Koordînatora CÎSST’ê:Sedema mirina li girtîgehan tecrîd e

  • 09:02 25 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Koordînatora CÎSST’ê Jiyan Ay da zanîn ku binpêkirinen mafan ên li girtîgehan dibin sedema mirinê û wiha got: “Li girtîgehan bi binpêkirinên mafan, zext û astengiyan re tecrîda ku mijara gotinê ye heye. Sedema mirina li girtîgehan tecrîd e.”
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Ji ber ku Saziya Tipa Edli (ATK) biryarên serbixwe nade , gelek girtiyên ku nikarin derman bibin jiyana xwe ji dest didin. Malbat li dijî tecrîda li girtîgehan ‘Nobetên edeletê’ didomînin û di meha dawî de 5 jê nexweşên giran 7 kesî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha kesên ku dimirin jî  parêzeran nagirin kar û barê wan ê otopiyê û hewl tê dayîn cenaze ji malbatan bên revandin û ev jî nîşan dide ku ev mirin ne tesadufe.
 
‘Bi hincetên cuda dermankirin tên astengkirin’
 
Koordînatora Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) Jiyan Ay, konsepta di demên dawî de li hember girtiyan ketiye jiyanê û tiştên tên jiyîn nirxand û got bi pandemiyê re li girtîgehan mirin zêde bûye di mehekê de 7 kesi jiyana xwe ji dest daye. Jiyanê got bi hincetên cuda sewqkirina girtiyan a nexweşxaneyan hatiye rawestandin û ev tişt vegot: “Rawestandina sewqkirina girtîgehan bi hincetên cuda hatiye sekinandin.  Girtî bi tu awayî nikarin xwe bigihînin mafê dermankirinê. Tunebuna wesayîtên rîngê, tunebûna doktoran, bi van hincetan dermankirin tên astengkirin. Divê ji bo girtiyên nexweşê giran dermankirinek bi rêk û pêk hebe. Nedermankirin rê li ber mirinê vedike. Di qanûnê de xala 16’an.  Di vê xalê de tê gotin ger Saziya Tipa Edlî an jî nexweşxane der barê girtî/girtiyê de bêje ku nikare di şertên girtîgehê de bimîne dikare înfaz bê taloqkirin û kes piştî ku rehet bibe dikare cezayê xwe temam bike. Lê ev pergal bi tu awayî pêk nayê. Di rêbazên Mandela de jî tê gotin ku divê girtî bên dermankirin û di kîşan şertan de dikare di girtîgehê de bimîne, cih digire.”
 
‘Vegotina pirsgirêkan têr nake’
 
Jiyanê bi lêv kir ku  raporên ATK’ê yên ji nexweşxaneyên dewletê diyar kirine derbasdarin û nexweşxaneyên ku dewlet qebûl nake, raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ qebûl nake û wiha dirêjî dayê: “Di salên borî de tevî ku ATK’ê digot nikare di girtîgehê de bimîne jî piştî rewşa girtî giran dibû şûnde dihat tahliyekirin û piştre jiyana xwe ji dest didan. Di vê mijarê de binpêkirineke maf a mezin heye. Vegotina pirsgirêkan têr nake. Divê pirsgirêk bên destgirtin û li gorî vê çareseriyek bê dîtin.” 
 
‘Rêveberiyên girtîgeha ji bo bûyerê veşêrin çi divê dikin'
 
Jiyanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan sîstematîk bûne li gel cezayê heyî cezayekî din tê birîn. Di heman demê de li girtîgehan li ser kapasîteyê 30 hezar zêdetir girtî hene. Kes dema dikevin girtîgehê şertên tenduristiya wan baş e lê di nav 5 salan de  bi gelek nexweşiyan re tên rû hev. Ji bo başbûna şertên girtîgehê, saziyên civaka sivîl divê biçin girtîgehan lêkolînê bikin. Lê serlêdanên em dikin bi raporên ku ji aliyê lijneyên şopandin û ceza tên dayîn ve bi encam dibin. Ew jî ji rêveberiya girtîgehan dipirsin. Bersiva ‘tu pirsgirêk tune ye’ digirin. Bêguman wê midûr bêje pirsgirêk tune ye. Rêveberiyên girtîgehan ji bo ser pirsgirêkan bigirin her tiştî dikin.”
 
‘Binpêkirina maf mijara gotinê ye’
 
Jiyanê daxuyand ku ji kîjan sûcî dibe bila bibe kesên di girtîgehê de divê dewlet ewlehiya canê wan bigire û ev di qanûnan de jî tê vegotin. Jiyanê wiha dirêjî dayê: “Di xala 17’emîn a Destura Bingehîn û xala 2’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de tê dyarkirin ku divê mafê jiyana girtiyan bê parastin. Lê li vir mijareke dij qanûnan û peymanên navneteweyî mijara gotinê ne. Mirina li girtîgehan binpêkirina mafê jiyanê ye. Mirin di encama zextên tên kirin de dertê holê. Tiştên ku Garîbe Gezer nivîsiye vê nîşan dide.
 
‘Ji bo çalakî pêk neyên sedemên mirinê vedişêrin’
 
Jiyanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku mafên parêzeran heye ku bikevin kar û barên otopsiyê û wiha bertek nîşan da: “Raporên otopsiyê nadin parêzeran. Gelek sedemên vê hene. Gelo sedemên mirinê çiqas bi malbatan re tên parvekirin.  Di encamê de yên ku divê agahiyan baş zanibin malbat in. Malbatan çiqas agahî girt ku wê parêzer bigirin. Mirina li girtîgehan di civakê de deng da. Lê ji bo çalakî pêk neyên sedemên mirinê jî vedişêrin. Ji ber vê nahêlin parêzer di otopsiyê de cih bigirin. Her wiha revandina cenazeyan ji malbatan jî li dijî mafê mirovan e. Hewl didin cenazeyan ji malbat û civakê birevînin. Bi  ê dixwazin peyamên cuda bidin malbat û civakê. Ev rewş mixabin pêvajoyê zehmetir dike.”