Em ê li dijî komkujiyan têkoşînê bidomînin: Em tu car serî natewînin

  • 09:12 6 Çile 2022
  • Rojane
Rabîa Onver
 
WAN - Gumanbar Muhammet Eren Sutçu yê ji bo komkujiyê bike çû Rêxistina HDP’a Bahçelîevler, hat berdan. Jinan bertek nîşan dan û gotin: "Em ji kesên ku komkujiyan pêk tînin re carek din dibêjin, hûn tu car nikarin me têk bibin."
 
Di 28’ê Kanûnê de  gumanbarê bi navê Muhammet Eren Sutcu bi du çek û kêran çû rêxistina HDP’a Bahçelîevler û hewl da komkujiyê pêk bîne. Muhammet Eren Sutçu 6 roj şûnde hat binçavkirin û bi şerta hepsa malê hat berdan. Jinan bertek nîşanê berdana gumanbar dan û gotin: "Li dijî êrîşên faşîzan heta ku HDP hebe em ê di bin sîwana HDP’ê de têkoşîna xwe bimeşînin. Li dijî êrîşan em şûnde gav navêjin."
 
'Îro li me sibehê li we'
 
Hevseroka HDP’a Tuşbayê Ayşe Mînaz ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, daxuyakirin ku ew êrîşa li hember HDP’a Bahçelîevler şermezar dikin û got: "Di êrîşa li hember HDP’ê de hevalên me hedef hatine girtin. Duh û rojek beriya wê der barê vê de darizandin hatin kirin û gumanbar hatin berdan. Em gelê kurd hincetên wan ên berdanê baş dizanin. Yanî gotin ‘biçe peywira xwe bîne cih û dîsa şûnde bê’.  Em îro bi giştî ji aliyê AKP’ê ve hedef tên girtin. Divê hemû siyasetmedar bertek nîşanê vê bidin. Ev tenê nayê serê HDP’ê. Îro li HDP’ê sibehê li we. Divê aliyê demokratîk ên vî welatî bên gel hev û van êrîşan îfşa bikin."
 
'Em ê heta dawî têbikoşin'
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî bi lêv kir ku êrîşên nîjadperest ji berê de pêk tê^n û wê her tim li dijî van êrîşan têbikoşin û ev tişt da zanîn: "Li dijî berxwedana partiya me rewşeke bêçare heye. Li hember berxwedanê tehemul tune ye. Ev baş tê dîtin. Kesê êrîşkar wêneyê wê li ocaxa ulkucuyan hat dîtin. Em bêguman matmayî namînin. Êrîşa îro hatiye beriya rûniştina Denîz Poyraz hat kirin. Ev ne tesaduf e. Plankirî ye. Li dijî van êrîşên nîjadperest heta ku HDP hebe em ê di bin sîwana wê de têbikoşin û tu car li dijî êrîşan şûnde gavê navêjin."
 
'Em tu car serî natewînin'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a Wanê Gulderen Varli jî wiha vegot: "Em pêkhateyên HDP’ê vê hewldana komkujiyê tu car qebûl nakin. Em her tim li dijî van êrîşan e. Em tu car şûnde gavê navêjin. Komkujiyeke wek a Denîz Poyraz dihat plankirin. Ger çek xeranebûna wê komkujiyek pêk bihata. Em berdana gumabar tu car qebûl nakin. Em soz didin ku em ê bersiva herî mezin bidin wan."