Daxwaza welatiyan a sala nû: Jiyanek azad û adîlane

  • 09:03 2 Çile 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Şêniyên Enqerê derbarê sala nû de nêrînên xwe anîn ziman û gotin bila sala nû bibe saleke azad. Şêniyan diyar kir ku ew dixwazin di welatekî  adîlene de  bijîn û her wiha xwestin aborî baş bibe.
 
Me saleke bi şer, xizanî û pandemiyê derbas bû li pey xwe hişt. Seranserê salê geşedanên neyînî yên li welat hatin jiyîn bandorek mezin li ser welatiyan kir. Em ketin sala 2022’yan û li Enqereyê welatiyan der barê sala 2021’ê de ku çawa derbas kirine û daxwazên ji sala 2022’yan vegotin.
 
Welatiyên ji mîkrofonên me re axivîn diyar kirin ku sala 2021’ê saleke ku nayê xwestin bê bibîranîn û gotin ew ji sala nû edalet û wekheviyê dixwazin.
 
‘Ji bo cîhanê salek nebaş bû’
 
Mamosteya Perwerda Beden Meletem Yalçinkaya: Sala 2021’ê ji bo me hemûyan ne baş bû. Di alî tenduristiyê de di alî aborî û manewî de salek nebaş bû. Ji bo cîhanê salek nebaş bû. Di alî tenduristiyê de pirsgirêk hatin jiyîn, kovîd ket her malê. Demên dawî de pirsgirêkên aboriyê kovîda jibîrkirin. Em her sibeh radibin li dolar û zêr dinêrin. Em dibêjin wê îro çi bibe. Em di rêde dimeşin dibêjin gelo wê tiştek bê serê min. Min di 2021’ê de xwe bê ewle hîs kir. em di 2022’yan de dixwazim bi welatê xwe bawer bim. Em saleke ku kuştinên jinan tune hêvî dikim.
 
‘Ez azadiya girtiyan dixwazim’
 
Parêzer Ayşegul Çagatay: Gelek kesên ji bo mafên demokratîk ji bo edeletê têkoşiyan hatin girtin, jiyana xwe ji dest dan. Ez di sala nû de azadiyê dixwazim. Bila ev sal bibe saleke azad. Ez azadî û wekheviyê dixwazim. Ji bo girtiyên nexweş azadiyê dixwazim. Dixwazim daxwazên girtiyên ketine rojiya mirinê pêk bên. 
 
‘Bila sala nû bibe sala têkoşîn û piştevaniyê' 
 
Parêzer Ceren Yilmaz: Sala 2021’ê bû sala berxwedanê. Hêvîdarim sala 2022’an bibe sala aştiyê û di vê salê de têkoşîn û piştevanî mezin bibe.
 
‘Em ji malên xwe derneketin’
 
Xwendekar Berfin: Em di alî aborî û tenduristiyê de salek baş dipên. Sala 2021’ê zehmet bû. Di alî civakî de em ketin malên xwe û derneketin. Perwerde onlîne berdewam kir. Niha jî em hewl didin fêrî pêvajoyê bibin. Em saleke xweş û bi tendurist hêvî dikin.
 
‘Ji dewlemendan re hêsan ji xizanan re zehmet’
 
Gulkiz Tezer ya 65 salî: Agahiya min ji sala borî tune ku ji sala pêş hebe. Bila nanê me hebe zikê me têr bibe em tiştek naxwazin. Kurekî min dixebite, em kirê didin fatura didin. Dermanên min digirin. Debare zehmete. Jiyan ji dewlemendan re hêsan ji xizanan re jî zehmete.
 
‘Ez dixwazim wek mirov bijîm’
 
Kedkar Tulay Yildiz: Me salek xerab li pey xwe hişt. Bila jin nemirin êdî. Her roj jinek tê qetilkirin. Bilindbûna zêr û dolar gelek xerab bû. Em dixwazin sala nû de her tişt bikeve rê û baş be. Bila ciwan kar bibînin. Bila betal nemînin. Her tişt bihaye. Yên nikarin nan bibin mala xwe hene.
 
‘Em hewcedarên zanîn, huner û bernameyên civakîne’
 
Xwendekar Başak Gulsoy: Sala 2021’ê pir xerab bû. Pirsgirêkên aborî û virûs. Me virûs ji bîr kir. Ji ber aboriyê. Rewşa xwendekaran niha pir zehmete. Em pirsgirêkên aborî pir zêde dijîn. Ji ber vê em hewcedarên bernameyên hunder û entelektuelin. Reşa Tirkiyeyê nebaşe. Hêvîkarim sala 2022'yan  tiştên xweş bi xwe re bîne.
 
'Welatekî adîlane'
 
Xwendekar Kubra Çîloglu: Sala 2021’ê jî ji salanên din ne cudatir bû. Ez ji bo sala nû tenduristî serkeftinê dixwazim. Ez welatekî adîlane dixwazim. Bila her kes kêfxweş  li welatê xwe bijî.
 
Xwendekar Salîha: Salek zehmet bû.  Hêvîdarim vîrus di 2022’yan de biqede, qedexe rabin, dolar bikevin û zem jî rabin.