Panoramaya 2021'ê: Qeyrana aborî betalî û tundiya li jinan zêde bû

  • 09:03 31 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak-Derya Ren
 
AMED/WAN - Ber bi dawîbûna sala 2021'ê ve me berê xwe dan kolanan û mîqrefona xwe dirêjî jinan kir ku derbarê salê de nêrînên xwe bi me re parve bikin. Jinan diyar kirin ku tu hêviya wan ji vê hikûmetê nema ye û ew desthilatdariyeke bi vî rengî nema dixwazin.  
 
Sala 2021'ê ku bi qeyrana aborî, binpêkirinên mafan û tundiya li ser jinan derbas bû, ji hêla welatiyan ve jî bû sedema nerazîbûnên tund ên li hemberî hikûmetê. Qeyrana aborî di serî de jin bandora xwe ya neyînî li ser gelek beşên civakê û bi taybet jî li ser xizanan kir. Desthilatdariyê bi pargala ku pêş xist xizan bêhtir xizan kirin û dewlemend jî bêhtir dewlemend kirin.  Ev rewş jî bû sedema bertekên tund ên civakê li dijî desthilatdariyê. 
 
Di nava civakê de ji ber qeyrana aborî  û xizaniya ku rû da di nava civakê de kaos pêk hat û welatiyan dengê xwe li dijî zêdebûna buhayê û helwesta hikûmetê bilindtir kirin. Li dijî bilindbûna dolarê lîreyê tirk roj bi roj heliya û gelek kes neçar man ku dev ji karê xwe berdin. Ligel wan aloziyan bêguman hikûmet jî ji bo ku ser pirsgirêkên bûye sedema wan bigire  ket nav hewldanana û polîtîka pêş xistin.  Hikûmet ji bo ku rojevê biguhere li çar parçeyên Kurdistanê êrîşî kurdan, HDP, kesên mucalîf kir  û herwiha êrîşî jinan kir.  Lê li gel van hemû hewldanên hikûmetê yên guhertina rojveê jî gelê dengê xwe li hemberî desthîlatdariya AKP-MHP ê bilind kir û banga îstifayê li hikûmetê kir.   
 
Her wiha dîsa rêjeya tundiya li ser jinan û kuştina jinan jî zêdetir bû.  Peymana Stenbolê ku wek yek ji deskeftiyek jinan a mezin dihat hesibandin ji hêla Ser Komar Tayîp Erdogan ve hat fesihkirin. Hedefgirtina jinan a ji hêla desthîlatdariya AKP-MHP ê bû sedem ku jin bêhtir dengê xwe bilind bikin . Di vê pêvajoyê de yê ku herî zêde li dijî polîîtîkayên AKP-MHPê derketin û teşhîrkirin jin bûn. Jinan îsal bi cûrbecûr bername, çalakî û kampanyayên xwe bal kişanin ser polîtîlayên dewletê û bi vê seknê pêşengiya civakê kirin.
 
Di pêvajoyeke bi  vî rengî de ku em sala 2021'ê li dû xwe dihêlin, em derketin kuçe û kolanên Amedê û me nêrînên jinan derbarê sala borî û hêviyên wan ên ji bo sala bê pirsîn:  
 
Xwendekar Cansu Oydi: Sala 2021'ê qet baş derbas nebû. Jiyana me ya xwendevaniyê nîvco ma. Îsal pirsgirêka herî zêde qeyrana aborî bû. Tu tişt nedihat stendin. Em di vî temenî de li şûna xwendekariyê aboriyê difikirin. Ji ber ku xwendevan hatin mexdûrkirin. Em amadekariyê ji zanîngehê re dikin lê ji ber fikarên aboriyê nikarin pirtukan bikirin. Hêvî û bendewariyên me nema ne.
 
Xwendekar Îlknur Elaltin: Jixwe ji ber pandemiyê em hatin mexdûrkirin, bi qeyrana aboriyê re jî pêşeroja me tune kirin. Tu hêviya xwendevanan ji vî welatî nemaye. Îsal tu tiştekî baş pêk nehat. Ji bilî qeyrana aboriyê rêjeya kuştina jinan jî zêde bû. Hema hema her roj jinek tê kuştin. Ji ber ku yên ku jinan dikujin dizanin ku ceza nagirin û ji polîtîkayên dewletê cesarete digirin.  Em ji vir şûnde jî nafikirin ku tiştek baş bibe. Rewşa me her diçe xirabtir dibe.
 
Xwendekar Şîlan Ozdemîr: Tu derfet nadin me lê hêviya wan ji me heye. Ew di qesrên xwe de dijîn, lê gel nikare ji xwe re nan bikire. Her roj di nav civakê de gengeşî, tundî, kuştina jinan pêk tê. Bi taybetî  îsal kuştina jinan derket lutkeyê. Di destpêkê de ji bo xwe nasandinê Peymana Stenbolê îmze kirin. Lê piştre Peymana Stenbolê ji holê rakirin. Bi feshkirina Peymana Stenbolê û polîtîkayêb bêcezahiştinê jî pêşiya tundî û kuştina jinan hate vekirin.
 
Esnaf Hîdayet Kiliç: Ez niha ji ber deynan nikarim tu tiştekî bijîm. Dolar her roj rekorek dişkîne û zem tên. Mûçeyê asgarî yê ku aşkere kirin wê rewşa me xirabtir bike. Em kirêyê xwe bidin yan jî fatureyên xwe bidin nizanin. Em nikarin rûn, ard ,şekir bikirin. Ez nizanim çawa zarokên xwe bişînim dibistanê.Ji ber pandemiyê hevjînê min ji kar derxisin û niha nikare kar bibîne. Ez dixebitim lê pereyê ku qezenc dikim têrî debara malbata min nake.
 
Jina emekdar Perîhan toptaş: Nanê somun bûye 2,5 TL. Em çawa debara xwe bikin. Rûn niha bûye 380 TL, şekir bûye 290 TL. kes ji ber xizaniyê nema dikarin tu tiştekî bifikriin. Gava ku diçim nan bikirim, hinek din jî pere bi xwe re dibim. Ji ber ku êdî em nikarin bi ber zemên tên kirin re bigihên. Li gelek firinan nan bi 5 TL r tê firotin.
 
Medîne Kaçar a ku betale: Sala 2021 bi rezilî û sefalete derbas bû. Her diçe jî ew sefalet zêdetir dibe. Em jî di vê pêvajoyê de hewil didin ku xwe xelas bikin. Her wiha tundiya li dijî jinê û li dijî ajalên derve zêde bû. Gelek binpêkirina mafan pêk hatin. Li dijî vê jî gel nerazîbûnên xwe nîşan didin û ji xwe daketibûn qadan. Dewlet ji jinan re got bila bimirin û destûr dan ku jinan bikujînin. Bi awayekî aşkere bû ku desthîlatdar ji jinan ditirse. Ji ber ku heke jin bi hêz bibe wê civak jî bi hêz bibe. Lê hin kes ji bêhêzbûna civakê kêfxweş in. Di vî welatî de rêveberiyek tune ye. Hikûmet heye lê tenê bi navê xwe heye. Gel bi salan in ji hêla hikûmetê hatine bêdengkirin. Niha anketên ji bo hilbijartinê tên kirin. Lê êdî kesên ku deng dane AKP'ê jî  nerazîbûnên xwe li dijî AKP ê nîşan didin. Dibêjin heke hilbijartin çêbibe ez ê raya xwe nedim AKP ê.  Ji bo sala pêşiya me bawer nakim ku ev welat durist bibe û vegere rewşekê baş. Rojeva Tirkiyê bûye “4 lître rûnê bûye 80 TL.
 
Mamosteya gihaştina zarokan Mîzgîn Narîn: Min tu carî ewqas ji vî welatî nefret nekiribû. Her roja ku li dû xwe dihêle rewşa me giran dibe. Hem qeyrana aborî hem bêkarî, rêjeya kuştina jinan û gelek pirsgirêkên bi vî awayî dibin sedem ku em ji vî welatî hez nakim. Civak rewşekê perîşantiyê de ye. sucdar jî yên ku vî welatî birêve dibin e. Gel ji xeynî qeyrana aborî tiştek naaxive.  Kes êdî welatên derve ji bo xwe hêvî dibînin. 
 
Hasret Dagdelen a ji ber ku kar nabîne betal e: Ez ji zanîngehê mezin bûm lê nikarim kar bibînim. Di şert û mercên Tiirkiyê de betalî gelek zêde ye.  Ji bo ku min nikaribû kar bibînim di bin deynan de me. Di vê pêvajoyê de baweriya bi mirovan qels bûye. Jin êdî ji ewlehiya jiyana xwe bi fikar in.
 
Kedkara malê Zelîha Yoldaş: Îsal pirsgirêka me ya herî mezin xizanî bû. Tu kes nikare debara xwe bike. Rewşa gel her diçe derbas dibe. Ji ber xizaniyê me îsal tu tiştek xweş nedît.
 
Xwendevan Bahar Ortaç: Em di bin buhabûnê de dipeçiqin. Ez 10 TL dibim zanîngehê. Ji bo rê 5,50 TL diçe. 4,5 TL dimîne û pê sîmît û dew nayê sitandin. Divê dengê medyaya dîjîtal bigihêje derve û kolanan. Hemû gel ji rewşa heyî nerazî ye.
 
Dayika Aştiyê Meryem Sivi: Ez hêvî dikim ev sal bibe sala azadiya rêberê me. Înşallah em bigihêjin ewladên xwe. Em hêvî dikin ev sala bibe sala em ê bi ser bikevin. 
 
Helime Bilen: Di sersala nû de tenê daxwaza min xwestina aştiyê ye. Ez dixwazim girtiyên nexweş serbest bên berdan. Bila girtî bi malbatên xwe re bijîn. Her çar aliyên me şer e. Divê li dijî şer kurd hişyar bin. 
 
Kedkara Malê Devlet Çiftçi: Bila tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe. Bila yekîtiya gelê kurd pêk bê. Bila deriyê girtîgehan vebin. Gelê kurd edaletê û aştiyê dixwaze. Suleyman Soylu dibêje ' Min tiştek nekir. Xwedê bi me dike. Xwedayê wî jî Erdogan e'. Xwedê ewqas nebaşiyê naxwaze. Ew bi edalet e. Bila serokatî serbest bê berdan."