Parêzer Heval Yildiz Karasu: Xwedî li dozên êrîşên nîjadperest derkevin

  • 09:04 29 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ESKÎŞEHÎR - Parêzer Heval Yildiz Karasu ku bi çekê bi ser buroya wê ya hiqûqê de hat girtin, diyar kir ku li vî welatî Suleyman Soylu bi gotinên nîjadperest ku dike kesan teşwîkî êrîşan dike û wiha got: “Hinek nikarin jiyana hinekan bi teşe bikin. Gotin hiqûqê xwedî dikin. Bêcezahiştin jî cesaretê dide gumanbaran. Divê li dijî êrîşan her kes ligel hev cih bigire.”
 
Li welat gotinên nefret û newekheviyê yên desthilatdariya siyasî rê li ber êrîşên nîjadperest vedike û di mehên havînê de li hember kurdan û penaberên êrîşên nîjadperest pêk hatin. Her wiha li hember HDP’a Îzmîrê jî êrîş pêk hat û  Denîz Poyraz hat qetilkirin. Li Konyayê jî li Meram li hember malbata kurd a Dedeogullari komkujî pêk hat û 7 kes hatin qetilkirin.
 
Gumanbar nehatin girtin
 
Yek ji kesên bi êrîşa nîjadperest re hatibû rû hev jî parêzerên doza Komkujiya Gara Enqereyê, Berxwedana Gezî, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ugur Kaymaz, Şerzan Kurt, parêzer Heval Yildiz Karasu bû.  Buroya parêzer Heval ku li navçeya Odunpazari ya Eskîşehîrê bû di 25’ê îlona 2018’an de komeke faşîst bi çekan bi serde girtibû. Di lêpirsîna hat destpêkirin de gumanbar Ahmet Yalim, Furkan Kaya, Emre Yaş, Ahmet Yuksel, Emîn Dogramacioglu, Onur Demîrîş û Omer Bulut beyî bên girtin hatin darizandin. Di 20’ê Kanûnê de li 6’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Eskîşehîrê runiştina biryarê ya dozê hat  dîtin. Der barê gumanbarên ji sûcên din niha girtîn de ji ‘zirar dane mal’, ‘delîlên suc tunekirin’, ‘çeka bê ruhsat li ser xwe gerandine’ ‘bi çekê tehdîd’, sê sal û 4 meh û 15 roj û 8 sal û 4 meh û 15 roj ceza hat dayîn.
 
Parêzer Yildiz Karasu der barê  êrîşên nîjadperest de nirxandin kir.
 
Hevalê da zanîn ku ew li dozên jinan dinêre û parêzvaniya mafên mirovan dike û ji ber vê hedef hatiye girtin û buroya wê jî li Odunpazari ku cihekî kar û barê çetebûbunê yê îlegal lê tê kirin, cih digire û wiha got: “ Ez di Tîrmeha 2018’an de çûm buroyê, di meha îlonê de min tabela daliqand. Wê demê hilbijartin hebûn û namzetê AKP’ê Volkan Dogan bû. Çeteyê min behs dikir, Volkan Doban pê re di hevkariyê de bû. Wê demê şaredariya Odunpazari ya CHP’ê bû. Di navbera wan de rekabet hebû. Wê demê têkoşîna maf gelek zêde bû. Me jî wek Partiya EMEP’ê xebat dimeşandin.”
 
‘Pergalek mafya warî’
 
Hevalê got koma çeteyan li wir hegomonya xwe ava kiribû û pergalek mafya warî ya ku ji şêniyên Odunpazariyê xerac digirt  bû. Hevalê wiha berdewam kir: “Di carekê de navê parêzerekê Heval dîtin û pê re empatî nekiribûn. Beyî bi min re biaxivin û nîqaş bikin êrîş plan kirin. Li Kafeya Osmanî hatine gel hev û gotine ku em ê bi bîra wê bixin kî ye. Mala cîrana min gulebaran kiribûn lê baş bû ku ew ne li malê bû.”
 
‘Ez sê salan di bin siya çekan de çûm hatim’
 
Hevalê daxuyakirin ku piştî êrîşê xwestine ku ew ji buroyê derkevom û ew tirsandine û wiha pê de çû: “Piştî êrîşê me daxuyaniyek bi rêxistinên girseya demokratîk re da. Me peyama ‘Ev kolan, tax ya me ye. Em li her derê dikarin buroyê vekin û karê xwe bikin’ da. Ez sê salan di bin siya çekan de çûm buroyê. Di pêvajoya sê salan a dozê de gûmanbarek jî nehat girtin. Emniyetê dikaribû pêşî li êrîşê bigire. Beriya êrîşê gotinên wekê ‘Heval wê bi rehetî parêzeriyê bike hunê jî li vir runin’ hatin guhê min. Yên ev ji wan re gotine, berpirsê bûyerê ne. Di runiştinan de li ber çavê polîsan em tehdîd kirin. Erîşî min û hevalên min kirin. Me hewlesta polîs li wir dît.”
 
Hevalê balkişand ser karê û barê ku çete dimeşînin û da zanîn ku ev çete dikevin kar û barê çek-senetê û got piştî li kesekî nêzî rêveberiya dewletê dikeve, ji wê dosyayê ev çete tê girtin.
 
‘Hiqûq û siyaset hev xwedî dikin’
 
Hevalê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di demên dawî de êrîşên nîqaşperest zêde bûne. Ev hemû nîqaş dikin ku hiqûq û siyaset ligel hev tên meşandin. Bi hev re tê meşandin. Polîtîkaya bêcezabûnê û gotinên teşwîqkirinê di nav hev de ne. Hev xwedî dikin. Gotinên Wezîrê Karên Hundir van komên çeteyan dikin tevgerê.  Wezîrê Karên hundur Suleyman Soylu bi gotinên xwe rê li ber van êrîşan vedike û cesaretê dide gumanbaran. Peywira dikeve ser me ev e ku divê em bi hev re li dijî van êrîşan bisekinin.”