Xebatên mîtînga HDP'ê didome: Em ê demokrasiyê biparêzin

  • 11:12 18 Çile 2022
  • Rojane
AMED - Di 22'yê çileyê de bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngek tê lidarxistin. Rêvebera HDP'ê ya Amedê Mervan Yildiz, diyar kir ku dê bi berxwedanê bi ser kevin û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo parastina aştî û demokrasiyê tevlî mîtînga me bibin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî zext û êrişên li dijî wê zêde bûne di 22’yê çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” mitîng li dar dixe. Mitîng wê di saet li 12.00'an de dest pê bike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê yên herêmê dê beşdarî mitîngê bibin. Her wiha Koma Pel û hunermend Ayfer Duzdaş jî wê derkevin ser dikê. 
 
Derbarê mîtîngê de rêveberê HDP'ê ya Bajarê Amedê Mervan Yildiz nêrînê xwe anî ziman. 
 
Mervan, destnîşan kir ku her demê HDP'ê bi polîtîkayên cuda re rûbirû dimînin û wiha axivî: "Parçeyek ji vê polîtîkayê hewldana girtina partiya me ye. HDP, hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê xwedî vînek e. Bi milyonan kes HDP'ê wek vîna xwe îlan kiriye. Jiber vê jî girtina HDP'ê tê wateya binpêkirina demokrasiyê. Tê wateya bêdengkirina muxalîf, jin û ciwanan. Partiya ku dixwaze aştiyê bîne, bi girtinê re rûbirû dimîne." 
 
'Gel bersiva zextan dide'
 
Mervan, diyar kir ku bi hewldana girtina HDP'ê re dixwazin civakî bi tevahî tecrîd bikin û got: "Em bi mîtîngê dixwazin bersivekî bidin pergalê. Belê dikarin HDP'ê bigirin, demên borî jî gelek partiyên siyasî yên kurdan girtibûn. Lê di encamê de bêtir girêdanbûnek û hêzek derket holê. Gelê Kurd polîtîk e, ewqas destkeftiyên wê hene û nayê lîstîkên îqtîdarê. Her roja ku derbas dibe zext û zordariya li hemberî partiyê zêde dibe lê gel bersiva vê yekê dide." 
 
'Îqtîdar fikr û ramanê HDP'ê baş dizane'
 
Mervan, wiha bal kişand ser mîtînga ku dê di 22'yê çileyê de bê lidarxistin. "Îqtîdar fikr û ramanê HDP'ê baş dizane. Gel dê li dijî her cureyên êriş û zextan dê li qadê bin. Dê bersivê bidin polîtîkayên îqtîdarê. Em mal bi mal geriyan û me bangewaziyên tevlîbûna mîtîngê kir. Di her qada ku em xebitin de welatî gazincên xwe ya li hemberî îqtîdarê anîn ziman." 
 
'Em bi hev re aştî û demokrasiyê biparêzin'
 
Mervan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin ku her kes li cem me be. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Berxwedan jî bi derketina li qadan dê pêk bê. Bên em bi hev re aştî û demokrasiyê biparêzin."