‘Tiştên li Aysel Tugluk tên kirin nîşaneya polîtîkaya tolgirtinê ye’

  • 09:07 3 Çile 2022
  • Rojane
STENBOL - Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşa girane û nayê berdan, terkî mirinê tê kirin. Jinan bertek nîşanê vê dan û gotin: "Aysel yek ji sembola têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna azadiya jinê ye. Tiştên li Ayselê tên kirin tolgirtine. Divê li dijî girtîgehan, binpêkirinên tên jiyîn dengekî bilind bê derxistin.” 
 
Desthilatdariya ku li girtîgehan konseptek nû kiriye jiyanê, girtiyan bi zanebûn ber bi mirinê ve dibin. Ji ber binpêkirina mafên girtiyan rojên borî 7 girtî jiyana xwe ji dest dan û bi taybet jî girtiyên nexweş. Yek ji girtiyên nexweş ku rewşa wê pir girane siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ya ji sala 2016’an de ye li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê girtiye. Aysel ku nexweşa giran e, tevî pirsgirêkên giran dijî, înfaza wê nayê taloqkirin. Ev jî dibe sedema giranbûna rewşa wê.
 
 Di serî de rêxistinên jinan û hemû alî ji bo Ayselê kampanya û çalakiyan pêk tînin. Di vê çarçoveyê de Yekitiya Ji bo Demokrasiyê li Stenbolê di rojên borî de faks ji Wezareta Dadê re kişandin û balkişandin ser rewşa Ayselê.
 
‘Sedem desthilatdariya zextxwire’
 
Endama Yekitiya Ji bo Demokrasiyê Nesteren Davutgolu daxuyakirin ku li welatekî ku edelet tunebe hemû hîm tên hejandin û wiha dirêjî dayê: “Ayselê bi salan ji bo demokrasiyê têkoşîn daye. Li derve dermankirina Ayselê mafê wê demokratîk e. Gelek hevalên nexweş bi înat nayên berdan. Rewşa Ayselê her diçe giran dibe û ev bandor li ser me jî dike. Em dixwazin wezareta dadê dengê me bibihîze. Sedema netahliyekirinê desthilatdariya zextxwire. Ji ber ditirsin, hewl didin têkoşîna edelet û demokrasiyê bê xitimandin.”
 
‘Dijhiqûqî tevdigerin’
 
Nesreterenê, destnîşan kir ku li cihê edelet tunebe aştî jî tune ye û wi bi lêv kir: "Hemû pirsgirêk ji yekparêziyê pêk tê. Bi nêzîkatiyeke faşîzan mirovan cuda dibînin, welat ji hev parçe dikin, dijhiqûqê tevdigerin. Ev li dijî mafê mirovane. Jin di hişyariyê de ne û ji bo têkoşînê tên gel hev. Ji bo Ayselê jin tên gel hev. Ji bo girtiyan divê darazeke bê alî hebe.”
 
‘Dixwazin civakê dîl bigirin’
 
Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag anî ziman ku dewlet ji ser girtiyên siyasî polîtîka dîlgirtin û tolgirtinê pêk tîne û demeke dirêje di encama polîtîkayan de ev rewş derketiye holê û wiha pê de çû: “Pir zelal xuyaye girtiyên nexweş nikarin li wir bimînin, rewşa wan nebaşe. Lê ji bo tahliye nekin hincetan derdixin holê û terkî mirinê dikin. Ji ber vê demên dawî de gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. Ev demek dirêje li girtîgehan binpêkirina mafan tê jiyîn. Her daxwaza girtiyan vediguhere cezayê hucreyê.  Dewlet bi van polîtîkayan hewl dide civakê dîl bigire.”
 
‘Hewce bi dengekî bilind heye’
 
Sevtabê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Desthilatdarî dixwaze civekek bêdeng biafirîne. Ji bo vê jî hewl dide civakê bitirsîne. Rewşa girtîgehan nebaşe. Yek ji kesên li girtîgehê rewşa wê girane Aysel Tugluk e. Tevî ku bi dehan carî rapora nikare di girtîgehê de bimîne, hatiye dayîn jî, pêşî li tahliyeya wê tê girtin. Divê em her yek vê rewşê lêpirsîn bikin. Tiştên tên kirin divê di çarçoveya tolgirtinê de bê fêmkirin. Aysel Tugluk yek ji sembola têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna azadiya jinê ye. Tiştên li Ayselê tên kirin tolgirtine. Divê li dijî girtîgehan, binpêkirinên tên jiyîn dengekî bilind bê derxistin.”