Welîde Botî: Dewleta tirk hemû zagon û mafê mirovan binpê dike

  • 09:03 6 Çile 2022
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Welîde Botî têkildarî girtina dêriyên Pêşxabûr û El-Welîd, her wiha êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Armanca esasî ya dewleta tirk ew e ku hemû herêmên me dagir bike û ewlehiya herêmên me têk bibe. Dewleta tirk hemû zagon û mafê mirovan binpê dike."
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo ku cenazeyên zarokên xwe ji destên PDK'ê wergire di 5'ê Cotmehê de li ber Dêriyê Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar xist û heta niha jî didome. Di 15'ê Kanûnê de Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan li ber konê çalakiyê xwepêşandan li dar xistin û di encamê de PDK'ê Dêriyê Pêşxabûr û El-Welîd girt û ambargoyek li dijî Rojavajê Kurdistanê dest pê kir. Her wiha dewleta tirk di 25'ê Kanûnê de li bajarê Kobanê êrîşî malekê kir û di encamê de 5 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de bi awayekî rojane û dijwar êrîşî navçeya Zirgan û Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê dike û sivîlan dike armanc. Têkildarî van mijarana Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Welîde Botî nêrîna xwe parve kir.
 
'Girtina deriyan bi daxwaze dewleta tirk pêk hat'
 
Welîdeyê di destpêkê de girtina dêriyên Pêşxabûr û El-Welîd wiha nirxand: "Girtina dêriyê Pêşxabûr û El-Welîd a li dijî Rojavayê Kurdistanê siyasetek e. Her wiha em dikarin vê ambargoyê wekî tifaqa dewleta tirk û PDK'ê jî binirxînin. Em dikarin bêjin ku ev êrîşana li dijî berxwedana gelê Rojava tên kirin. Îro dewleta tirk û PDK bi rêya av û girtina derî şerê taybet li dijî gelê me pêk tînin û dixwazin îradeya gelê me bişkînin. Em dikarin bêjin ku girtina deriyan girêdayî hemû tiştên hawirdor e û ne tesaduf e. Dewleta tirk û PDK dixwazin bi vê siyasetê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpeç bikin. Beriya vê derî vekiribû û mirov ji bo pêwistiyên xwe diçûn û dihatin, her wiha pêdiviyên ku heyî her du mil jî dikaribûn li ser bisekinin. Her wiha em dikarin bêjin ku têkiliya gelê Başûr û Rojava bi hev re heye, lê PDK'ê sînorek danî navbera kurdên Başûr û Rojava. Girtina deriyan bi daxwaza dewleta tirk pêk hat. Em dikarin bêjin ku dewleta tirk û PDK kaniya aliyê mirovî xwestin bigirin. Dema kesek bi nexweşiyeke giran ba, yekser dikarîbû biçûya Başûrê Kurdistanê, lê niha ji ber ambargo daynîne kesên nexweş jî nikarin biçin, PDK eşkere dibêje ez ê we li vir bifetisînim. Gelek halet hene ku li bendê ne derî vebe, lê PDK'ê hemû tişt daye rawestandin. Ji bo derî bigirin gelek hincetên wan hene û her carê bi rengekî derî li ser gelê Rojavayê Kurdistanê digirin. Ji ber PDK ji çalakiya Malbatên Şehîdan a li Sêmalkayê dane destpêkirin nikare bibe bersiv, derî li ser tevahî gel digirin. Em dikarin bêjin ku PDK bi vê kiryara xwe dixwaze zextekê li ser Rêveberiya Xweser û gel bike. Elbet derî vebe û venebe ew jî girêdayî zextên ku li ser PDK'ê were kirin e û berxwedana gel e. 
 
'Dînamîka şoreşê, ciwan in'
 
Welîdeyê êrîşên dewleta tirk ên li dijî bajarê Kobanê wiha nirxand: "Dînamîka şoreşê û yên ku hiştin ev şoreş bi ser bikeve ciwan in. Ciwanan ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirin. Têkoşîna ku ciwanan meşandin, îro gelek derfetên mezin li pêşiya me vekir. Ewlehiya herêmên me bi ciwanan hate parastin. Em dikarin bêjin ku îro dewleta tirk her roj bi balafirên bê mirov li dijî sivîlan êrîşan pêk tîne, ev hemû jî siyaseta qirkirina li dijî gelê kurd e. Dewleta tirk li hemberî berxwedana şervanan a li Başûrê Kurdistanê raber kirine derdikeve.  Dewleta tirk îro jî dixwaze rihê ciwanan ku parêzvan û ewlehiya vê herêmê ne têk bibe. Dixwaze bi rêya sixûr û çeteyên girêdayî xwe, li ciwanan bidin. Ev ne cara ewil e ku dewleta tirk bi balafiran êrîşî herêmên me dike û sivîlan dike armanc. Dewleta tirk xwest derbeyekê li rihê şoreşê li ciwanên ku şoreş parastine, bide. Her wiha ciwanan xwestin rihê piştgiriyê biparêzin. Meclîsa Malbatên Şehîdan li ber Dêriyê Sêmalkayê li berxwe dide û dixwaze cenazeyên xwe bigire lê PDK'ê li dijî vêya xwest derbeyekê li ciwanên me bide. Her wiha dewleta tirk dixwaze ciwanan reş bike û rihê ciwanan di vê şoreşê de biçewisîne. Em dikarin bêjin ku êrîşa li dijî ciwanan li Kobanê çêbû, bi zanebûn bû. Em dikarin bêjin ku xwîna wan ciwanan li erdê namîne û wê bi hezaran ciwan tola wan hilînin û xeyalê wan bi cih bînin, ji ber ev îrade bi rihê ciwanan hatiye avakirin. Siyaseta dewleta tirk a êrîşkar tu caran bi ser nakeve."
 
'Dewleta tirk hemû zagon û mafê mirovan binpê dike'
 
Welîdeyê êrîşên dewleta tirk ên li dijî navçeya Zirgan û Til Temirê wiha nirxand: "Dewleta tirk rêgezên şer jî derbas kiriye û nas nake. Dewleta tirk êrîşên ku pêk tîne hemû bi balafirên bê mirov pêk tîne û sivîlan armanc digire. Her wiha bi van êrîşan dixwaze koçberî li herêmê çêbibe. Armanca esasî ya dewleta tirk ew e ku hemû herêmên me dagir bike û ewlehiya herêmên me têk bibe. Îro di êrîşên ku li dijî Zirganê pêk tên de jin û zarok tên hedefgirtin û malên sivîlan tên xirakirin. Îro ev êrîş li ber çavên tevahî cîhanê pêk tê û dewleta tirk her demê dibêje ez çi êrîşê pêk bînim jî kes dengê xwe ji min nake û ev bêdengî jî dihêle ku derfet ji dewleta tirk re were avakirin. Îro dewleta tirk hemû zagon û mafê mirovan binpê dike. Dewleta tirk ji ber şerê sîng bi sîng bi ser nakeve, loma bi top û balafiran şer bike."
 
'Berxwedan û îradeya gel nayê şikandin'
 
Welîdeyê herî dawî berxwedana gel a li dijî êrîşên dewleta tirk wiha anî ziman: "Li beramberî êrîşên dewleta tirk berxwedana gel pir mezin e. Îro hemû cîhanê dît ku cihê ku dewleta tirk wêran kiriye gel bi destên xwe cardin ava dike, ev yek jî berxwedana gel a li dijî êrîşên dewleta tirk raber dike. Her wiha îradeya gel a ku girêdayî xaka xwe nîşan dide. Ev gel ji bo parastina vê axê bi hezaran şehîd dane, loma berxwedan û îradeya gel li dijî êrîşan tucaran nayê şikandin. Gel berxwedanek mezin li hember êrîşan û siyaseta qirkirinê raber kir û gel siyaseta dewleta tirk fêm kir, loma rêya berxwedanê hilbijart. Waye gelê Zirgan û Til Temirê bi mayina li ser erdê xwe, girêdana xwe nîşanî êrîşên dewleta tirk dide. Gel parastina xwe dike û axa xwe maç dike. Çawa ku herêmên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî bi destekdayîna civaka navneteweyî hat dagirkirin, îro gel dibêje em nahêlin dewleta tirk cardin vê dagirkeriyê bi me bide jiyîn. Gelê ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne, li derdora herêmên xwe bi cih bûne. Ji ber dibêjin em ê xaka xwe ji destê wan bigirin û vegerin cih û warên xwe. Bêdengiya navneteweyî û saziyên mafê mirovan em şermezar dikin. Divê civaka navneteweyî îro êrîşên ku li dijî sivîlan pêk tên bibîne û helwesta xwe bîne ziman. Banga me li gelê me jî heye ku ruxmê hemû êrîşan berxwedana xwe bidomînin, ji ber berxwedan azadiya me mîsoger dike. "