'Bi sirgunan malbatên girtiyan tên cezakirin'

  • 09:03 17 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
WAN - Amîne Kaya diyar kir ku ev sê sal in kurê xwe Mehmet Şîrîn Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T ya Tokakê girtiye nabîne û got bi van sirgunan malbat tên cezakirin.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û malbatên girtiyên ku sirgunê cihên dûr tênkirin, jî tên mexdûrkirin. Malbatên ji ber pirsgirêkên aborî nikarin biçin hevdîtinên zarokên xwe, bertek nîşanê rewşê didin. Malbata girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê girtiye, jî yek ji van malbatane. Dayika Mehmet Şîrîn Kaya, Amîne Kaya hem ji ber pirsgirêkên aborî hem jî ji ser pirsgirêkên tenduristiyê ev 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe. Mehmet ku li Colemêrgê hat girtin û birin girtîgeha Tîpa F ya Wanê, 30 sal ceza lê hatibû birîn. Dayika Mehmet Amîneyê, daxuyakirin ku ji bo ku bi rehetî biçin hevdîtina kurê xwe ji Colemêrgê barkirine Wanê û piştî hatine Wanê kurê wê sirgunê Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê hatiye kirin.
 
Bi salane tenê dengê wî dibihîze
 
Amîneyê bi lêv kir ku bi salane kurê xwe nabine, rewşa kurê xwe pir mereq dike û got di hefteyê de tenê 20 deqeyan dengê wî dibihîzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirtûk, cil û bergên em dişînin jî nadinê. Ez tenê bi telefonê diaxivin. Ez nizanim wekê din çawaye. Gelek zext li ser hene. Rêveberiya girtîgehê her tim zextan pêk tîne. Em li Wanê dimînin. Rewşa me ya aborî ne başe. Pirsgirêkên min yên tenduristiyê hene. Ji ber van sedeman nikarim biçim hevdîtinê. Ez dixwazim dîsa kurê min bînin Wanê.”
 
‘Malbat tên cezakirin’
 
Amîneyê destnîşan kir ku bi sirgunkirinê re cezayê duyem dane kurê wê û wiha pê de çû: “Dewlet vî cezayî di heman demê de dide me jî. Dewletê ji xwe ceza daye hîna çi dixwaze gelo? Gelek malbat dema diçûn hevdîtin zarokên xwe di qezayan de jiyana xwe ji dest dan. Gelo çi mafê wan heye vê dikin. Em ji xwe perîşan bûne. Kezeba me dişewte. Zarokên me ne ligel me ne. Bi şev dema radizêm kurê min tê ber çavê min. Her tim di hişê min de ye. Gelo li wir rewşa wî çiye? Dicemide gelo? Xwarin xwariye? Êdî derûniya min xera bûye. Wek hemû dayikan kezeba min jî dişewite.”
 
Ji bo xizmên girtiyan bang
 
Amîneyê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê malbatên girtiyan van pêkanînan qebûl nekin û banga têkoşîna bi hev re li xizmên girtiyan kir.