Gulfer ya şîdet lê hat kirin li benda piştevaniyê ye

  • 09:05 31 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
WAN - Gulfer Yendîm ya di temenê biçûk de hat zewicandin û şîdeta sîstematîk lê hat kirin wha got: “Yekane poşmanya min, ev e; ji bo destberdanê dereng mam.” Gulferê got zarokekî wê jiyana xwe ji dest daye yek jî nexweşê gurçikan e û  di xaniyekî prefabrîk de têkoşîna jiyanê dide û li bendê piştevaniyê ye.
 
Li gorî daneyên Fona Nifûsa Neteweyên Yekbûyî di 25 salên dawî de li Tirkiyeyê ji  her 5 jinên zewicîne yek di temenê zarokatiyê de zewiciye. Ji sê jinên temenê biçûk de zewicîne yek di temenê zarokatiyê de bûye dayik û ev jin jî nîvê wan bi şîdeta fîzîkî re hatine rû hev. Li bajarên herêmê jî zewacên zarokan didomin û jin bi her cureyê êrîşê re tên rû hev.  Yek ji van jinan jî Gulfer Yendîm ya 53 salî ye.
 
Gulfer ku di temenê biçûk de tê zewicandin ji aliyê mêrê bi navê Y.C ve 30 salan şîdeta psîkolojîk û fîzîkî lê hatiye kirin. Gulferê têkoşîna li dijî şîdetê daye ji ajansa me re nirxand.
 
Hem ew hem zarok şîdetê dibînin
 
Gulferê destnîşan kir ku hem wê hem du zarokên wê  6 salan şîdet dîtiye û her carê xwestiye biçe nexweşxanê lê mêrê dest jê berdaye Y.C pêşî li vê girtiye û wiha dirêjî dayê: “Sedema vê jî ev bû. Nedixwest ez rapora derbê bigirin. Pêşî li min digirt ku ez li wî gilî nekim. Carekê milê min şikiya. Ji ber vê ez çûm min gilî kir. Tevî biryara durxistinê dan, Y.C bi dehan carî bi ser mala min de girt û şîdet li min û zarokên min kir. Her wiha zarokê min di 2014’an de ji aliyê Y.C ve bi kêrê hat birîndar kirin. Li ser vê Y.C. hat binçavkirn û piştre hat berdan. Ji ber vê gurçika zarokê min zerar dît.”
 
Zarokek wê jiyana xwe ji dest dide
 
Gulfer piştî hemû tiştên dijî di 2015’an de dest ji Y.C. berdide û di 2016’an de zarokekî wêdikeve ber ceyranê û jiyana xwe ji dest dide. Gulferê wiha dirêjî dayê: “Ez heta niha di gelek karî de xebitîm. Lê ji ber nerehetiya milê xwe nikarim di karê giran de bixebitim. Jİ ber vê neçar dimam ji kar derkevim.”
 
‘Ez dereng mam’
 
Gulfertê destnîşan kir ku di xaniyekê prefabrîk de dijî û diçe karên rojane yên paqijiyê û bi vî awayî li zarokê xwe dinêre. Gulferê wiha dirêjî dayê: “Min heta niha ji bo zarokên xwe têkoşîn da. Lê êdî ji ber temenê min zêde bûye ez nikarim biçim karê paqijiyê.  Gurçika kurê min yek tune. Rewşa tenduristiya wî ne başe. Ew jî naxebite. Tiştên min jiya bila kes nejî. Min têkoşînek zehmet da.  êşa şîdeta min dît hîna jî dijîm. Ez niha jî dijîm. Nikarim milê xwe bi kar bînim. Poşmaniya min eve ku ez dereng mam ji bo destberdanê.”
 
Banga piştevaniyê
 
Gulferê got ji ber demsala zivistanê germahiya hewayê heta -12 ketiye û di vê rewşê de di xaniyê prefabrîk de nikarin germ bibin û ji ber aboriya wan tune nikarin êzing û komirê bigirin. Gulfer ku bi zarokê xwe re têkoşîna jiyanê dide ji bo piştgiriyê bang kir.