Ji Nobeta Edaletê peyama 'Em li dijî binpêkirinên maf bêdeng nemînin'

  • 09:05 30 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Hîkmet Tunç
 
WAN - Çalakiyên Nobeta Edeletê yên xizmên windayan li Amed û Wanê didomînin, bi serdanên piştevaniyê didomin. Di çalakiya Nobeta li Wanê de ji bo berdana girtiyan bang tê kirin û her wiha hat destnîşan kirin ku divê li dijî binpêkirina mafan tu kes bêdeng nemîne.
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê, bi tecrîda giran re îşkence, zext û mirin zêde bûn. Tenê di meha kanûnê de 3 girtiyên nexweşên giran ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. 2 girtî di hucreyên xwe de bi guman mirî hatin dîtin. Bertekên li dijî binpêkirinên mafan didomin û bi bernameyên ‘bila girtîgeh veneguherin malê mirinê’ bertek tên nîşandan. Li Amedê 45 roj in û li Wanê jî 22 roj in bi vê armancê ‘Nobetên Edeletê’ tên meşandin. Her wiha ji bo çalakiyan jî serdanên piştevaniyê pêk tên û peyamên têkoşînê tên dayîn.
 
Li Wanê jin malbatê di nobetê de cih digirin tenê nahêlin. Nobet li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk tê û jinên çûn serdana nobetê der barê serdanê de axivîn.
 
‘Binpêkirin li hemû qadên jiyanê belav bûn’
 
Hevseroka HDP’a Ebexê Gonul Uzunay da zanîn ku ji dema OHAL hatiye destpêkirin heta niha binpêkirinên mafan her çûne zêde bûne û li her qada jiyanê belav bûne û wiha dirêjî dayê: “Ev binpêkirin rê lib ermirinên biguman yên girtiyan vedikin. Girtiyên siyasî di şertên giran de tên girtin û têkoşîna jiyanê didin. Binpêkirinên mafan roj bi roj jiyana girtiyan dike xetereyê.  Girtîgeh veguhertine kampên komkirinê û di serî de mafê tenduristiyê, hemû mafên din yên kantîn, pirtûki weşand û cil û bergan tên sînorkirin. Girtîgeh qanûnên xwe jî pêk naynin. Girtiyên nexweş nayên dermanirin. Divê wezareta dadê li dijî van binpêkirinan demildest bikevin tevgerê.”
 
‘Em li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin’
 
Hevseroka HDP’ê ya Erdîşê Fatma Serhatli jî balkişand ser mirinên demên dawî de li girtîgehan pêk tê û got sedema van mirina bêdengiye û wiha dawî lê anî: “Ez bang li hemû jin û girtiyan dikim. Li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin û ev tiştên tên jiyîn bila neyên qebûlkirin.”
 
‘Di her şert û mercî de têkoşîn’
 
Hevseroka HDP’a Bêgiriyê Esra Guler jî bi lêv kir ku ew ligel xizmên girtiyane û naxwazin tabut ji girtîgehan derkevin. Esrayê her wiha daxuyakirin ku ew bi her awayî wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Ez dixwazim kurê min derkve hevdîtinê’
 
Xima girtî ya ji navçeya Erdîşê hatibû serdana çalakiya nobetê, Şefîka Ekîncî da zanîn kurê wê Mert Ekîncî li girtîgeha Tîpa F ya Wanê di hucra yek kesî de girtiye û pirsgirêkên giran yên tenduristiyê dijî û wiha got: “6 sale kurê min di hucrê de tê girtin. Mafê kurê min ji wek her girtî bi sohbetê heye. Ez dixwazim mafên wî bidinê. Em aştiyê dixwazin. Bila mirin neyên jîyîn.”
 
‘Ji ber zilm qebûl nekirin di girtîgehê de ne’
 
Dayika girtiyê bi navê Mazlum Dînç yê li girtîgeha Samsun Bafrayê girtiye, Hanim Dînç jî yek ji kesên hatiye serdana çalakiyê. Hanim ku ji Erdîşa Wanê hatiye wiha vegot: “Kurê min 6 sale di bin zilmê de têkoşînê dide. Em dixwazin ev zilm bidawî be. Sûcê zarokên me tune ne. Ji ber zilm qebûl nekirin hatin girtin. Bila girtiyên nexweş bên berdan.”