Nûnera nasnameya azad: Sêvê Demîr

  • 09:57 2 Çile 2022
  • Rojane
 
Medya Uren 
 
AMED - Her sê jinên berxwedêr bi têkoşînên xwe di dilê Silopî û hemû kurdan de nemir bûn. Di 6’emîn salvegera qetilkirina her sê jinan de dayika Sêvê Sakîne Demîr axivî û diyar kir ku Sêvê her tim li dijî zilmê bû û got: "Keça min bi heskirina welat jiya û gihaşt şahadetê."
 
Malbata Sêvê di salên 90’î de ji ber êriş û zextan ji neçariyê cih û warê xwe terk kirin. Serî rakirina Sêvê hêj di 12 saliyê de dest pê dike û li dijî pergala zext û zordariyê helwestê nîşan dide. Sêvê bi ruhê xwe ya 12 salî heta dawiya emrê xwe li ber xwe da. 
 
Di sala 2015’an de Silopî jî di nav de li gelek derên herêmê qedexeya derketina derve hat destpêkirin. Bi qedexeyan re êrişeke dijwar dest pê kirin. Di 4'ê çileya 2016'an de li Silopiyê di encama êrişê de Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê  Demîr, Hevseroka Meclîs Gel Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) yê Fatma Uyar a ku bi têkoşîna û berxwedana xwe bûn sembol hatin qetilkirin. 
 
Sê jinên siyasetmendar bi têkoşînên xwe di dilê Silopî û hemû kurdan de nemir bûn. Bi minasebeta 6’emîn salvegera qetilkirina her sê jinan, dayika Sêvê Sakîne Demîr ji ajansa me re axivî û got: "Keça min bi heskirina welat jiya û gihaşt şahadetê."
 
‘Wê tucarî serî netewand’
 
Sêvê Demîr di sala 1974'an de li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Diya Sêvê, Sakîne dema qala zarokatiya Sêvê dike kelecanî dibe û dibêje: “Weke tê zanîn ji salên 80’an ve heta niha li hemberî kurdan zilmek heye. Gelek gund hatin vala kirin. Di vê pêvajoyê de Gelê Kurd zilmek mezin dît. Di wan salan de em jî bi êrişên dijwar re rûbirû man. Sêvê jî wê demê biçûk bû. Dema ku 12 salî bû leşkeran bi ser malê de girt û êrişê li me kirin. Wê demê gelek li birayê Sêvê xistin û digotin hûn kurd in. Sêvê bi awayek bi hêrs bertek nîşa leşkeran da. Dema Sêvê axivî leşker vê carê hewildan ku wê bibin. Jêre gotin tu apocîyî. Di wan deman de jî yên ku dibirin wenda dikirin. Min xwe bi keça xwe ve girêda ku nebin. Wê demê em li hev bûn delîl. Lê ew tim wê rihê zaroka asî parast. Li hemberî zilma Tirkiyê serî netewand.”
 
‘Ji bo jinan têkoşiya’
 
Piştî van êrişan malbata Sêvê di sala 1995’an de koçberî navçeya Salîhlî ya Manîsayê bûn. Li Manîsayê ji ber ku kurdbûn cardin rastî pirsgirêkan tên. Lê li vir Sêvê di xebatên jinan de cih digire. Diya wê wiha qala dike: “Di emrekî biçûk de rêxistin nas kir. Jineke çeleng û wêrek bû. 20 salan bi awayekî çalak di nav xebatên jinan de cih girt. Ji bo jinan hemûyan têkoşiya. Ji bo jina kurd xwe nas bike û rêxistin bike têkoşiya. Êşkence, girtin, zilm, zehmetî, heqaret dît û tişt nema ku nehat serê wê. Lê dîsa jî serî rakir û weke jineke pêşeng li ber xwe da. Bi salan li Manîsayê ma û xwest derbazî  Kurdistanê bibe. Wê ji me re got ‘Ez nikarim êdî li vir bimînim, pêwîste ez li Kurdistanê xebatên xwe bikim’ û hat Amedê. Li  herêmê demek dirêj xebitî.”
 
 ‘Armanca me aşitiye û emê bigihêjinê’
 
Sakîna di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Sêvê ya siyasî û wiha berdewam kir: “Sêvê ji ber faliyetên xwe yên siyasî hate girtin. Ez wê demê hatim Amedê heya ku derket. Dema derket ji çend rojan li gel min nema derbasî ser karê xwe bû. Girêdanek yê wê ê wisa hebû ku timî di fikara wê de bû. Bi destpêkirina qedexeyan re Sêvê çû Slopiyan. Carek ez bi ser Mîdyadê re çûm serdanê wê û dema em hatin jî herî dawî telefona wê ji min re hat. Ji xwe ew bû cara dawî. Wê demê ji min re got ‘Ez li vir pir kêfxweşim, ji ber ku li vir têkoşînek rast heye, em mafdar in. Em gelek aştîxwazin û niha jî armanca me ew e. Em ê bê guman bigihêjin wê armanca xwe jî’. Ev bû gotinên wê yên dawî. Ew ji bo aştiyê heta dawî têkoşiya. Ez bi wê serbilindim. Hêvîdarim ku aştî û azadiya wê nedîtiye ez bibînim û jêre bikim mizgînî.”
 
‘Em hene, em ê hebin’
 
Sakîne got Sêvê heya ku hate qetilkirin jî bi wê rihê xwe yê asî li ber xwe da û wiha bi lêv kir: "Ew şêra min bû û bû şêra kurdan bû. Di her kêliya jiyana xwe de azadiya kurd û jinê bicihkiribû. Êdî ew keça we hemû kurdan bû. Ew hat qetilkirin lê hîna kujerên wê nehatiye ceza kirin. Hîna weke her carî hiqûq cihê xwe nedît. Bila were zanîn ji em kurd bi qetilkirinan bi girtinan nayên qedandin. Em hene em ê hebin.”
 
'Divê em xwedî li xeyalên wan derkevin'
 
Sakîne herî dawî jî wiha got: “Pêwîste em kurd xwe nas bikin û êdî li dijî zilmê nerazîbûna xwe nîşa bikin. Em di oxira azadiyê de têkoşînek didin. Helbet em ê bedelên giran jî bidin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê paş ve gav biavêjin. Divê em ji hercarî bi herstir bin. Çima ye ev bêdengî? Çima? Tecrîd, qirkirina çandî, qirkirina ziman û siyasî li ser me tê meşandin. Namûs welat e û çav berdan e namûsa me. Divê Gelê Kurd xwedî şehîdên xwe û xeyalên wan derbikevin. Ev deynê me ye.”