'Divê xwedî li girtiyan bê derketin'

  • 09:14 17 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Siyasetmedaran bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin: "Di salên 1980’ê, 12'ê Îlonê û demên din de çawa xwedî li girtiyan hat derketin divê niha jî xwedî li girtiyan bê derketin û bikeve rojevê. Dewlet wê her tiştî bike lê kesên li derve jî divê hemû barî li girtiyan bar neke."
 
Li gorî rapora ÎHD'ê ya 2020'î li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn. Girtî li girtîgehan hewl didin dengên xwe bidin bihîstin.
 
Kujer di bin çavan de jî dikarin bên dermankirin lê mixabin girtiyên nexweşên giran nikarin ji mafê dermankirinê fêdeyê bigirin. Li aliyê din jî di vegera nexweşxaneyê de 14 roj karantîna tê ferzkirin û ji ber gelek girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, naxwazin biçin nexweşxaneyan.
 
Siyasetmedaran der barê rewşa girtiyan de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Divê em li dijî binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan, bi awayekî rêxistinkirî dengê xwe bilind bikin.”
 
'Hewldayîna peyamekê ye'
 
Endama Lijneya Rêveberiya HDP'a Şîşliyê Nazmiye Ulker destnîşan kir ku di dema AKP'ê de binpêkirinên mafan zêde bûne û tevî mirov cezayên wan diqedin jî înfazên wan tên şewitandin û got: “Girtiyan ber bi întîxarê ve dibin û bi vê peyamekê didin. Dibêjin 'hûn serî netewînin hûn têkoşînê bidomînin wê dawiya we jî wisa be’. Mixabin ev pêkanîn ne nû ne. Dewlet ji bo jinan teslîm bigire heman rêbazan bi kar tîne. Rewşa Aysel Tugluk giran e. Lê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne didin. Ev hiqûqa dijminahiyê ye."
 
'Têkoşîna di 12'ê îlonê de hat dayîn divê dîsa bê dayîn'
 
Nazmiyeyê bal kişand ser Garîbe Gezer a li girtîgeha Hejmara Yekê ya Tîpa F ya Kocaelî ya Kandirayê tecawiz û îşkence lê hat kirin û got Garîbeyê di hefteya mafê mirovan de hatiye qetilkirin û ev rewş ne tesaduf e. Nazmiyeyê wiha daxuyand: "Her kes wê rojekê hesabê vê bide. Divê rewşa girtiyan bikeve rojevê. Divê têkoşîneke wek demên 1980 û 12'ê îlonê bê dayîn. Ji bo girtiyan berpirsyarî dikeve ser milê rayagiştî. Divê hestiyarî bê nîşandan û girtî bên tehliyekirin."
 
Mekanîzmaya şîdetê ya li hember jin û girtiyan
 
Berdevka Jinan a HDK'ê ya Stenbolê Dîdem Acabey jî daxuyand ku mekanîzmaya darazê, hemû qad ji serî heta binî bûye şîdeta mêr-dewletê û wiha bi lêv kir: "Ji lêgerîna tazî bigirin heta binçavkirin û girtinê hemû veguherîne mekanîzmaya şîdetê. Li dijî şîdetê têkoşîn mezin bûye. Jin şîdeta dewlet-mêr baş dizane. Îpek Er întîxar kir. Gulîstan Doku hat windakirin. Hîna ji Gulîstanê agahî nayê girtin. 30 sal ceza dan Ayşe Gokkan. Denîz Poyraz qetil kirin. Garîbe Gezer qetil kirin. Şîdeta psîkolojîk, fîzîkî û zayendî li girtiyan tên kirin. Di heman demê de polîtîkaya tecrîdê pêk tînin û mirovan ber bi întîxarê ve dibin. Aysel Tugluk rewşa wê giran e. Ayselê pêvajoyên giran jiyî. Di girtîgehê de ji ber zilma dewletê teşîsa demansê lê hat kirin.  Her wiha bi raporan jî di girtîgehê de tê girtin."
 
'Tiştên li Ekîn Wan û Garîbeyê hatin kirin heman tişt in'
 
Dîdemê bi lêv kir ku ji 2014'an heta niha plana têkbirinê di dewrê de ye û got polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê cuda li bajarên rojava cuda pêk tên û got: "Li Kurdistanê bi KHK'yan sazî hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Fuhuş û hişbir kirin jiyanê. Mirinên jinan zêde bûn. Şîdeta li ser jinan neguherîn. Tiştên li Ekîn Wan û Garîbe Gezer hatine kirin heman tişt in."
 
'Divê em piştgiriyê bidin berxwedana wan'
 
Dîdemê da zanîn tundî li her derê li jinê tê kirin û wiha dawî lê anî: "Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên sîstematîk hene. Divê bi awayekî rêxistinkirî deng li dijî vê bê derxisitin. Divê em piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan. Divê em dengê wan bidin bihîstin, ji bilî vê çare nîne. Em ê li dijî zext û tecrîda tê meşandin têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin."