altintaş jî bal kişandin ser êrişên li ser ciwanan û wiha got: "Li herêmê fihuş, tiryak û sîxurtî her ku diçin zêde dibin. Malbat jî ji bo ewlehiyê bigirin serî li rêbazên girtinê û astengkirinê didin. Ev jî jiyana me ciwanan zehmet dike. Pêwîst e em piştgiriyê bidin xebatên Meclîsa Ciwanan a  HDP'ê û ji bo mezinkirinê hewil bidin. Em ciwan bi hev re di bin heman banî de bikaribin êrişan vala derbixin. Çiqas êriş bi hêz bin pêwîst e têkoşîna me jî bi hêz bibe."