Şêniyên Mexmûrê: Bi tu awayî dorpêça li wargehê nayê qebûlkirin

  • 15:40 27 Kanûn 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Hikûmeta Iraqê danê sibê xwest dora Wargeha Mexmûr têl bike, ketin û derketina wargehê qontrol bike. Piştî helwesta tund a şêniyên wargehê, leşker paşde vekişiyan. Şandeya ku bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtin kirin gotin: "Bi tu awayekî qebûl nakin derdora wargehê bê têl kirin.”
 
Hêzên hikûmeta Iraqê îro danê sibê xwestin derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bikin, ketin û derketina wargehê qontrol bikin. Şeniyên Mexmûrê daketin qadan û bertek nîşanî helwesta Iraqê dan. Hêzên Iraqî li hemberî sekna şeniyên wargehê paşde vekişiyan. 
 
Her wiha şandeyek ji rêveberên Mexmûrê pêk hatî ji bo zelalkirina bûyerê li bajaroka Mexmûrê bi berpirsê Firqa 14'emîn a giştî ya herêma Mexmûrê Seîd Ebdulla re hevdîtin pêkanîn. Piştî hevdîtinê şande vegeriya ber deriyê seyterê û li wê derê daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê şandeyê hevserokê Meclisa Gel Hecî Kaçan axivî. 
 
Hecî Kaçan li ser hevdîtina bi rayedarên Iraqê re ev agahî da: “Me têkildarî rewşê bi berpirsê leşkerî yê Navçeya Mexmûrê re hevdîtinek pêkanî, me di hevdîtina xwe de nerazibûna gel ya li hember têlkirina derdora wargehê de ji wan re anî ziman. Me ji wan re got em bi tu awayî têlkirina derdora wagehê qebûl nakin. Wek wargeh me heta niha li hemberê zagonên Iraqê tu bê mafiyek ne kiriye û hertim me rêz da ye zagonên Iraqê. Me nîqaşek li ser vî esasî li gel wan çêkir.
 
Berpirsê giştî yê leşkerî ya navçeya Mexmûr jî got "Em nikarin bi serê xwe tevger bikin. Birayar li Bexdayê tên girtin em li ser mijarê hewil bidin hevditinekê ji bo we li gel kesên peywendîdar bidin çêkirin. Wê tişta pêwîst li wê derê were nîqaş kirin.”
 
Li bendêye ku di van du rojên dawiyê de li ser mijarê şandeyek ji Mexmûrê li Bexdayê bi wê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin çêbike.