Ji ber zilmê koç kir û piştî 36 salan vegeriya gundê xwe

  • 09:01 18 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jina Suryanî Hatûn Dogan a ku bi 22 pirtûkên nivîsandiye û alîkariya bi xizan, xwendevan, bêmal û nexweşan re kiriye tê naskirin û layiqê gelek xelatan hatiye dîtin piştî 36 salan vegeriya welatê xwe.
 
Bi êrişên li ser gelê Suryanî û Komkujiya Seyfo ya sala 1913’an a li dijî wan gelek kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes mecbûr man koç bikin. Piştî wê jî ev êrişên nîjadperest ên li ser wan berdewam kir û gelek malbatên wan herî dawî di salên 1980’î de koçber bûn. Hatûn Dogan jî di 15 saliya xwe de bi malbata xwe re ji ber berdewamiya êrişên nîjadperest ên li dijî wan koçî Elmanyayê bûn. Piştî 36 salan jî vegeriya Gundê xwe Zazê yê ku qet Suryanî tê de nemabûn.
 
Hatûn Dugan ji Gundê Zaz ê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ye. Di sala 1985’an de gelek kesên ji gundên derdorê êrişî wan dikirin û zilm li wan dikirin. Hatûne wiha qala wê pêvajoyê dike:"Di navbera me û gundên derdorê de pirsgirêk derketin. Xaniyên derdora me hatibûn valakirin. Em çend mal hebûn. Dihatin tiştên malên me dibirin. Nerazîbûna ji ber vê sedemê derket. Lê ew weke ku mafdar bin bi çekan êrişî mala me kirin. Li ser bûyerê leşkerên Tirkiyeyê hatin gund, hemû birin qereqolê. Kesên êrişkar serbest berdan. Li ser axaftina bavê min leşkeran jê re gotin ‘hiş be gawir, dirêj neke’. Derdora me digot 'ger tu jî çekê ranekî wê te li vir qetil bikin'. Lê me bi hev re biryar da ku em ê çekan ranekin. Me ewqas mal û milkê xwe hişt û em çûn Elmanyayê. Piştî komkujiyê şûnde, ji bo em li vir bimînin me berxwedanek da û wê rojê jî em man tenê û me koç kir."
 
'Pêwîst e em hişmendiya nîjadperest têk bibin'
 
Hatûnê bal kişand li ser nîjadperestî û zayendperestiyên li dijî wan dihatin kirin û got:"Ez heta 15 saliya xwe li vir mam. Dibe ku jiyanek kurt be lê min gelek tişt dîtin. Herî zêde jî zayendperstî û nîjadperestî bû. Kes gawir an kafir nîne. Pêwîst e di gotin û nêzîkatiyê de jî kes vê yekê neke. Lewra rû bi rû me ev yek dît. Em kêm hatin dîtin û hatin lawazkirin. Weke jinên Suryanî jî em bêhtir dihatin qurisandin. Di ola misilmantiyê de qala xuliqîna jinan tê kirin. Dibêjin ew ji parsûyên mêr xuliqîne. Jina ku jin û mêran jî tîne cîhanê çawa dibe ku ji parsûyê mêr çêbûbe? Ez van gotinan û hişmendiya heyî dişibînim hevdu. Pêwîst e em vê yekê bişkînin êdî. Pêwîst e em hişmendiya nîjadperest têk bibin."
 
Ji bo alîkariyê 12 ziman elimî
 
Hatûnê dibêje şert û mercên ew tê de mezin bûye bû sedem ku ew pêş bikeve. Hatûnê wisa dom kir:"Koçberî, nîjadperestî û zayendperestî bû tiştên ku ez li hember rawestim. Li dijî xizaniyê û vê yekê min dest bi xebatan û fedekariyan kir. Bi taybet jî ji bo zarok û jinên ku hatine îstismarkirin min destên alîkariyê dirêj dikir." Hatûne di vê navberê de di beşên weke hemşîretî, derûnasî, alîkariya destpêkê û nivîskariyê de xwe pêş dixe. Di heman demê de jî ji derveyî zimanê Suryanî 12 ziman elimiye. Heta niha li 40 welatan geriyaye û di serdana qempên penaberan de û li welatan alîkariya tendirustiyê daye û di heman demê de jî jiyana wan dinivîse. Wê heta niha 22 pirtûk nivîsiye û alîkariya gelek kesên xizan kiriye.
 
Ji bo alîkariya jinan xebatê dide meşandin
 
Hatûnê êdî ji bo xebatên xwe xelatên navneteweyî digire. Bi 22 pirtûkên nivîsiye û alîkariyên kiriye ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û gelek komeleyan ve layiqê xelatê hat dîtin. Piştî 36 salan jî vegeriya Gundê xwe Zazê û dest bi çêkirina xaniyan kir. Li vir xaniyê berê çêkir û ji bo perwedehiya jinan wê alîkariyê bide. Ji bo nexişandinê, ji bo bêhndanê û seyranê jî bi taybet ji bo jinan cih çêdike.
 
'Pêwîst e em êdî hişmendiya xwe biguherin
 
Hatûnê herî dawî jî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî anî:"Hêvîdar im ku em ê êdî bikaribin bi hev re jiyanek aram bijîn. Ji îro şûnde ne zayendperestî ne jî nîjadperestiyê bikin. Li şûna em vê enerjiya xwe li hev xerc bikin pêwîst e ji bo pêşketina axa xwe em hewil bidin. Mixabin niha jî gelek kes li hemberî me xwedî heman hişmendiyê ne. Lê ez bawer im ku em ê biguherin. Ez ji bo vegera xwe gelek kelecanî bûm û hîna jî coşa min mezin e. Bernameyên min hene ku ez ê bi ser bixin."