Ayşe Acar Başaran: Gotinên zayendperest wê bi me şûnde gavê nede avêtin

  • 09:10 22 Çile 2022
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku desthilatdariyeke êrîşên xwe dijwar kiriye re rû bi rû ne û got ev êrîş nikarin bi wan şûnde gavê bidin avêtin.
 
Êrîşên desthilatdariyê yên li hember têkoşîna azadiya jinên kurd roj bi roj zêde dibe. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li girtîgeha dimîne ji aliyê gardiyanan ve hat tehdîdkirin û her wiha piştî ku wêneyên 8 sal berê yên aîdê parlamentera Amedê Semra Guzel hatin serwîskirin şûnde, êrîşên li hember têkoşîna jinê jî zêdetir bûn.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, êrîşên der barê têkoşîna jinan de nirxand.
 
‘Hewl dide rejîmeke netewperest ava bike’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku hemû desthilatdarî dema ku dixwazin rejîmek nû ava bikin destkeftiyên jinan hedef digirin û bi vê re jî hewl didin civakê bit eşe bikin. Ayşeyê got: “Ev rewşa dîrokî îro li Tirkiyeyê tê jiyîn. Desthilatdariyek 20 salan li hember me ye. Şîdeta li hember jinan bi AKP’ê dest pêk nekir. Beriya wê jî hebû. Lê ferqa AKP’ê ev e ku dixwaze rejîmeke netewperest, yekparêz ya ku destkeftiyên jinan ji holê ra dike. Li hember jinên têdikoşin jî êrîşek mezin heye.”
 
‘Bi taybet jinên kurd hedefin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku desthilatdarî hemû destkeftiyan hedef digire û bi taybet jinên têkoşin hedef digirin û ev tişt bi lêv kir: “Perspektîfa netewperestiyê herî zêde berê xwe daye jinan. Li Tirkiyeyê jin di hedefa AKP’ê MHP’ê de ne. Lê bi taybet jinên kurd dibin hedef. Ji ber vê sedemê jî Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û bi seden jinên din hedef tên girtin. Li dijî jinên li qadan têkoşîn êrîşeke pir alî heye. Çapmenî, diyanet, polîs, gardiyan, daraz û gelekên din. Li kolanê şîdeta polîsan. Çapemenî  li dijî jinan peywira tetikêşiyê dike. Diyanet li ser oldariyê  vê dimeşîne. Di perwerdê de şîdet tê rewakirin. Her wiha darazeke ku mêran xelat dike heye. Ev 7 sale êrîşeke bê navber tê meşandin.”
 
Ayşeyê balkişand ser êrîşên li ser çapemeniya civakî li hember parlamentera Amedê Semra Guzel tên kirin û got: “Em dizanin ku kurdan wek welatiyên wekhev nabînin. Zimanê me qedexe dikin. Me di siyasetê de tune dihesibînin. Dema em dixwazin di siyaseta demokratîk de cih bigirin jî em rastî êrîşan tên. Dewlet kumpasê dike li hember welatiyên xwe.”
 
‘Dixwazin serê wê veşêrin’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku  wek pirsgirêkên din desthilatdarî hinek tiştan demekê di destê xwede dihêle û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşa hevala me Semra li holê ye. Bil ez ev pêvajo meşandin, hevkarê biçûk yê desthilatdariyê çawa nêzî bûyerê dibe.  Darazê biryara vekirina dosyayê û rakirina destnedanê nedaye. Darazê biryar nedaye. Hevkarê biçûk talîmat da. Piştî wê serokomar talîmat da û li meclîsê girtin dest. Çi balkêşe sûcên ku endamên desthilatdariyê dikin vedişêrin û naynin rojevê. Sûc û bêhêziya xwe vedişêrin. Em HDP di siyaseta demokratîk de bi israrin. Desthilatdarî rojên xwe yên dawî dijî. Bila hevala me Semra Guzel xwe tenê hîs neke ligel wê tevgereke xurt a jinan heye. Ev êrîş nikarin şûnde gavê bi me bidin avêtin.”