'Îmrali rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e'

  • 09:06 5 Çile 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED -Jinan têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin axivîn û wiha gotin: "Tecrîd dibe sedem ku li Kurdistan û Tirkiyeyê kaos mezin bibin. Şikandina tecrîdê wê bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn bike. Em dizanin ku çareserî li Îmlariyê ye. Îmrali rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."
 
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li Tirkiyeyê di bin tecrîdeke giran de rehîn tê girtin. Tecrîda ku bi salan e berdewam dike gihiştiye asta herî giran. Li dijî tecrîdê her ku diçe nerazîbûnên gelê kurd jî zêde dibin. Jinan têkildarî tecrîdê û polîtîkayên li dij kurdan tên meşandin axivîn û berteka xwe nîşan dan.
 
'Her tişt bi rêxistinê pêkan e'
 
Hevseroka HDP'ê ya bajarê Manîsayê Ayla Gumuştaş da zanîn di şexsê Abdullah Ocalan de hemû girtiyên siyasî û kurd di bin tecrîdek giran de ne û wiha dewam kir: "Ev tecrîd êrişeke qirêj a li dijî gelê kurd û jinê ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo jin koletiya mêr-dewletê qebûl nekin ew şiyar kir. Ev yek bû sedem ku îro bi hezaran jinên kurd bi serhildêrî li dijî koletiyê serî hilbidin. Rêxistinbûyîna jinê, ciwan û gelê kurd bi zora dagirkeran çû. Dizanin rêxistinbûyina jinê rêxistinbûyina civakê ye. Bi vî rengî jî bê guman wê serkeftin jî bê bidestxistin. Ji ber vê jî tecrîd bêhtir bandorê li jinê dike. Ger em gelekî xwenas û bi esil bin pêwist e em tecrîdê û bandorên wê baş binirxînin û li dijî wê derbikevin. Pêwist e em xwe ji girtîgehên servekirî azad bikin. Ev jî wê bi rêxistina jinê, ciwanan pêk were. Divê em polîtîkayên wan ên dijminatiyê vala derbixin."
 
'Azadiya rêbertî azadiya gelan e'
 
Selehet Tergay bal kişand ser azadiya Abdullah Ocalan û wiha got: "Ew bi armanca ku gelê kurd bixin bin tecrîdê rêberê kurdan tecrîd dikin. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê keseke, ew pêşengê gelekî ye. Divê em bikevin ferqa girîngiya rewşê. Lewra pêwist e em ne tecrîdê azadiya Birêz Abdullah Ocalan biaxivin. Ger ew azad be wê ne tenê gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn jî azad bibin. Îmralî rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Hevserokên HDP'ê û gelek kurd ji ber fikir û ramanên xwe di girtîgehan de tên hiştin. Li hemû girtîgehan binpêkirinên mafan dewam dikin. Bi taybetî jî girtiyên nexweş ên rewşa wan giran in van pirsgirêkan kûr dijîn. Pêwist e di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî werin berdan."
 
'Tecrîd dibe sedema kaosan'
 
Kevser Şîşman jî hestên xwe wiha bi lêv kir: "Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hemû girtî û gelê kurd di bin tecrîdek girankirî de ne. Li dijî vê yekê bi taybetî di girtîgehan de bertekên mezin hatin nîşadan. Ev bes nîne. Ger deng nebe yek wê bandorek wê jî nemîne. Pêwist e gel dengekî bi hêztir nîşan bide. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Pêwist e em bi xwe edaletê bînin. Yên neheqiyê dikin ji bêdengiya me re kêfxweş dibin. Niha ne tenê kurd hemû Tirkiye di nava kaosa tecrîdê de ye. Bandoreke mezin li ser dike. Çawa ku Tirkiyeyê tecrîd giran kir kaosê pê kaosê re rû da."