'Jinên Botanê ala 3 jinên têkoşer dewr girtine'

  • 09:10 5 Çile 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar ên Botanê, derbarê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin de anîn ziman ku ew bûne sembola têkoşîn û berxwedanê û gotin: "Em ê jin ala wan a têkoşînê dewr bigirin û xwedî li mîrateya wan derbikevin."
 
Qedexeya derketina derve ya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve di 14'ê kanûna 2015'an de hatibû îlankirin li navenda navçeya Silopiyayê 37 rojan bênavber dewam kir. Di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd piştî daxuyaniya ji bo valakirina taxê  dema ji Taxa Karşiyakayê derbasî taxa Yeşîlyurdê bûn, hedef hatin girtin. Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongereya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, li taxa Yeşîlyurd a Sîlopiyê di encama gulebarana ji wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest dan.
 
Jinên siyasetmedar ên Botanê, anîn ziman ku ew ê xwedî li mîrasa wan derkevin.
 
‘Ji bo nasnameya jinê têkoşînek mezin da’
 
Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kûtlû ku bi 3 jinên têkoşer, Pakîze, Sêvê û Fatma re  xebitiye, behsa wan kir. Bêrîvan, anî ziman ku demek dirêj bi Sêvê Demîr re di nava xebatên siyasî de cih girtiye û  wiha got: “Min di nava xebatan de heval Sêvê nas kir. Heval Sêvê di warê jiyan û têkiliyên hevaltiyê de hevalek gelek bi coş û bi morel bû. Tim di nava xebatên siyasî de me hev didît. Di demên dawiyê de jî hat li Botanê xebitî. Heta ku jiyana xwe ji dest da. Sêvê bi gavên ku avêtibûn re xwe gihand heqîqetê. Ji bo nasnameya jinê têkoşînek mezin da. Dema sohbet bikira bandorek mezin li ser mirovan dikir. Di demên dawiyê de jî min bi Sêvê re xebatên jinê meşandin. Di şerê giran de hevalên xwe bi tenê nehîştin û heta dawiyê bi wan re bû. Vê rêya wê ya rast me gîhand hevdû.”
 
‘Fatma, di temenê biçîk de bi dilê  mezin tevlî xebatan bû’
 
Bêrîvan, diyar kir ku Fatma Ûyar jî di nava kar û xebatên ciwanan de nas kiriye û wiha behsa wê kir: “Di temenê biçûk de tevlî xebatan bû, lê dilê wê mezin bû. Dilgermî û morelek mezin dida mirovan. Têkoşereke mezin bû. Kenê di hindirê wê de mirov tim hîs dikir. Piştî kar û xebatan em bi hev re di girtîgehê de jî man.  Di girtîgehê de jî di her milê xebatê de hevalek xûrt bû. Dema mirov lê dinêrî mirov digot ji temenê xwe mezintir e. Di her aliyê de bi disîplîn bû.  Rêxistinbûna wê hêz dida mirov.  Fatma jî wek heval Sêvê di nava têkoşînê de cih girt û sekna xwe diyar kir.  Ez di 2013’an de, heval Fatma jî di 2014’an de hat tahliyekirin.”
 
‘Bi dilgermî, dilxweşî û rûgeşî nêzî me dibû’
 
Bêrîvan, da zanîn ku Pakîze Nayir jî xeynî karê malbatî, dilê wê tim bi partiyê re bûye û wiha dom kir: “Me li ku heval Pakîze bidîta bi dilgermî, dilxweşî û rûgeşî nêzî me dibû. Min kengî wê di nava xebatan de bidîta rû û çavên wê dikeniya. Dema tevlî xebatên partiyê bû, girêdayîna xwe ya bi partiyê kir pratîkê. Di pratîka xwe da dida nîşan dan ku çixwasî girêdayî nirx û rêxistinê ye. Demeke kurt di nav xebatan de cih girt. Lê mirov ji wê moral û mînak digire. Mirov heval Pakîze di hêla rêhevaltî û rêxistinbûyînê de dikare mînak bigire. Dema ku min li wê dinêrî dil û çavên min dikeniya. Rêxistinê di hindirê xwe de dabû bi cih kirin. Di demek kurt de xwe gelek pêş de bir. Jineke pir cûda bû.”
 
‘Em xwedî mîrasa wan derkevin û li ser şopa wan bin’
 
Bêrîvanê, di dawiya axaftina xwe de got sê jin bûne sembola têkoşînê û ala wan a têkoşînê dewr girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di her aliyê de êrîşê me jinan hatiye kirin û me jî li berxwe daye. Di nava  civak û malê de jî tundî li ser jinan tê meşandin. Lê belê pergal bi girtin, binçavkirin û qetilkirinê dixwaze me bide sekinandin. Me soza daye jinên têkoşer ku îro ne di nav me de ne, em ê rêya xwestine bimeşînin bi hêztir bimeşînin. Em ê xwedî li mîrasa wan derkevin û li ser şopa wan bin.”
 
‘Komkûjiyên ku tên kirin ne ji rêzê ne’
 
Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît jî destnîşan kir ku êrîş û komkûjiyên ku li ser jinê tên kirin  parçeyek polîtîqaya şerê taybet e û wiha pê de çû: “ Komkûjiyên ku tên kirin ne ji rêzê ne. Li dijî jinê ev êrîş bi zanebûn tên kirin. Ya ku civakê û jiyanê rêve dibe jin e. Ji ber vê yekê jî jinê ji xwe re wek tehdîdek dibînin û êrîş dikin. Dixwazin hebûn û têkoşîna jinê tune bikin. Pargala hegomonîk jinan hertim hedef digire. Bi qetilkirinê dixwazin jinê ji civakê dûr bixin. Ev hersê hevalên me yên jin jî ji aliyê pergalê ve bi zanebûn û vu awayek hovane hatin qetilkirin. Komkûjiya li ser jinê piştî hersê hevalên jin jî berdewam kir. Heval Sêvê, Pakîze û Fatma pêşengên civakê bûn. Hikûmet û serdest naxwazin ku jin di nava xebatên siyasî de û li kolanan bin.”
 
‘Hersê hevalên jin bûn sembola têkoşîna Botanê’
 
Zîlanê, di dawiyê de got hersê jin bûne pêşeng û sembola têkoşîna botanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hersê hevalên jin bûne sembola têkoşîn û berxwedana Botanê. Em ê xwedî li têkoşîn û berxwedana wan derdikevin. Ala têkoşînê me dewr girtiye û dê heta azadiyê ev têkoşîn berdewam bike.  Di pergala dewletê de edalet nîne. Ev qas dem derbas bû jî hîn edalet bi cih nehatiye û kujerên her sê jinan nehatine darizandin.  Di hêla hiqûqî de tu pêşketinek tuneye.”