Girtiya nexweş Fatma Tokmak: Divê gelê kurd li dijî hucreyan dengê xwe bilind bike

  • 09:04 4 Çile 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak 5 sal in bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike û herî dawî di sala 2020'î de çûbû nexweşxaneyê. Fatmayê di peyama ji ajansa me re şand de da zanîn ku ji ber di qawişa karantînayê de tenê tên hiştin nikarin biçin nexweşxaneyê û got: "Ez ditirsim ku tiştek bê serê min. Bila gelê kurd û kesên xwedî wijdan li dijî hucreyan dengê xwe bilind bikin."
 
Li gorî Rapora Girtîgehê ya ÎHD'ê ya sala 2020'î li girtîgehan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji ber vîrusa koronayê rewşa girtiyan hîn bêtir giran bûn. Yek ji girtiyên nexweş Fatma Tokmak a li girtîgeha Bakirkoyê girtiye. Fatma 22 sal in girtiye û nexweşiya dil pê re heye.  Fatmayê ji ajansa me re nameyek şand û xwest her kes bibe dengê girtiyan.
 
Her cureyê îşkenceyê dît
 
Fatma Tokmak sala 1996'an di meha kanûnê de bi kurê xwe Azad yê du sal û nîv re li Kocaeliyê hat binçavkirin û 20 rojan di bin çavan de ma. Di bin çavan de îşkenceyên giran li wê û kurê wê hat kirin û îşkenceya li kurê wê Azad hat kirin heta Kongreya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê çû. Piştre Fatma hat girtin û li girtîgehê jî bi îşkenceya derûnî re hat rû hev. Ji ber kes tunebû Fatma kurê xwe bidê an jî ligel xwe bihêle, dan saziya starbûna zarokan.
 
Seroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di wê pêvajoyê de mehek û nîvê hewldanên hiqûqî pêk anî û ji bo Azad ji saziya starbûna zarokan bigire çû cem lê dît ku Azad qet naaxive û travmayek mezin dijî. Piştî hewldanên mezin Erenê, Azad bir cem dayika wî. Piştre doz li Fatmayê hat vekirin û tevî Fatmayê tirkî nizanibû jî tiliya wê li kaxiza îfadeyê xistin û girtin.
  
Hat tahliyekirin lê dîsa hat girtin
 
Fatma 10 salan girtî ma û ji dilê xwe bi giranî nexweş ket. ATK û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) rapor dayê. Fatma di 2005'an de hat tahliyekirin û  di 2010'an de ceza hat erêkirin û dîsa hat girtin. Di 17'ê Tîrmeha 2017'an de ji nexweşxaneya Bakirkoyê rapora tenduristiyê girt û hat gotin ‘dikare tenê bimîne, dikare di girtîgehê de bimîne.
 
‘Şertên nemirovane tên ferzkirin’
 
Fatmayê der barê tiştên jiyane, şertên tecrîdê de ji ajansa me re peyamek şand û got ew nikarin derman bibin, pir caran nameyên wan nayên şandin û di odeyeke sê kesî de dimîne. Fatmayê her wiha got divê her meh dermankirina wê bê kirin lê di vegera nexweşxaneyê de di hucreyê de 14 rojan di karantînayê de tên girtin û li wir jî ji ber nexweşiyan naxwaze tenê bimîne. Fatmayê wiha vegot: "Şertên nemirovane ferz dikin. Ji ber vê naxwazim biçim nexweşxaneyê. Gelek girtî wek min in. Em ji hevalên xwe jî heman tiştî dibihîzin.  Cenderme pir nebaş tev digere. Kelepçe nayên vekirin.  Dema dermankirinê cenderme dernakevin derve. Me biçûk dixînin."
 
‘Ez ditirsim ku tiştek bê serê min’
 
Fatmayê der barê tenduristiya xwe de jî wiha vegot: "Ez naxwazim tenê biçim nexweşxaneyê. Wir ji bo min gelek xerab e. Ez ditirsim ku tiştek bê serê min. Ev du sal in ez derman nabim. Divê ez bêm dermankirin. Rewşa min qet ne baş e. Bedena min hemû reş bûye. Damarên min werimîne. Hevdîtinên vekirî nû hatin destpêkirin. Di çûyîna nexweşxaneyê de hîna jî hucreyê ferz dikin. Ez nikarim vê qebûl bikim. Ez bi fikar im."
 
Destûrê nadin kesek ligel wê biçe
 
Fatmayê wiha dirêjî dayê: "Xwîn hat guhertin lê ev du sal in ez neçûme cem kardiyolog. Şertên karantînayê gelek xerab in. Hîjyen tune ye. Hucre biçûk e. Nahêlin hevalek ligel min bê nexweşxaneyê. Nexweşiya min her diçe giran dibe. Li girtîgehan tiştekî nû tê ceribandin. Her tim gardiyan diguherin. Em nikarin bi gardiyanan re bikevin diyalogê. Tevgerên wan pir xerab in. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan ez bi fikar im. Gelo mirin an întîxar kirin. Em tiştekî nizanin. Di alî ragîhandinê de pirsgirêkên cidî hene.  Di televîzyonan de kanalên diyarkirî hene. Rojname nayên dayîn. Di sala 1996'an de hatim girtin lê wê demê şert baştir bûn. Niha her tişt pir xerab bûye. Ji ber vê em bi fikar in."
 
‘Nameya hevalan ji bo min pir bi nirx e’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de got girtî hatine jibîrkirin û divê dengekî xurt bê derxistin û wiha dawî lê anî: "Ji bo me hatina nameyekê gelek bi nirx e. Gelek kesên bi salane bi malbatên xwe re hevdîtin nekirine hene. Ji ber ku li girtîgehên dûr dimînin. Qe nebe bila bi xizmên girtiyên din re hevdîtinan bikin. Ji bo vê divê gav bê avêtin. Em ji bo hevalên xwe yên di hucra Tîpa F de dimînin bi fikar in. Ji bo vê divê saziyên civaka sivîl û gel bikevin nava hewldanê. Divê gelê kurd û hemû kesên xwedî wijdan li dijî hucreyan dengê xwe bilind bikin."
 
Daxwaz hatin redkirin
 
Parêzer Jiyan Tosun, Jiyan Kaya û Eren Keskîn ji bo dermankirina Fatmayê bi mehan hewl da ku dosya wê nîşanê kardiyologekê bidin lê tevî vê ewraq nehatin dayîn û gotin tenê Fatma dikare bigire. Dema ku Fatmayê ewraq xwestin jî nedanê. Der barê vê de serî li DDB’ê hat dayîn. Lê dîsa ev daxwaz hat redkirin. Parlamenterên HDP’ê rewşa Fatmayê birin meclîsê. Lê bersiva wezaretê wiha bû ‘diçe nexweşxaneyê, dewlet peywira xwe dike’. Tevî hemû hewldan û serlêdanan, tu tiştek nehat kirin û sewqa Fatmayê ya ji bo ATK’ê nehat kirin. Eren Keskîn da zanîn ku di 23’yê Tîrmeha 2014’an de hemû rapor dane TÎHV’ê ku rewşa wê binirxînin û heyeta TÎHV’ê û wiha got: “Wek em her tim dibêjin, ATK raporên siyasî dide û ji ber vê jî çend roj beriya mirina wan tahliye dikin. Hêvidar im a Fatmayê wisa nebe.  Fatma di 1996’an de hat binçavkirinu û îşkence dît. DMME’ê Tirkiye di vê mijarê de mehkûm kir. Fatma 4-5 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Fatmayê xwest ez bibim vasîya wê. Ez di heman demê de vasîya wê me jî. Lê mixabin îdareya girtîgehê  tevî ez parêzer û vasîya wê me, hevdîtina parêzertiyê nade kirin. Fatma herî dawî di 5’ê Adara 2020’î de ji ber nikare bîhna xwe bigire, diçe nexweşxaneyê. Bedena wê hemû reş bûye. Nexweşeke gelek giran e divê demildest bê tehliyekirin."