'Berxwedana Serdemê dewam dike'

  • 09:07 20 Çile 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Hevseroka Desteya Darayî ya herêma Efrînê Fatma Lekto têkildarî Berxwedana Serdemê û hedefgirtina jinan a di Berxwedana Serdemê de wiha got: "Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye û heta vê kêliyê jî dewam dike. Ji ber ku di hundir Efrînê de gel bi aramî û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijiya dewleta tirk a dagirker ev yek qebûl nekir û bi hemû rêbazên hov êrîşî Efrînê kir." 
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi 72 balafirên leşkerî êrişî Efrînê kir. Ji wê kêliyê ve çîroka Berxwedan Serdemê dest pê kir. Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Efrîn û gundewarên wê kir. Gelê Efrînê 58 rojan li hember tanq û topên dewleta tirk li berxwe dan û dîroka gelê kurd ji nû ve nivîsand. Jinên Efrînî cihekî pir mezin di Berxwedana Serdemê de girtin û pêşengtî kirin. Bi dehan jinên têkoşer bi berxwedanek mezin û bi lehengtiyek mezin li hember dijmin gihaştin asta şehadetê. Mînaka wê jî Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê û bi dehan jinên leheng navê berxwedana serdemê bi xwîna xwe nivîsandin. Gelek dayikên Efrînî bê tirs wekî mertalên zindî derdiketin ser xetên cebhê. Jinan di her qadê de cih girtin û têkoşîn kirin.
 
Hevseroka Desteya Darayî ya herêma Efrînê Fatma Lekto derbarê Berxwedana Serdemê û tekoşîna jinan a di Efrînê de ji ajansa me re axivî û nirxandin kir.
 
'Berxwedana Serdemê dewam dike'
 
Fatmayê da zanîn berxwedana serdemê didome û wiha pê de çû:"Em roja 20'ê Çileyê ya 2018'an, roja ku dewleta tirk êrîşî Efrîn û gundewarên wê kir şermezar dikin. Berxwedana Serdemê tu carî bi dawî nabe. Rast e îro şêniyên Efrînê li Kantona Şehbayê dijîn, lê belê berxwedana serdemê berdewam e. Encama êrîşên dewleta tirk îro koçberkirina gelê Efrînê ya ji cih û warê wan e. Gelê Efrînê li vê derê di kampan de li berxwe didin, hêviya wan a ji bo vegera Efrînê gelek mezin e. Em di 20'ê Çileyê de tevahî pakrewanên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Jinên kurd di Efrînê de berxwedanek herî mezin kirin. Weke Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û gelek jinên din ên leheng li hemberî dijminên hov canê xwe feda kirin. Dewleta tirk a dagirker bi sûcên li dijî mirovahiyê qanûnên navneteweyî derbas kiriye. Gelê Efrînê bi jin, pîr, ciwan û zarokên xwe li hember dewleta tirk a dagirker dîroka kurd nû kirin."
 
'Jinên Efrînê 58 rojan têkoşîn kirin'
 
Fatmayê di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a di Berxwedana Serdemê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên Efrînê 58 rojan bi hêz û vîna xwe li hember dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê têkoşîn kirin. Dewleta tirk kêlî bi kêlî bi tanq û topan êrişî Efrînê dikir. Li dijî van êrişana gel li berxwe da. Ger mirov pirtûkan li ser lehengtî û berxwedana gelê Efrînê binivîse pirtûk têrê nake. Bûyerên ku di Efrînê de qewimîne bi rastî jî gelek bi êş bûn. Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de jin, zarok, kal û pîr ên ku tu sûcên wan tune bû jiyana xwe ji dest didan. Balafirên dewleta tirk a dagirker gelê sivîl û bê sûc hîn jî topbaran dike. Gelê Efrînê bê sûc e ji ber ku êrîşî Tirkiyeyê nekirin. Dema ku Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir, gelê Efrînê tenê parastina xwe ya rewa kir. Ev jî mafê her kesî ye."
 
'Efrîn cihê ewlehiyê bû'
 
Fatmayê diyar kir dewleta tirk Projeya Rêveberiya Xweser kir hedef û bi rêbazên herî xirab êriş bir ser Efrînê û wiha pê de çû:"Efrîn di Sûriyeyê de cihê ewlehiyê bû û her kesî berê xwe dida wir. Dewleta tirk a dagirker ev yek qebûl nekir û xwest ku bi êrîşên ser Efînê Projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Efrîn dayika hemû netewa ye, ji ber ku hemû netewên Sûriyeyê bi ol û zimanê xwe lê dijiyan. Ji ber ku çand û exlaqê me Projeya Netewa Demokratîk e. Sîstema me ya Netewa Demokratîk ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo tevahî mirovahiyê ye. Projeya Netewa Demokratîk ne sîstemek perçekirinê ye, sîstemek ku tenê edaleta civakî dixwaze ye. Armanca me ya bingehîn ew e ku gelên Sûriyeyê hemû bi hev re bi awayekî demokratîk bijîn. Dewleta tirk a dagriker dît ku destkeftiyên Efrînê gelek in û ji tevahî Sûriyeyê gel berê xwe dide Efrînê. Ji ber ku jiyan gelek aram e û Efrîn bi ewle ye û hemû pêdiviyên gel lê dihat peydakirin."
 
'Dewleta tirk sûdê ji aloziya Sûriyeyê digire'
 
Fatmayê da zanîn ku dewleta tirk sûdê ji aloziya Sûriyeyê digire û wiha anî ziman: "Di hundir Sûriyeyê de parçekirinek neteweyî hatiye çêkirin. Gelek pirsgirêk di hundir Sûriyeyê de derketin holê, lê Rêveberiya Sûriyeyê nikaribû wan pirsgirêkan çareser bike. Li ser vê bingehê dewleta tirk a dagirker sûd ji vê aloziya Sûriyeyê digire. Dewleta tirk a dagirker sûdek mezin ji aboriya Sûriyeyê girt ji ber vê her tim êrîşî erdên Sûriyeyê dike. Pirojeya me ya Rêveberiya Xweser hemû aloziyên Rojhilata Navîn çareser dike. Ji ber vê yekê Tirkiye êrîşî me dike û hemû dewletên navneteweyî bê deng in. Em bi projeyê xwe li ser piyan sekinîn û tu kesî piştgiriya me nekir. Ev jî teqez dike ku projeya Neteweya Demokratîk bingeha çareseriya pirsgirêkan e."
 
'Dewleta tirk dixwaze serdema baviksalariyê nû bike'
 
Fatmayê da zanîn dewleta tirk dixwaze serdema baviksalariyê ya Osmaniyan nû bike û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dema ku îro jin xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin wê demê zihniyeta dîktatoriyê û ya baviksalar dihejînin. Ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker bêdeng namîne. Loma êrişa dewleta tirk a li ser bedena Barîn Kobanê ji jinê re peyamek bû. Tê wateya ku dewleta tirk a dagirker dibêje ez heme û divê jin kole bimîne. Dewleta tirk a dagirker ne tenê di Efrînê de destdirêjî kir, her wiha beriya wê li Serê Kaniyê û li Kobanê jî destdirêjî kir. Bi vê yekê dewleta tirk a dagirker dixwaze serdema baviksalariyê ya Osmaniyan nû bike. Lê belê îro bi vîn û tekoşîna jinên berxwedêr ev sîstem, ev çîn hat hilweşandin û êdî nikarin jinê bişkînin. Li ser vê bingehê heta vê kêliyê Berxwedana Serdemê berdewam e."
 
'Bi hêza gel, em ê Efrînê rizgar bikin'
 
Fatmayê di dawî de diyar kir ku gelê Efrînê wê berxwedana xwe dewam bikin û heta rizgarkirina Efrînê wê li ser piya bin û wiha bi dawî kir: "Bi berxwedana gel û bi hêza keç û xortên me, em ê Efrînê rizgar bikin. Em ne li dijî tu netewan e, em şerê tu kesî jî nakin tenê em dixwazin bi awayekî demokratîk li ser axa xwe bijîn. Çiqas jî di her alî de êrîşî me bikin jî wê berxwedana me dewam bike. Em wek xeta jinê û gelê Efrînê, em wek gelê azadîxwaz em ji bo rizgarkirina Efrînê her tim amede ne. Wê di pêşerojê de her kes azad li ser axa xwe bijî û dewleta tirk a dagirker ji axa me derkeve. Di dawiyê de jî banga min ji hemû Efrîniyan re heye ku roja 20'ê Çileyê dakevin qadan û li ser piyan bin."