'Em ê rewşa Aysel Tugluk li Konseya Ewropayê bînin rojevê'

  • 09:01 19 Çile 2022
  • Rojane
ENQERE - Siyasetmedar û parêzer Bedîa Ozgokçe der barê rewşa  Aysel Tugluk de axivî û da zanîn divê rewşa girtiyên nexweş bê rojeva saziyên li Ewropayê û  got hedefa wan ev e ku mijarê di rûniştina Konseya Ewropayê ya di 24’ê Çileyê de dest pê dike bînin rojevê.
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin. Aysel a ku 10 sal ceza lê hatiye birîn pirsgirêkên tenduristiyê dijî û du sal in teşhîsa demansê lê hat danîn. Rewşa Ayselê roj bi roj girantir dibe. Tevî rapora ku SaziyaTipa Edlî (ATK) ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî  ATK’a Stenbolê berovajî vê rapor da û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’. Li hember vê bi hezaran jinî bertek nîşan dan û kampanya pêk anîn. Herî dawî bi sernavê ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ kampanya hat destpêkirin û jinan azadiya Ayselê xwestin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin parêzer Bedîa Ozgokçe, der barê rewşa Ayselê, êrîşên li hember Ayselê û kampanya tê meşandin de axivî.
 
‘Aysel Tugluk profîla jineke xurt e’
 
Bedîayê bi lêv kir ku Ayselê di xebatên Wanê yên Tevgera Civaka Demokratîk (DTH) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de nas kiriye û got Ayselê profîla jineke xurt e û wiha nirxand: “Di asta avakirina DTP’ê de hevserokatî hat îlankirin. Ayselê yekemîn damezrînera jin û hevseroka wê bû. Wê demê hevserokatî baş nehatibû fêmkirin lê Ayselê di têkoşîn û şîdeta li hember jinê de nîşaneya pêngava samîmî bû. Dema parlamentera Wanê hat hilbijartin, ji me nêrîn digirt. Wê demê li Wanê nû saziyên jinan û koperatîf dihatin vekirin. Ayselê li nêrîna siyasî mêze nedikir û hewl dida jinan di nokteya hevpar de bîne gel hev û digot wê bandorek erênî li pêvajoya qanûnî bê kirin.”
 
‘Rewşa dîlgirtinê heye’
 
Bedîayê der barê girtina Ayselê de jî ev tişt anî ziman: “Em siyasetmedarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin e. Her tiştê em diaxivin di çarçoveya destnedana kursiyê de ye. Bêguman em dikarin bên darizandin lê ji ber axaftin azadiya fikr û ramanê ye, darizandin ne pêkan e. Niha hemû dosyayê hevalên girtî û doza girtinê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye. Bi rayeya me ji gel girtiye em parastina maf dikin. Ji ber em diaxivin em tên darizandin. Yekane sedema girtina Ayselê axaftinên bi nasnameya siyasî kiriye. Sûcdar hat nîşandan û rewşa dîlgirtinê mijara gotinê ye.”
 
‘Ji ser Ayselê ji kurdan tol tê girtin’
 
Bedîayê destnîşan kir ku Aysel Tugluk ji ber gelek sedeman hedef tê girtin û wiha dirêjî dayê: “Aysel hevserokek damezrîner e. Hedefa hikûmetê ya herî mezin hevserokatî ye. Ji endamtiya rêxistinê doz tê vekirin. Ev hem êrîşa li hember bernameya partiyê û hem jî li dijî pergala hevserokatiyê ye. Ayselê jî hedefa vê ya herî mezin e. Bi vî awayî ji ser Ayselê ji kurdan tol tê girtin.”
 
‘Girtîgeh bûne malên mirinê’
 
Bedîayê balkişand ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û ev nêrîna xwe wiha anî ziman: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên mezin tên jiyîn. AKP’ê îdia kir ku ‘ji îşkenceyê re sifir tolerans’heye lê di 7 salên dawî de li hember HDP û kurdan êrîşên cidî û cezayên mezin hene. Em di pêvajoyek tarî de derbas dibin. Dewlet heman dewlet e. Di pêvajoya pandemiyê de pêkanînên rejîma înfazê girantir bûne. Bi awayên kêfî mirov tên girtin û girtîgeh bûne malên mirinê.”
 
Bi name û hevdîtinan wê rewşa girtiyan bê vegotin
 
Bedîayê balkişand ser piştevaniya jinan a ji bo Aysel Tugluk û got jinên li surgunê ji bo berdana Ayselê gelek xebatan dimeşînin û xebatên dimeşînin jî wiha rave kir: “Me di demên dawî de siyasetmedarên jin metnek çapemeniyê amade kir. Me ji çapemeniya Ewropa û Tirkiyeyê re aşkera kir. Me banga kampanyayê, piştevaniyê kir. Wê di vî alî de gelek kampanya hebin. Me bi nameyekê rewşa Ayselê îzah kir. Me rewşa girtiyên nexweş ên siyasetmedarên kurd vegot. Me ji parlamentoyên eyalet û parlamentoya dewletê ya Elmanyayê re ragîhand û me randevu girtin.”
 
Kampanyayên tên meşandin
 
Bedîayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me name ji saziyên Konseya Ewropa û parlamentoya Ewropayê re şandin. Me daxwaza randevuyê kir. Me ji Komîteya Şopandina Konseya Ewropayê re nameyek berfireh şand. Em dixwazin bi van saziyan re hevdîtina rû bi rû bikin. Me ji Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê re nivîsî. Me rewşa Aysel û girtiyên din vegot. Me ji parlamenteran xwest ku bi pêşnûmepirsan rewşa girtiyên nexweş di rojevê de bihêlin. Me ji CPT'yê re nivîsî. Me xwest CPT bê Tirkiyeyê û di vê mijarê de em hevdîtinekê bikin. Me banga kampanyayan li Rêxistina Maf a Navneteweyî kir. Me ji Doktorên Sînornenas re name şand. Me ji çapemeniya Ewropa û cîhanê re nivîsî. Me ji Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê daxwaza hevdîtinê kir. Di 24’ê Çileyê de wê civînên Konseya Ewropayê dest pê bikin. Ger ku şertên fîzîkî yên civînê pêk bên em hedef dikin ku bi heyeta xwe re li wir civînekê bikin. Şertên pandemiyê astengiyê bikin jî em ê bi name, onlîneyê re xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘Divê Yekîtiya Ewropayê biryarê bide’
 
Bedîayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hedefa wan ev e ku hestiyariyê zêde bikin û bi van gotinan dawî lê anî: “Ji bo şert û merc baş bibin, girtî bên tahliyekirin em hewl didin. Hêviya me ev e ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk û Tirkiye dest ji vê helwesta xwe ya ku mirovan tune dihesibînin berde. Yên ku vê dixwazin divê deng bidin banga me. Yekîtiya Ewropayê gelo dixwaze rejîmek dîktator bibîne yan jî welatekî ku nirxên gerdûnî diparêze bibîne. Divê Yekîtiya Ewropayê biryara vê bide.”