Li girtîgeha Sîncanê girtiyekê li dijî binpêkirinan dest bi rojiya mirinê kir

  • 09:04 30 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Li girtîgeha Sîncanê girtiya bi navê Sîbel Balaç bi armanca girtiyên nexweş bên berdan, darizandineke adîlane bê kirin û binpêkirinên mafan bi dawî bibe dest bi rojiya mirinê kir. Parêzera Sîbelê, Ceren Yilmaz got dosya ku Sîbel jê girtiye delîlên wê li holê tune ne û bang kir ku bila dengê muwekila wê bê bihîstin.
 
Sîbel Balaç di 9’ê Mijdara 2016’an de bi armanca piştgiriyê bide çalakiya ‘em karê xwe dixwazin’ ya karkerên bi KHK’ê ji kar hatibûn avêtin a li Kolana Yukselê ya Enqereyê bû, bi 20 kesî re hatibû binçavkirin û di 18’ê Kanûna 2018’an de hat girtin. Ji doza Sîbel jê dihat darizandin 8 sal û mehek û 15 roj ceza lê hat birîn. Sê sal e li girtîgeha Sîncanê tê girtin. Sîbelê bi hevkariya malbat û parêzerên xwe diyar kir ku di 19’ê Kanûnê de dest bi rojiya mirinê kiriye.
 
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Ceren Yilmaz û dayika Sîbelê, Nuray Balaç der barê rewşa wê de axivîn.
 
Lêgerîna tazî lê ferz kirin
 
Cerenê da zanîn Sîbel mamoste bûye û li dijî mobînga li hember mamosteyan dest ji kar berdaye û piştgirî daye çalakiyên çalakgerên Yukselê ya ‘em karê xwe dixwazin’ û wiha got: “Dema ji Enqereyê diçe Tekîrdagê cem malbatê li otogarê tevî biryara lêgerîna wê tune, tê binçavkirin û li wir lêgerîna tazî lê tê ferzkirin.Tê îdiakirin di dema lêgerînê de kaxizek li ser tê dîtin. Lê Sîbel ji serî de dibêje qert di tableta wê de bûye lê di girtekan de dibêjin li ser cilên wê hatiye dîtin. Me der barê lêgerîna tazî de serlêdana sûc kir. Lê ji ber qeydên kamerayê tunene biryara neşopandinê hat dayîn. Me serî li DDB’ê da. Piştî vê binçavkirinê Sîbel bi şerta kontrola edlî hat berdan.”
 
‘Delîl li holê tune ye’
 
Cerenê daxuyakirin ku Sîbelê sê mehan bi rêk û pêk şertên kontrola edlî aniye cih û di operasyonên li hember çalakiya Yukselê de di Kanûna 2018’an de hatiye girtin û wiha pê de çû: “ Dosya bi hinceta tevlî çalakiya Yukselê bûye ji aliyê 28’emîn Dadgeha Cezaya Giran ve ji hev hat veqetandin. Piştî dosya hat veqetandin, Sîbelê li otogara Enqereyê hat binçavkirin. Qerta tê îdiakirin li ser Sîbelê hatiye dîtin wek delîlal esas a vê dosyayê hat nîşandan. Me her carê got bila qertê bînin. Lê emniyetê nivîs şand û qert ne ligel wan e. Qert tu car neket dosyayê û nayê zanîn çi di dosyayê de heye. 8 sal û mehek û 15 roj ceza lê hat birîn. Dadgeha istînafê jî ceza bi lez erê kir û niha li dadgeriyê ye.”
 
Cezayên hucre û dîsîplînê
 
Cerenê wiha got: “Li girtîgeha Sîncanê ferzkirina rêça tiliyan heye û ji ber Sîbelê ev qebûl nekiriye, bertek nîşanê binpêkirina mafan daye gelek cezayê dîsîplînê û hucreyê lê hatiye birîn. Sîbel ji roja hatiye girtin cezayên hucreyê dikşîne. Li aliyê din jî hîna dayîna cezayên hucreyê didomin.”
 
‘Name nehat şandin’
 
Cerenê destnîşan kir ku roja înê çûye hevdîtina Sîbelê û beriya dest bi rojiya mirinê bike nameyeke der barê binpêkirinên mafan de nivîsiye, lê îdareya girtîgehê name neşandiye, ji Sîbelê re jî der barê ku biryara qedexeyê heye, teblîg nehatiye kirin. Cerenê wiha dirêjî dayê: “Sîbel nameyekê dinivîse û îdare dibêje ‘Em nameya te dişînin.’ Biryara qedexeyê çima nehatiye teblîgkirin. Sîbelê di 19’ê Kanûnê de dest bi rojiya mirinê kiriye. Yek ji daxwazên wê yên sereke berdana girtiyên nexweş û darizandineke adîlane ye.”
 
‘Bila dengê wê bibîhizin’
 
Dayika wê Nuray Balaç jî destnîşan kir ku keça wê Sîbel ji ber li mafê xwe geriyaye hatiye girtin û wiha nirxand: “Keça min ji bo dengê wê bê bihîstin ket rojiya mirinê. Min keça xwe bi zehmetiyên mezin xwedî kir lê wan keça min kir çi rewşê. Gelo wê kes li mafên xwe negerin? Ez nizanim ku keça xwe çawa xilas bikim. Doza keça min her tim dirêj kirin û 8 sal ceza danê. Ez naxwazim keça xwe winda bikim.  Bila dengê keça min bibîhizin. Rewşa keça min ne baş e. Cezayên hucreyê danê. Ev edeletek çawa ye? Keça min tenê li mafê xwe geriya. Wekî din tu sûcê wê tune ye.”